Sîpan Şînda
Îro di cîhanê de kêm netew hene ku netewbûyîna xwe temam nekirîn. Mixabin Kurd di dunyayê de netewa herî qelebalixe ya ku hêj netewbûyîna xwe temam nekiriye û nebûye xwediyê dewletekê. Rast e, gelek netewên din ji du gerdûnê de hene ku hêj negehîştîne armanca xwe ya dewletbûnê. Lê welê diyar e ku çi qewmiyet di vî warî de himbe Kurdan zehmetiyan û êşan nakişînin. Gelek sedemên vê yekê hene. Yek ji wan parve kirina welatê Kurdan ya di nava çar dewletên hov de ye. Nezanîn û cehalet Kurdan, nevs meziniya serok û rêberên Kurdan, bêtifaqî, bêxîretî, hevkariya bi dijminan re… û hwd. Em dikarin gelek sedeman rêz bikin lê belê ez dixwazim di vê nivîsê de li ser du sedeman bisekinim. Ol û bîrdozî. Du tiştên ku ev demekî dirêj e Kurd xwe pêve girê didin, lê mixabin ji xeynî xwisarê pêve çi tişt ji bi dest wan ve ne hatiye. Di serî de ez bêjim, ez ne li pêşberî çi ol û bîrdoziya çi kesî me. Kî ji çi bawer dike û li pey çi bîrdoziyê ji biçe ji min re ne xem e. Bawerî û hizir takekesî ne. Di nav hemî netewan de, civakan de bawermendî, bîrdozî hene. Ev tiştekî xwezayî ye. Bes di nava wan de bawerî û bîrdozî pija ye. Lê ev yek hêj di nav Kurdan de bi awayekî xav e û ne sewa ne. Dema mirov berê xwe dide pelên dîrokê, mirov dibîne ku jiber ol û bîrdoziyê Kurdan mala xwe û herweha ya hevdû xira kirine. Jiber olî gelek Kurdan çi bi gotinê be çi bi kirinê be hevdû pirr êşandine. Kurdên Misilman her tim heqaret li bawermendên olên din kirine. Mînak Kurdên Misilman, bi Kurdên Êzidî re, bi Nastûriyan re, Keldaniyan re, Ermeniyan re gelek caran bi hêceta olê şer kirine û ji hevdû kuştine. Herweha Kurdên Misilman li ser navê ol birayê xwe yê Kurdê Misilman ji kuştine. Olî demeke dirêj Kurd di vî warî de êxsîr girtiye û hê ji bi awayekî dewam dike. Kurd di vî warî de ji hemû netewên din çavsortirin.
Piştî şerê cîhanê yê duyem demekî dirêj hemî kes bi xwe ve mijûl bûn û çi halê kesê yê dor ol û bîrdoziyan ve mijûl ji bibe nemabû. Piştî salên 1960’î û pêde îcar bîrdoziyên weke Marksîzmê, Maoîzmê, Troçkîzmê, Komonîzmê, Sosyalîzmê ketin di nava Kurdan de û vê carê her yekê dûvikê bîrdoziyekê re girtine û ketine bedena hevdû. Qetbûna mezin ya di vî warî de li Başûrê Kurdistanê di navbera rehmetiyê Mele Mistafa Barzanî û Celal Telebanî de derdikeve û ew dibin du partî. Piştî wê gelek partiyên din ji ava dibin. Evan hêzan jiber bîrdoziyên xwe gelek caran şerê hevdû kirine. Dîsa li Bakûrê Kurdistanê ji ev bîrdozî dikevin di nava xortên Kurdan de û ew ji dikevin bedena hevdû. Ewan ji bi sedan caran jiber bîrdoziyên xwe bend girê dane, şer kirine û hevdû kuştine ji. Ev tiştek ecêb e. Ev ol û bîrdozî hetanî roja me ji her tim bûne kelem û astengî li pêşiya netewîbûyîn û yekîtiya Kurdan. Oldarên Kurdan gotine pêşiyê ola me, paşê netewa me; yen din ji gotine pêşiyê bîrdoziya me paşê netewa me. Ya rast jixwe herduyan ji netew pirr girîng nedîtiye. Îro ji di nava me de gelek ji van hene. Diyar e me hêj aqilê xwe ji tiştekî negirtiye.






