Sîpan Şînda
Weke ku tê zanîn Kurd di înternetê de gelekî çalakin. Medyaya civakî jî ji bo Kurdan bûye cihê hest û raman belav kirinê. Gelek Kurd di wan platforman de nêrînên xwe, hizrên xwe, nirxandinên xwe, rexneyên xwe tînin ziman. Dibe ku hinek ji wan platforman weke cihê “mêrxaziyê!” dibînin. Ango cihê ji hevdû re qebûqebû kirin û heqaret û kêsxwere kirinê. De başe, mane dibêjin azadî heye û herkes azad e çi bêje! Bila babo, ser çavan. Lê ma çima hûn vê bi zimanê qatilê xwe dikin?
Mebesta min ne ewe ku ez azadiya çi kesî dabaş bikim yan ji nêrîn, nivîsandin, nirxandin, rexne kirina çi kesî rexne bikim. Ez berê xwe didimê pirrê Kurdan, bi taybetî ji Kurdên Bakûrê Kurdistanê, di medya civakî de zimanê xwe bikar naynin û bi tirkî jiyana xwe debar dikin. Guhdarî stranên Kurdî dikin, ev tiştekî xwezayî ye û gelekî baş e. Lê şîrove kirina stranekê, keyfa xwe jêre anîna dengê dengbêjekî ji aliyê Kurdekî ve bi tirkî yan ji bi erebî nivîsandin tiştekî gelekî kirêt e. Şermekî gelekî mezin e. Tiştekî qebahete li ba min. Heyraniya xwe diyar kirina ji straneke Kurdî re bi zimanê faşîst û mêtîngeran anîn ziman qebahetekî pirr mezin e. Belê, keyfa we ji wan dengbêj û stranên wan re tê û hûn guhdariya wan dikin, tiştekî gelekî baş e; siheta we xweş. Lê ji bû xatirê xwidê, şîrovên xwe bi zimanê qatilê wan stranan ne nivîsin. Dilê wan stranên hinde nazik û nazdar nehêlin. Giyanê wan dengbêjên gor biheştî ne êşînin. Qatilê wan stran û dengbêjan neynin ne danin li ber çavên wan. Jiber ku ew stran ji nava dilê evînê, xwezayê, jiyanê derketine. Babo bi Kurdî binivîsin bila xelet be, bila nîvço be, bila ne rêk û pêk be. Bes hûn şîrovên xwe, rexneyên xwe, nirxandinên xwe bi Kurdî binivîsin. Hinga hûn weke Kurdekî bi tirkî yan ji bi erebî şîrovên xwe li ser stranên Mihemed Arif Cizîrî dikin, ma hûn nizanin ev eybekî mezin e. Ma hûn nizanin Mihemed Arif hêj zarok jiber wan stranan bû mehkûmê wan faşîst û qatilan! Yan ji hinga hûn li ser stranên Seîd Axayê Cizîrî şîrovan bi tirkî dikin, ma hûn nizanin hûn giyanê wî di gorê de careke din û careke din qetil dikin! Ma hûn nizanin ewê pergala qatil jiber wan stranan di derheqê wî de cizayê îdamê birî bû û ew jî jiber wan revî çû li binê dinê re derket. Erê babo hûn van nizanin, ma hûn îro ji nabînin çi hovîtiyê bi serê Kurdî tînin. Heroj hunermendên Kurd lînç nakin û nakin di hepsa de jiber ku stranên Kurdî dibêjin!
Bese babê min bese. Êdî hişê xwe bîne serê xwe û dev ji vî exlaqî berde. Ma dema hûn wan şîrovan dinivîsin hinek demancê têxin di serê we de! Ma piçekê ji pozê we naşewite! Qusûrê nefekin, lê belê divê piçek ar bi mirovî re hebe lo! 10.12.2020.






