Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NE ILIZYON, RASTIYA RASTÎ !!

04/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
MAHŞER-Î KURDISTAN Û MÎLAD-Î KURDISTAN
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Em, bi gotinên aforîzma dest bi nivîsa xwe bikin,

Yek: Çand û şaristanî du tiştên ji hev cûda ne

Du: Li Tirkiyê desthilatdariya olîgarşîk nîne, faşîzma kesk û gewreyê gûr heye.

Şarîstanî êdî têkonolojî ye, dixwaze çandê jî aşînayî teknolojiyê bike; kerhen û cebren, mohra xwe li aqilê mirov bide!…

Eger em, kronoljî, yan jî otobiyografiya pêşketinên sed salên Tirkiyê derbixin, em ê bigihin hîpoteza kevneperestiya sedsala navîn.

Bê mecaz, gelê Kurd, li pêşberî komarek ne demokratîk têkoşînê dike.

Li aliyekî mafya, çete, kontra û qanunên red û înkarê, yanî dewletek durî  modernîtê heye…

Kronolojî û bîyografiya sazkarên Komara Tirkiyê Îtîthadî ne; aliyê turanî çete xwedî dikirin, aliyê tirkên spî çete xwedî dikirin… Îro jî tiştek ne guherî ye!..

Desthilatdariya AKP/MHPê, ji desthilatdariya Ecevît, Demîrel, Çîller ne cûdatir e..Hemû desthilatdarên Tirkiyê dijminê gelan bûn, dijminê rewşenbîr û zanyaran bûn û komên olîgarşîk bûn, xwedî zihniyeta Îttîhat Terakî bûn.

Îttîşhat û Terakî, bi saya dergeh, tekke û derwêşxaneyan, “cemaet”ên “col” çêkirin.  Osmanê pêşî û Erdoganê paşî, bi saya van dergeh, tekke û derwêşxaneyan, komên xelkê rêxistinî kirin. Xwestin dibin navê cemaetan de, “gel”ekî ava bikin. Ji sala 1914an û pêde, planê “islaheta êşîrên Kurdan” kirin pratîkê.

Mirov dikare vî planê qirêj, dirêjî salên 1884an serdema Kûrt Îsmaîl Hakki Paşa û Mareşal Zekî bike.

Vêce, “karwanê  paşverûtiyê”; Cemaeta Gulen/AKP/MHPê+ Ergenekon+Perînçek e.

Em werin ser qunciknivîsên Kurd; balkêş e, di rojên dawî de, bangên çareseriyê zêde bûne; Hin dibêjin, “AKP/MHPê, pêvejoya 1992an daye dest  pê kirin”, hin dibêjin, “desthilatdariya faşîst têk diçe”, êdî temam e… El Heq na!!

Rastî du ne: Yek, dewlet û desthilatdariya Tirkiyê, ji bilî  pêvejoya çareseriyê,  ji sala 1992an dûr neketiye… Du, desthilatdariya AKP/MHPê têk biçe, yanî çi?

Pirsgirêk karakterê dewletê ye ev yek. Vegera li Desturnameya 1921ê ye, ev du. Erê kirina Mutabaqata Dolmabahçê ye, ev sê!… Wesselam!…

Ne tenê ev desthilatdarî, kişûmat desthilatdariyên Tirkiyê, qetûlilleh demokratîk nebûne; wek komek olîgarşîk jî nayên nirxandin. Komar, dekokrasî û edalet, bi zincîrên qanun û desturnamê hatine dîlgirtin. Qanun û Desturnameya Komara Tirkiyê dibêjin, “her kesê li Tirkiyê Tirk e”, ev jî înkara gelan e.

Gotina “yek millet, yek al, yek ziman, yek dewlet” encama vê zihniyetê ye, divê ev karakter û zihniyet werê guhertin. Têkçûna desthilatdariyê, çareseriyê nayîne.

Di nava 40 salî de, 10 desthilatdarî têk çûn, çareserî çênebû…

Qirkirina gelê Kurd, projeyek dewletê ye…

Xwedayê vê dewletê artêşa mîrateya “yenîçeri”yên devşîrme ye. Asker û dmeokrasî ji hev dût in!…

Îlîzyonîstî, kehanetên Hezekiel jî, ji  bo rewşenbîrên Kurd mirin e.

Aqil û hîpotez, aqil û formulasyon, aqil û neynika dîrokê û xwenasîn!..

Em bi aqilê xwe dibînin; hemû desthilatdariyên  Komara Tirkiyê evîndarên miriyan e. Gotina “kurdê herî baş, Kurdê mirî ye” ne  fantazî ye,  rastî ye “gora betonî” jî encama vê  aqiliyetê ye.

Aqiliyeta  çete-kontra-mafîa-cemaete  îslamîk gora betony ye!…

Gotinên, komar, dewleta hiquq, dewleta modern,  di tecrîda li ser Ocalan de, di qirkirina siyasî û fîzîkî  de fetisî ne!..

Hemberî ku desthilatdariya AKP/MHP/Ergenekon/Perînçek, sistema rantê qeyum, sîstema  zorê, şer,  çete û kontra avakirine jî, 110 sal in, civakek mezin ya hevpar ava nekirine. Her kes, xwe bi eslê xwe, Arnavut, Çerkez, Mekedonî, Laz, Boşnak û hwd. binav dike. Ev cure gel, ne yê “kozê” ne, “col”in û  berhemê “telîf”ê ne.

Rastiyeke din; hêza lobîya dewleta Tirkiyê, hevparên nifşê li Ewropa mezin bûne ye, cemaetên dibin sîwana mizgeft-ofîs de  kar dikin e.

Eger ev lobî nebin, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu, cesaretê di xwe de nabîne ku di civîna NATO de, (30/01 2020 Bruksel) li dijî Wezîrê Karên Derve yê Emerîka Pompeo, sergerdetiyê bike.

Rastiyeke din; Li Başûrê Kurdistanê jî,  pêvejoya mizgeft-ofîs, hizbil-kontra û  cemaetê dane dest pê kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî cemaeta ofîsî-MÎTê, ENKS ye.

Zihniyet û karaterê  Îttîhat û Terakî+Erdogan, Dîwarê Berlînê ye, ev dîwar jî bi ilîzyon û kehanetan nayê hêrivandin.

Divê rewşenbîrên Kurd, rastiyê bi rastî bibînin “dîwarê Berlînê” ji nû de bihêrivînin.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.