Rojnameya Ronahî

Mezlûm Ebdê: Piştgiriya Kurdan neyê kirin wê DAIŞ bihêz bibe

Mezlûm Ebdê diyar kir ku piştî şkestina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Kurdan ve hat hiskirin ku cîhanê pişta xwe daye wan. Ebdê şiyariya ku dibe DAIŞ bihêz bibe, da.

Nûçegihana Radyoya Dewleta Swîsre (Sr) ya Navneteweyî Cecîllîa Uden, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê re hevpeyvînek kir. Ebdê welatên ku li hemberî bûyerên li bakur û rojhilatê Sûriye diqewimin bêdeng in û ji bo jinûveavakirina welat bi qasî pêwîst destekê nadin, rexne kirin.

Udden diyar kir ku Ebdê daye zanîn ku şer qediyaye lê pirsgirêk dewam dikin û Kurd ketine wê hisê ku cîhanê pişta xwe daye wan.

Ebdê bîr xist ku şerê îdeolojîk yê li gel şerê leşkerî yê bi DAIŞ’ê re hê bihêztir e û diyar kir ku pêwîstî bi dem, çavkanî û angajmana heye. Herwiha got, “DAIŞ pirsgirêka hevpar ya cîhanê û têkoşînkirina bi cîhana ramanê ya DAIŞê re di berjewendiyên her kesê de ye.”

Ebdê da xuyakirin ku piştî şer Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca çeteyên DAIŞ’ê û zarokên wan ji Islama sexte rizgar bikin, xebat dane destpêkirin û li ser vê yekê jî agahî parve kirin. Ebdê diyar kir li bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê ji ramanê redîkal paqij bikin, wê 16 navendên nû ava bikin.

Ebdê got, ji bo jin, zarok û girtiyên din pêwîstî bi navendên nû heye. Ji bo vê jî Kurd ne xwedî çavkanî û pisporên pêwîst in. Ebdê diyar kir ku pêwîstiyên gel yên mîna kar, xizmetên civakî, elektirîk, av neyên pêşwazîkirin hişyarî kir ku dibe çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve bihêz bibin.

Udden diyar kir ku Ebdê yê 53 salî generalek e ku çeteyên DAIŞ’ê têk birine. Çeteyên DAIŞ’ê li warê Ebdê Kobanê tarûmar bûn, rizgariya Kobanê jî destpêka serdemekê bû.

Çavkanî: ANF