Rojnameya Ronahî

Xelkê başûrê Kurdistanê agir berda şaxê PDK’ê

Roja Yekşemê êvarê xelkê herêma Pîremegrûn ya girêdayî bajarê Silêmaniyê li hemberî kiryarên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) şaxê wê yê li Pîremegrûnê şewitandin.
Êvara Yekşemê xelkê herêma Pîremegrûn ya girêdayî bajarê Silêmaniyê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî kiryarên PDK’ê şaxê wê yê li Pîremegrûn şewitandin.
Di demên dawî de PDK’ê dest bi propagandaya reşkirinê ya li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye û hewl dide şerê navxweyî derxe ku bûye sedema nerazîbûnên gel. Gelê Kurd û bi taybetî yê başûrê Kurdistanê PDK’ê bi wê yekê tawanbar dike ku li ser daxwaziya dewleta tirkî ya dagîrker ketiye nava hewldana derxistina şerê navxweyî.
Gel bi şewitandina şaxê PDK’ê yê li Pîremegrûn da xuyakirin ku ji ber ku bûye sedema hejariyê gel PDK’ê naxwaze.
Çavkanî: ANF