Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê Kolanên Başûr

14/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di van salên dawî de têkiliyên PDK û Barzaniyan bi dewleta Tirkiyê re roj bi roj xûrt dibin. Dewleta Tirk, di siyaseta xwe ya dijminatiya kurdan de, ji wan çi xwest, wan yek bi yek bi cîh anîn. Berdêla vê yekê jî; şîrketên malbatê hatin parastin. Firotina neftê dest pê kir, li ser Tirkiyê re pere sewqî hin bankayan kirin û di bankayên Tirkiyê de hesabên wan yê veşartî çêbûn.

Dewlemendiya malbata Barzaniyan bi Tirkiyê re sînorkirî nema, li her deverên cîhanê belav bû. Di borsayên cîhanê de navê şîrketên wan hebûn. Li gelek deverên cîhanê şîrketên nû avakirin. Qesr û vîllayên wan di magazina cîhanê de deng dan. Di lîsta herî dewlemendên cîhanê de navê wan jî derbas bû.

Lê ji bo gel tu tiştek nehat kirin. Butçeya ku ji Baxdayê dihat jî malbatê di nav xwe de parve dikir. Her wek civak bi birçîbûnê hatibû terbiyekirin. Gendelî êdî bûbû parçeyek jiyana wan. Dîsa gelek pêşengên PDK’ê û malbata Barzaniyan, heryek ji wan xwediyên 20-30  ‘pêşmergeyên xeyalî’ bûn. Her meh ji bo van pêşmergeyên xeyalî ji hikumeta Baxdatê pere digirtin.

Di nava van 25 salan de bi tenê tiştek kirin, li Hewlêr û Silêmaniyê di sektora înşaatê de bi fîrmayên Tirkiyê ve her roj avahî bilind kirin. Ev avahî yên betonê ji bo gel nehatin çêkirin, bi tenê ji bo fîrmayên Tirkiyê dewlemend bibin hatin çêkirin. Li aliyê dinan belengazî dewam dikir.

Bi serdema Neçîrvan Barzanî re di danûsandinên bi Tirkiyê re jî ketin qonaxek nû. Neçîrvan Barzanî têkiliyên xwe yên bazirganiyê yen taybet, wek têkiliyên berjewendiyên herema Kurdistan pênase dikir. Car caran di hevdîtinên Enqerê de heqaret dîtin lê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bêdeng diman.

Piştî referandûma serxwebûnê ya 2017’an de em tev bûn şahid ku Erdogan ji bo wan çi awayî gef dixwar û wan bi birçîbûnê çawa tehdît dikir. Lê em tu carî hîn nebûn di lobiyên Enqere û Hewlêre de çi qewimîn. Gef û êrişên piştî referandûmê di demek kurt de bi civakê hat jibîrkirin. Lê dîrokê ji bîr nekir.

Bi peyva serxwebûnê gel xapandin. Ji xwe ev 25 sal e dewletek malbatê hebû. Di van salan de ji bo  azadî û demokrasiya gel tu tiştek nehat kirin. Hizb û hêzên heremê jî ji aliyê PDK’ê ve hatin îknakirin û herem di nav xwe de parvekirin.

Lê di van salên dawî de li Başûrê Kurdistan êdî kurdên azad hebûn. Wê destûr nedana rêvebirina xerab, wê li hember gendelî, nedana mûçeyan, talan û diziyê jî bêdeng nemana. Wisa bû roja hîsab pirsînê bû û daketin kolanan. Xwepeşandanan bi roja dewam kir.

Lê Barzaniyan ji dewleta Tirk a dagirker çandek dinan jî girtibûn. Rejima Tirk li hember kurdên bakur kîjan rêbaz bikardanîn, çawa êrişî mafxwaziya kurdan dikirin, PDK jî bi heman şîweyî êrişî xwepeşevanan kir. Hêzên çekdar yên hizban êrîşî gel kirin û roja ev nivîs hat nivîsandin 10 şehîd hebûn.

Lê wan çikir di dewsa wan guhdarkin bersiv bidin daxwazên wan, tevgera azadiyê tawanbarkir. Gotin tu pirsgirêkên gel tune ye hin hêz wan sor dikin. PDK û malbata Barzaniyan jî bi van gotinên ziwa bawerî nedanîn. Êdî wan jî baş dîtibûn ku li Başûrê Kurdistan kurdên azad henin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.