Rojnameya Ronahî

Dibe ku êriş pir bibin

Zekî BEDRAN

Rejima Sûriyê ji bo pirsgirêkên welat hewldaneke wê ya li ber çavan xuya nake. Di çarçoveya desthilatdariyê de di nava rûtîna xwe de dimeşe. Lê Sûriye ber bi ciyekî baş ve naçe. Bi taybetî rewşa ku Tirkiye bûye belaya serê Sûriyê dewam dike. Idlib kiriye depoya çek û leşkeran. Digel El Nusra bi hezaran çete li wir kom bûne û di binê sêwana parastinê ya Tirkiyê de. Ji Efrînê heta Serê Kaniyê di binê dagîrkeriyê de ye. Li wan herêman jî bi hezaran çete li ser serê gel mûselet bûne. Li aliyekî li hemberî Kurdan qirkirina neteweyî, li mile din destdirêjiya li mal, milk, can û namusa gel dewam dike. Herêm tê talankirin. Tişta herî balkêş dibistanên xwe vekirine. Sîstema xwe ya îdarî ava kiriye. Û çawa ku erdê Tirkiyê be bi rê ve dibe. Bi kurtayê amadekariya ilhaqê dike.
Tirkiye van xerabiyên xwe bes nabîne. Bi taybetî van rojên dawî êrişî Eyn Îsa û derdora wê dike. Bênavber bombebaran dike. Û dixebite ku gel ji herêmê derkeve. Herêma Til Rifet û Şehba jî di heman rewşê de ye. Tikiye bi windakirina Trumap ya hilbijartinê pir xemgîn bû. Lewre Erdoganê faşîst li bendê bû ku Trump bi ser bikeve û ji bo dagîrkirina bakurê Sûriyê li hev bikin. Biserketina Biden ji bo wan bû pêvajoyeke nediyar. Lewre dibe ku Biden bi hêsanê ji vê plana wan re nebêje erê.
Tirkiyê komên çekdar tev li dora xwe kom kirine. Ji Ixwaniyan heta DAIŞ û El Nusra tev kirine parçeyên planên xwe yên dagîrkirin û nijadperestiyê. Ji wan re dibêje mûxalefeta Sûriyê û dixebite nasnameyekê ji wan re bide qezenckirin û bixe mijara bazarê. Li aliyekî jî li hembarî rejimên erebî wan bi kar tîne. Heman tiştî ji bo dewletên Ewropa jî dike. Ji Libya heta Ermenistanê van çeteyên çekdar dişîne û ji bo berjewendiyên xwe dide şerkirin. Ji vê wêdetir bûye welatek ku terorê li dinyayê belav dike.
Di hedefa Erdogan de hê rêveberiya Esed heye. Dixebite bi çeteyên li dora xwe kom kirîn dawiyê li desthilatdariya Esed bîne, eger ew jî nebe wan bike şirîkê desthilatdariyê. Li milekî din jî hewl dide herêmên nû dagîr bike û bi wî awayî bandora xwe xurt bike û hêza xwe ya bazarê pêş bixe. Van tevan li ber çavê Rûsya dike. Rûsya û hêzên din vê dizanin. Lê li şûna ku Tirkiyê bisekinînin, dixwazin ji vê rewşê berjewendiyan bi dest bixin û bi Tirkiyê re bazarê bikin.
Tirkiye êrişî Eyn Îsa dike. Hêzên Rûsya û Rejimê jî li wan derdoran in. Weke din Rûsya li gorî lihevkirina bi QSDê re parastina sînor girtiye ser xwe. Li ser sînor hêzên Rûsya û rejimê bi cî bûne. Lê Tirkiye li ber çavê wan van êrişan dike. Tirkiye dixwaze bi dagîrkirina Eyn Îsa rê bixe destê xwe û Kobanê bixe nava çembere. Ku rê dagîr bike Minbic jî di navê de wê herêm were dorpêçkirin. Rûsya bi vî awayî dixwaze QSDê û Kurdan tengav bike. Li şûna ku erkê xwe pêk bîne dixwaze bi çovê Tirkan daxwaziyên xwe bide qebûlkirin. Ev dikeve xizmeta faşîzma Tirkiyê. Tirk kû dagîr bikin tê wateya ku ew dever ji Rûsan jî standine. Lewre sînor di binê berpirsiyariya Rûsan de ne. Ku Tirk bikevinê êdî dernakevin û wê li hembarî Rûsan û rejimê bike mijara bazarê.
Hê Biden rêveberî nexistiye destê xwe. Dibe ku dewleta Tikî ji vê valayiyê sûdê bigire û êriş bike. Ji ber wê divê Rêveberiya Xweser şiyar be. Li hemberî êrişeke gengaz divê xwe bispêre hêza xwe ya cewherî û amadekariya xwe li gorî wê bike. Eger gel xwe sist bike û bi hêzên xwe yên çekdar re nebe yek û amadekariyê neke, dibe ku şkestina xeyal çêbe. Divê neyê jibîrkirin ku halê hazir ti hêz garantiyê nadin gelên Sûriyê. Ne Emerîka dibêje ez sozê didim, ne jî Rûsya. Ev jî tê wateya ku herêm ji êrişan re vekirî dimîne. Tişta ku Tirkan û çeteyên wan bisekinîne hêz e. Hêza te hebe tuyê bidî sekinandin, nexwe dev ji êrişa xwe bernade. Eger gelên Sûriyê dixwazin destkeftiyên xwe, demokrasî û azadiya xwe biparêzin neçar in li ber xwe bidin û ji bo şer amadekariya xwe bikin. Lewre weke din çare nîne. Eger derfetên diyalog, nîqaş û lihevkirinê hebin dikarin binirxînin. Lê her kes dizane ku faşîstên Tirkan û çeteyên wan ji çareserî û demokrasiyê pir dûr in. Di rewşeke wisa de tişta ku bê kirin amadekariya şer e. Eger amadekariya şer bê kirin û hêz bê mezinkirin wê xetera şer kêm bike. Eger gel tevlî şer nebe û her tiştî bi hêviya hêzên leşkerî ve bihêle wê winda bike. Divê bê zanîn ku ASD ne artêşeke nîzamî ye. Hêza wê ya hewayî nîne. Diyar e ku wê bi berxwedaneke bi gel re ev şer bibe.