Rojnameya Ronahî

Meclisa Neteweyî ya Fransa Qerebaxa Jor nas kir

Meclisa Neteweyî ya Fransa piraniya Qerebaxa Jor nas kir. Hikumet ji bo naskirina Qerebaxê nêz nabe.

Biryarnameya bi hev ve ne girêdayî û ji aliyê komên Komarî yên rastgir (LR) ve hatî pêşkêşkirin, li dijî 3 rayan bi 188 dengan hat pejirandin. 16 parlementer jî tev li dengdayînê nebûn.

Biryara hatî qebûlkirin, bi taybetî dixwaze “Qerebaxa Jor nas bike û pêvajoyeke aştiyê çêke.”

Senatoya Fransa jî 25’ê Mijdarê ji bo naskirina Qerbaxa Jor biryarek dabû.

Parlementerê Sosyalîst Olivier Faure ku wê 6-9’ê Kanûnê serdana Qerbaxa Jor bike, wiha got: “Em bawer nakin di binê serweriya Rûsya de, piştî lihevkirina agirbestê çareseriyeke mayînde pêk were.”

Qerebaxa Jor ku berî niha jî, ji 1988’an heta 1994’an bûye mijara şerekî mezin, dîsa Azerbaycanê bi piştgiriya dewleta tirkî ber bi şerekî nû ve bir. Di nava 6 hefteyan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, Azerbaycanê parçeyek ji herêmê dagîr kir.

Roja 9’ê Mijdarê jî bi zora Kremlînê, Ermenistan neçar ma ku bi radestbûna gelek bajarokan agirbestê imze bike.

Çavakî: ANF