Zekî BEDRAN
Roja Înê gelê Eyn Îsa li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsan çalakiyeke protesyoyî kir. Di rojên dawî de Tirkiye navenda Eyn Îsa jî di nav de, li pey hev herêmê topbaran dike û ji bo bidestxistina herêmên nû êriş dike. Zarok jî di navê de di van êrişan de gelek sîvîl hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî lihevhatina bi QSDê re hatî kirin leşkerên hikumeta Şamê û yên Rûsan jî li vêherêmê hene. Li gorî lihevkirnê wê van hêzan sînorê Sûriyê biparasta. Lê Tirk û çeteyên wan bi êrişên xwe gelê herêmê bêzar kirine û Rûs erk û berpirsiyariya xwe pêk naynin.
Rûsya bi Tirkan re li hev kir û leşkerên xwe paş ve kişandin. Efrîn ji dagîkeriya Tirkan re vekirî hişt.
Artêşa tirkî li erdê û ji hewa ve êrişeke dijwar kir. Di êrişên du heman de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û ewqas jî birîndar bûn. Bi dagîrkirinê re li Efrînê qirkirina neteweyî hat kirin. Kurdên mayîn jî işkence, talan û destdirêjî li wan hat kirin. Bi wî awayî Kurdan ji herêmê derdixin. Rûsya van sûcan tevan dibîne û dizane. Bi qasî ku tê fêmkirin Efrîn bi tevayî ji Tirkan û çeteyan re hiştine.
Heman lîstik li Serê Kaniyê jî dubare bû. Ji bo ku herêmê ji Tirkan re vala bike leşkerên xwe ji sînor kişandin.Tirkan bi çeteyên xwe re herêm kirin gola xwînê.
Bi sedhezaran mirov hatin koçberkirin. Bi taybetî di herêmê de Kurd nehiştin. Guhertina etnîkî sûcê mirovayiyê ye. Dikeve nava sûcên qirkirinê. Weke din destdirêjî, talan û destdanîna ser mal û milkê xelkê dewam dike. Emerîka û Rûsya vê dizanin. Komîteya lêkolîna sûcan ya Neteweyên Yekbûyî sûcên şer yên li van herêman kirin rapor.
Nûnerê Sûriyê yê Emerîkî yê kevin J. Jeffrey niha derbarê Erdogan de daxuyaniyan dide. Dibêje; hûn bi ser Erdogan de biçin û biêşînin hûnê bidin sekinandin. Erdogan ji hêzê fêm dike. Piştî dagîkirina Serê Kaniyê me jê re got, emê aboriya we tine bikin û me wisa da sekinandin. Jeffrey iriraf dike, dema bixwazin dikarin bidin sekinandin. Madem hûn dikarin bidin sekinandin, we çima berî dagîrkirinê nekir? Eger Emerîka leşkerên xwe nekişandibûna û qada hewayî venekiribûya, Tirkan nikariya êriş bike. Me her tim ev got. Eger Emerîka û Rûsya qada hewayî ya Sûriyê ji dagîrkeran re venekiribûna Tirkan nikariya êriş bike. Bi pazara veşartî Tirkiye xistin erde Sûriyê. Rûsya ji vê pir sûd girt. Ji bo rojhilatê Firatê her tim teşwîq kirin. Bi êrişa Tirkan û kaosa hatî derxistin, Emerîka ji Minbijê heta Qamişlo vala kir. Bê ku guleyekê berde Rûsya li van herêman bi cî bû.
Bi taybetî Rûsya, bi bikaranîna gefên Tirkan dixwaze ji rêveberiya bakur-rojhilatê Sûriyê tawîzan bistîne. Lê li ciyên li bi cî bûyî jî erkê xwe pêk nayne. Tirkiye kul i Sûriyê evqas cî dagîr kirine qada tevgera Rûsan jî teng dike. Hêza bazara Tirkan zêde dike. Niha li Idlibê bi dehhezaran El Nusra û çeteyên din di binê parastina dagîrkerên Tirkan de dixebitin û xwe bi rêxistin dikin. Rejim û Rûsya di binê xetereke mezin de ne. Dema Tirk tengav dibin gazî Emerîka û NATO dike. Ji bo ku Rûsa bibandor nebe ew jî piştgiriya faşîstên Tirkan dikin.
Eger niha Tirk bikarin Eyn Îsa yan jî deverin din dagîr bikin, wê QSD û gelê herêmê tenê zererê nebinin, wê Rûsya jî winda bike. Lewre ev herêm di heman demê de di binê berpirsiyariya Rûsya de ye. Bi Emerîka re qada hewayî par ve kirine. Qada hewayî ya xeta Kobanê û Eyn Îsa ji Rûsan re hatiye hiştin. Bihêzbûna Tirkan û çeteyan ji parçebûna Sûriyê û kûrbûna krîzê pêve ti encamê nade.
Dagîrkerên Tirkan ji bo ku çeteyên bi xwe ve girêdayî çalak bike û li cem hev bigire, dibe ku dest bi êrişa dagîrkeriyeke din bike. Weke din Erdogan li hundir û derve pir tengav bûye. Emerîka û Yekîtiya Ewropa dest bi biryarên ambargoya ser Tirkiyê kirin. Trump çû. Zemînê Erdogan lewaz dibe. Aboriya Tirkiyê li ber ketinê ye. Pêwîstiya Erdogan bi şerekî, bi serketinekê heye. Berî ku J. Biden dest bi erkê xwe bike dibe ku rewşeke nû biafirîne. Weke din piştî pazdehê vê mehê Emerîka, Ewropa û Rûsya dikevin betlaneya sersalê. Tê zanîn ka Erdogan çiqas li firsetan digere. Weke din tê zanîn ku ti pîvanên exlaqî yên Erdogan nînin. Ji bo wê divê gelên Sûriyê pir haydar bin. Divê gel û hêzên wan yên çekdar li hemberî gengaziya êrişan amade bin.






