Ahmet AKTAŞ
Li du bajaran şiêr xwend; a yekemîn li Sêrtê xwend, naveroka wê olî bû, lê banga şer tede hebû. Jixwe ev bû zemîn an kirin zemîn ji bo 18 salan bibe desthilatê dewleta tirka.
Ji bo vêna ket zîndanê an li goreyî senaryoyê ew kirin zîndanê, li hundur amade kirin û weke rêberekî qehreman derxistin, kişandin cem Bush, erk, peywir û destûr dan destê wî û şandin Rojhilata Navîn!
Li goreyî projeyê, bi navê sifir pirsgrêk, weke fermandarekî islamî, him li Tirkiyeyê û him li nava welatên misilman bilind bû. Lê meşa sifir pirsgrêk, bû pêngava şer derxistinê û gûrkirinê li herêmê.
Li goreyî tê xuyakirin ev senaryoya berfireh a herêmê berbi dawiyê hatiye. Ew sifir pisrsgrêk/muşkule, bûyê pir problem.
Eh a di vê qonaxê de, xwendina şiêra 2’an a li bajarê Bakuyê kete rojevê. Di naveroka vê şiêrê de, nijadperestiya tirkîtiyê hebû, lê di vêna de jî banga şer hebû. Eger bi gotina “Laçînê” Ermenistan giring neyê dîtîn, dujminê sereke Îran hatibû nîşandan. Ji ber ku gotina “Çemê Erezê”, dihat wateya, nepejirandina perçebûna Azerbeycanê. Ev, bû sedema nerazîbûna tund a Îranê û hema bi lez berteka xwe da xuyakirin.
Ev mijar di çapemeniyê de, hat gotin ku êdî Tirkiye, ”dostên” xwe yekoyeko ji dest dide. Dibe ku R.Erdogan, ji bo vê nerazîbûnê pîne bike, banga avakirina “Palatforma Şeşane” ya Kafkasya(Tirkiye-Azerbeycan-Rusya-Gurcistan-Iran-Ermanesitn) kir.
Ev bang, bi DYE û YE’yê, nexweş hat û li himberî xwe weke şantaj dît in.
Bê gûman ê serê vê tevgêrê dikişîne Rûsya ye. Ji bo Iranê hîn pirtir bixe bin bandora xwe, bolyozê wan ê Telavivê got, “yê problema derdixe ne Hizbullahe, Israil e” û hwd. Li gel Tirkiyeyê jî, him nakokiyên wan gelekin, him li goreyî xwe, karibe çendîn ji DYE û NATO’yê dûr bihêle baştir dibîne.
Hilbet Tirkiye jî van hewldanan dibîne, lê dewleta herî tengav bûye û ne xwedî îrade ew e û lewma nikare siyasetek rasteqîne biafirîne. Erê li gel Rusyayê hinek bazaran, li ser Rojava û Suriyeyê dike û berî Trump biçe dibe dihntiyekê bike, lê zemînê serkeftinê zêde xuya nake.
Îca ka gelo xwendina vê şiêra 2’an a Bakuyê, bi serê xwe kir an weke ya 1’ê ya Sêrtêye. Her çawa dibe bila bibe, şerd û mercên wê serdemê û vê serdemê, ji her alî ve ji hev cudane. Her wiha, ji ber ku eqlê wî ne ji kîsê wî ye, gotinên wî him hevdû nagrin, nakok in, him jî êdî nikare baweriyê bide kesî.
Mînakek din jî, dema Biden bi serket û li pey vêna, nûçeyên cezakirina CAATSA ya DYE û cezakirina YE’yê kete rojevê, dest û lepê wan li hev geriyan, êdî nizanibûn çi bikin. Hema bi lezgînî, dest bi nangenimiyan kir û got in “em ê li gel Biden û YE têkiliyên xwe baştir bikin” û hwd. Belê wisa diyar e vê carê hewldanên wî û xwendina şiêra bêkêr dimînin!






