Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyaneke di oxira azadiyê de; Mandela

10/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di HDP’ê de vîna Kurdê azad dibînin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Di 5’ê kanûna 2013’yan de parêzerê yekemîn ê reşikê Başûrê Afrîkayê, sembolê berxwedana li dijî nîjadperestiyê, mehkûmê herî navdar ê cîhanê, şoreşegerê xwediyê xelata Nobelê Nelson Mandela, bi navê xwe yê di nava qabîlaya xwe de Madîba çû ser dilovaniya xwe.

Mandela ji bo azadiya civaka xwe ya reşikên Başûrê Afrîkayê serî hilda û têkoşiya. Weke parezerê civaka xwe derket rê lê îro hemû civakên bindest wî weke parêzerê xwe dibînin, hemû şoreşger û têkoşerên azadiyê wî weke rêhevalê xwe dibînin. Di dîroka mirovahiyê de gelek pêşêng û serok derketin ser dika dîrokê lê kêm kes weke Madîba di dilê mirovahiyê de bûn xwediyê payeyeke bilind û bi rûmet. Bêguman ev netesetufî bû. Di berdêla wê de bexşkirina jiyaneke berxwedêr heye, şorşgeriyeke bêhempa heye, sekneke bi nirx û bi rûmet a bê tawîz heye.

Di sala 1964’an de, di encama darazeke derhiqûqî de bi hinceta ‘gel rakiriye serhildanê û xwestiye hikûmeta heyî ji holê rake’ cezaya heta hetayê li Mandelayê 46 salî têbirîn. Ji sala 1964’an heta sala 1982’yan 18 salan li Zindana Girava Robben (Fok) tê girtin. Di sala 1982’yan de wî sewqê girtîgeha Pollsmoorê dikin û heta berdana xwe ya sala 1990 di vî zindanê de dimîne.

Di pêvajoya ku Mandela di zindanê de dimîne berxwedana ANC qels nabe û dawî lê nayê. Roj bi roj xurtir dibe. Bi awayek xurt dewamkirina berxwedanê rê li muzekerayan vedike. Deshilatdariya Apartheîdê neçar dimîne Madîba muxtab bigire rê û rêbazên çareseriyê pê re nîqaş bike. Serkeftina berxwedana bi dehan salan di encama wan nîqaş û muzakereyan de tê bidestxistin.

Di destpêka salên 1980’yan de li gelemperiya cîhanê pêla têkoşîna li dijî nîjadperestiyê bilind dibe. Di heman pêvajoyê de ji bo berdana Mandela kampanyayeke navneteweyî dest pê dike. Di encama wê kampanyayê de zext û zorên dewletan li ser hikûmeta Apartheîdê zêde dibin.

Di encama zext û zor û ambargoyên navneteweyî de serokê hikûmeta Apartheîdê FW de Klerk, piştî 27 salan di 1990 de, bê şert û şûrt Mandela berdide û qedexeya li ser ANC jî radike. Mandela dibe serokê ANC’ê.

Mandela û FW de Klerk ji bo avakirina pergaleke demokratîk dest bi xebatan dikin. Di destpêkê de ji bo avakirina mecliseke hemû deng û rengên civakên Başûrê Afrîkayê temsîl bike dikevin nava liv û tevgerê.

Xebatên wan ên avakirina pergaleke demokratîk û pêkanîna aştiyeke mayinde di 10’ê gulana 1994’an de bi hilbijartineke demokratîk a yekemîn tên tacîdarkirin. Di hilbijartina 10’ê gulana 1994’an de cara yekemîn namzetên hemû etnîsîteyên Başûrê Afrîkayê bi awayeke azad dikarîn tevilê hilbijartinan bibin. Cara yekemîn hemû deng û reng bi awayeke azad temsîlkarên xwe dibêjêrin.

Di hilbijartinên 10’ê gulana 1994’an de şervanê azadiyê, mehkûmê herî navdarê ku 27 salê xwe di zindanê de derbas kiribûn Nelson Mandela (Madîba) bi rêjeyeke gelek bilind dibe serokdewletê Başûrê Afrîkayê. Cara yekemîne ku kesek ji civaka reşîk dibe serokdewlet. Ev bi tena serê xwe bi qasê şoreşekê girîng û watedar bû. Êdî dawî li desthilatdariya Apartheîd a faşîst hatibû.

Mandela di pêvajoya serokdewletiya xwe de makezagoneke nû ya demokratîk amade dike, reforma erd pêk tîne, polîtîkayên têkoşîna li dijî xizaniyê dixe meriyetê û ji bo lêkolîna bûyerên derhiqûqiyên ku di pêvajoya berxwedanê de hatine jiyîn lijneya heqîqetê ava dike. Li gel hemû daxwaz û israran di hilbijartinên duyemîn de nabe namzet û cihê xwe dihêle ji alîkarê xwe Thabo Mhekî re.

Mandela di nirxandineke xwe de wiha dibêje; “Têkoşîn jiyana min e, heta dawiya emrê xwe ez ê ji bo azadiya civaka xwe ya reşik têbikoşim. Heke hewce bike ez ê bêfikar canê xwe jî bidim”. Mandela li dijî tahakuma deshilatdariya Apartheîd a faşîst a li ser civaka reşik têkoşiya û bi ser ket. Lewre, ew li dijî hemû desthilatdariyên faşîst û tahakuman bû. Bi wî sekna xwe ya birûmet weke lêheng û şervaneke azadiyê di dilê mirovahiyê de cihê xwe girtibû.

Mehkûmê herî navdar Mandela edî keseke herî bi qimet û rûmet bû. Di pêvajoya berxwedaniya xwe ya 40 salan de xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de nêzikê 250 xelatên herî bi nirx û rûmet wergirtibûn.

Piştî destpêkirina têkoşîna çekdariya Tevgera Azadiya Kurd a 15’ê tebaxa 1984’an dewleta tirk li Kurdistanê dest bi qirkirinan kiribû. Bi hezaran gund hatibûn valakirin û bi hezaran kurd hatibûn qetilkirin. Dewleta tirk ji bo şerê xwe yê kirêt û bêpîvanê ku li Kurdistanê dimeşîne binuxumîne xwest navê Mandela yê herî bi qedir û qîmet ji xwe re weke amûr bikar bîne. Bi wê mabestê di sala 1992’yan de rayedarên dewleta tirk biryar dan ku Xelata Aştiyê ya Ataturkê bidin Mandela.

Di 12’yê gulana 1992’yan de berdevkê partiya ANC’ê Gill Marcûs ragihand ku Mandela ji ber şerê dewleta tirk a li Kurdistanê û ji ber binpêkirina mafên mirovan û cotstandartiya li dijî civaka kurd wergirtina xelatê red kiriye. Cara yekemîn Xelata Azadiyê ya Ataturkê dihat redkirin. Biryara Mandela dewleta tirk şaşwazî kiribû. Rûpoşa dewleta tirk xistibû xwarê û di qada navneteweyî de ew teşhîr kiribû. Bi kurtahî bi redkirina xelatê Mandela ev peyam da bû cîhanê, ‘Bi dayîna xelatên azadiyê dewlet nabin azad û nabin demokrat’. Her wiha, Mandela di axaftineke xwe de bi hevoka xwe ya “ji bo ku hûn zilma dewleta tirk fêm bikin tenê rojek bibin kurd bes e” bala cîhanê kişandibû ser faşîzma dewleta tirk. Mandela bi wî helwesta xwe ya bi rûmet nîşan da ku tenê ne şervan û parzavanê azadiya civaka xwe ye, şervan û parzavanê azadiya hemû civakên bindest e.

Dûre parêzer û berdevkê Mandela Essa Moosa got; “Mandela xwestiye di lijneya hiqûqê ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêavakirin de cih bigire lê tenduristiya wê destûr nedaye wê daxwaza xwe bîne cih”.

Bêguman ê ku Mandela kiriye hezkiriyê dilê mirovahiyê ew sekna wî ya berxwedêr û bi rûmeta ku di her şert û mercî de tu caran ji nirx û pîvanên xwe tawîz nedaye.

Kesên ku bi sekna xwe, bi têkoşîna xwe, bi fikr û ramanên xwe di dilê civakan de cih bigirin tu caran namirin. Bi awayeke fizikî tune bin jî ew her tim dilê şopdar û heskiriyên xwe de dijîn. Mandela jî ji yek ji wan kesan e.

Her çiqasî zalim û zordar nexwazin navê wî were bibîranîn jî, dê civakên evîndarên azadiyê tu caran wî ji bîr nekin û di şopa wî de ber bi azadiyê ve bibezin û dê her tim di dilê rêhevalên xwe yên şervanên azadiyê de bijî û her tim bi rêzdarî were bibîranîn.

Belê, Madîba bi awayeke fizikî dê ne di nava me de be lê dê heta hetayê di dilê me de bijî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.