Derwêş M. Ferho
Ermenî bi giştî ji lihevhatina Ermenîstan û Azerbeycan bi navbertiya Rusan ne razî ne. Tewra Rusya bi xiyanet dibînin. Di baweriyê de ne ku Rusan ji piştê ve xencar li wan xistiye. Raya giştî jî, ji çend bertekên sembolîk pê ve, bêdeng ma.
Moskowa di dema şerr de sar sekinî.Li pey hevalbendê xwe Ermenistan nesekinî. Çavek ji dewleta Turk re, yê din ji Azeriyan re diqermiçand. Ji rayedarên Ermenistan re jî pişo-mişo dikir. Li fersendê digeriya tiliya xwe bike nava helawê. Dema hêzên Azerbeycan bi alîkariya dewleta Turk dest danî ser gelek herêman, fersend ji Moskow re vebû. Bangî Ermeniyan kir û bi Azeriyan re li ser masê li Moskow da runandin. Herêmên ji destê Ermeniyan çûn ketin destê Azeriyan pejirand. Lê şertên xwe jî bi her du aliyan da qebûlkirin. Hêza xwe ya leşkerî li wê herêmê bi cî kir. Tiştekî ku berê bes li aliyê Ermeniyan mimkin bû, niha di herêmên Azeriyan de jî pêkanî û asayişa pirraniya herêmê xist bin kontrola xwe.
Dewleta Turk li pêş çavê hemû dinyayê bi her awayî alîkariya Azerbeycan kir. Herêmên mayî jî di metirsînê de ne û Ermeniyên mayine di fikara cîguhestinê de ne. Ji ber hêviyên wan hat şikestin, bê hêz û bê pişt man.
Gelê Ermenî, li Ermenîstan û li diyaspora ev tiştê bi serê wan hatiye xiyanet dibînin. Çawa ji Rusya ne razî ne, ji rayedarên xwe di bin pêşengiya Nikol Paşinciyan jî nerazî ne. Lê Nikol Paşinciyan çi dikarîbû bike. Azerbeycan di her warî de bi hêztir bû. Turkan jî wek dewlet, bi hêzên leşkerê xwe û çeteyên ji Suriyê biribûn li pişta Azeriyan sekinî. Hêza Eermeniyan di hember Azerbeycan de bêçare bû. Dunya jî bêdeng, kerr û lal ma. Ermenistan tenê ma. Hewldanên diyaspora Ermenî jî têra tu tiştekî nekir.
Encam; Azerbeycan bi ser ket, qezanca Rusan di herêmê de zêde bû. Ermenîstan jî piştşikestî ma.
Ermenî çi hunda dikin? Temamiya herêmên ku di salên 90î de bidest xwistibûn û hin derên din di Nagorno-Karabaxê de ji dest wan çûn. Şer domkiribane bajarê Stepanakert jî li ber ketinê bû. Wê demê Nagorno-Karabax bi temamî diçû. Dewleta Turk bi rêya Azerbeycanê ket herêmê. Hebûn û mayina dîn dijminê Ermenistan, hêzên dewleta Turk jî êdî rastiyek e. Ewê hem li Azerbeycan hem li wan herêmên îşgal kirî bimînin. Turk jî mîna Rusan di vî aliyê siyasetê de xwedî tecrûbe ne. Ciyê dikevinê bi zehmetî der diçin. Bakurê Kurdistan di bin dagirkeriya wan de ye, niha li Başûr in, li Suriyê ne, li Rojava ne, li Libya ne û niha jî Nagorno-Karabax. Mayina wan li wê derê bi dilê Azebeycane jî. Ji dewleta Turk re xêra xwedê, lê ji nişteciyên Ermenî re xezaba Xwedê. Ermenîstan çi dikare bike? Zeîf û bê pişt e.
Lê divê meriv ne her sucî biavêje aliyê Azerbeycan, Turkiyê yan Rusya. Çiqasî ev hêz sucdar bin hêzêdetir rayedarên Ermenîstan jî sûcdar in. Dema Azerbeycan aboriya xwe xwurt dikir, hêza leşkerî bi alîkariya Turkiyê û Îsraîl piştrast dikir, çek dikirîn û mutehasisên leşkerî kirê dikir, li Ermenistan gendeliyê di her qadî de xurt bûbû. Di dema li Ermenistan gendelî lotik diavêtin Azerbeycan di van 20 salan de di warê leşkerî de ji temamê budceya Ermenîstanê zêdetir mesref kiribû. Ev gendelî li Azerbeycan jî heye. Lê qet nebe hêza xwe ya dewletî mezin kir. Loma jî dikarîbû Ermenistan tenê bihêle. Car din xuya bû ku di siyasetê de hevalên daîmî nînin.






