Faruk Sakik
Şerê Sûrî 10 sal li pey xwe hişt. Di nava van 10 salan de, li vê axê çi êş hebû hemû mirovahî bû şahid. Koçberî, mirin êdî bi reqeman an jî bi îstatîstîkan nedihat îfade kirin.
Pêla bihara gelan hat hemû welatan û wek çiruskek bi dawî bû. Lê li Sûrî ev 10 sale jî dewam dike. Ew hêzên hegemon ku mudaxeleyî vî welatî kirin, çima vî şerî bi dawî nekirin hê jî tariye û nayê zanîn. Her dewlet li pey berjewendiyen xwe bûn.
Dewleta Tirk a dagirker jî, li pey xeyalek cûda bû. Ev dewlet bû sedem ku ev şer ewqas demdirêj be. Di destpêkê de xeyalê wî yên rêxistina Ixwan el Mislimîn hebû. Dema ev hêz têk çû û da pey siyaseteke cûda; Berdevkiya hêzên çeteyan kir.
Penaber li axa xwe kom kir û wek sermaye bikaranî. Bi tehdît û şantajan ji Ewrûpa pere girt. Bi dagirkirina axa Kurdistanê hin bajarên nû ava kir û ji van deveran di sektora înşaatan de pereyek mezin bidest xist. Ev aliyê maddi bû. Lê aliyek wî yê siyasî jî hebû; dagirkirina axa Kurdistan, guhertina demografiya heremê û pêkanîna xeyalên xwe yên Neo-Osmanî.
Îro rewşa şer di çi astê de ye? Şer sekiniye. Şer û pevçûn nînin. Çeteyên dewleta Tirk li Îdlibê hatin komkirin. Bazarek li ser wan tê kirin. Li ser navê rejimê Rûsya bi Tirkiyê re di nav têkiliyan de ye. Israra dewleta Tirk a berdêla Îdlib de, axa Rojava dewam dike.
Di demek waha de li Erebîstana Siûdî hefteya berê civînek hat lidar xistin. Qralê Sûdî Salman Bîn Evdillah, ji Îsraîl Benjamîn Netanyahu û ji Amerîka jî wezîrê karê derve Mike Pompeo tevlî vê civînê bûn. Di vê civînê de mijarek jî çareserkirina şerê li Sûrî bû. Piştî vê civînê li Cenevre konferansek din a -bê encam- dest pê kir.
Di demek waha de, êrîşên li Eyn Îsa zêde bûn û her roj agahiyên bombebarankirinê tên. Her çiqas dagirker hemû teknîka xwe bikar bînin jî, şervanên QSD’ê bersiv didin van êrîşan. Ev êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî QSD’ê, di heman demê de li dijî sivîlan bû jî. Bi vê yekê dixwestin gel koçber bikin û herêmê jî vala bikin.
Dewleta Tirk an dixwaze ji valahiya hilbijartinên Amerika sûdê werbigire (heta 20’ê Çile), an jî hevkirinek li ser Îdlibê di rojevê de ye.
Dema ku Serêkaniyê hat dagirkirin, rotayek dan û gotin; dive Tirk ji riya M-4 derbas nebe. Ji bo vê yekê jî dewriyeyên Rusya û Amerika hebûn û rê kontrol dikirin.
Heger îro ev herdu hêz bi tenê êrişên Eyn Îsa temaşe bikin, tê wê wateyê ku lihevkirinek veşartî di rojevê de ye.
Eyn Îsa ji bo dewleta Tirk cîhek stratejîke. Ji vêderê ber bi Firatê dagirkeriyek bide destpêkirin û navenda bajarê Kobanê wek gravek bihêle.
Ya diduyan, ber bi Reqa ve dagirkeriyek bide destpêkirin da ku kantona Cizîrê wek gravek bihêle.
Îro êrîşên li ser statuya Şengalê, anbargoya li ser Mexmûrê, amadekariya şer a Qendilê û êrîşên Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine destpêkirin, parçeyek xeyalên wan ê Mîsakî Mîllî ne. Enqere dema ku dibîne şerê Sûrî ber bi fînalê ve diçe, lez da êrişên xwe û zêdetir kir. Dizane ku roja şerê Sûrê were çareserkirin, wê di destê wê de tu argumanek dagirkeriyê nemîne.






