Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Qaz Bi Refa Xwe Re Baz E’

04/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroz pêngava serketina têkoşîna gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Bi guherînên stratejîk ên di bingeha sîstema serweriya cîhanî de rûdidin re, derdor jî hewl dide rûyê xwe li gorî pêşketina bi lez a hêza guherînê bizivirîne. Hinek jê mîna kîsoyan û hinek jî weke kêrgûyan lê hatiye. Ji xwe yên di navberê de jî ku li şûn projeyan mane, di nav lingan de diçin. Kesên han tenê bejna xwe fena qewaqan bilind kirine û bi bayê berjewendiyên biyanî re ha wêde zivirîne û ha vir de fitilîne. Ewqas stûdirêj bûne êdî mirov seriyê ku hucreya mejî ye ferq nake!.

Piştî ku Bonapart li ber tixûbên Austirya bêhna xwe ya dawî dikişand, nandozekî ji wî welatî kilîtên kelehê radestî wî kirin û tişta ku Bonapart bi şer nekariye pêk bîne, bi rêya qeleşekî xwefiroş ê beredayî kir. Piştî ku derbasî wî welatî dibe buxçikek dirav davêje rûyê wî xinizî û ji bo silavê destên xwe nadiyê. Leşkerên xwe matmayî dimînin û sedema reaksyona wî jê dipirsin. Bonapart wiha bersiv dide: “xayînê welat fena wî kesî ku ji bo komek dizan ji bavê xwe diziyê bike. Ne bav wî diborîne û ne jî diz wî spas dikin”.

Qewaqên ku bi salane rûyên xwe vir de wir de zivirandine, ti cihekî wan di nav vê guherînê de nîne. Fena wî nankorê Austiryayî lê hatiye ku êdî tenê buxçikên diravan li rûyên wan dikevin. Lê ti kes destê silavê dirêjî wan nake. Ewqas li derveyî refa neteweyî firiyane, êdî deng an navên wan guhên mirovan diçirimînin. Ji xwe di bingeha avabûna karîzma xwefiroşiyê de psîkolojiya “ji bo tiştên erzan firotina tiştên buha” di nava pêşbirkeke ecêb de ye. Ji lew re nirxên mîna exlaq, wefedarî, dilsozî û rûmet di ferhenga wan de nîne. Berovajî; vedîtina rêbazên cehşîtiya kor a bê beramber li cem wan xuliqkar e. Dikare ji her pratîkeke xwe re wate û maneyekê bidin. Her tiştî normalîze dikin û cehşîtiyê weke çand didin rûnişkandin.

Ev yek di nav aloziya li herêmê û bi taybet a li Sûriyê qewimiye de, weke tablo hate nîgarkirin ku kes, cemaet, rêxistin û komên veguherîne nandoz û li dijî netew, welat û nirxên xwe şer kirine bi hişmendiya cehşîtiyê mezin bûne ku îro li her derê di oxira berjewendiya karbidestên xwe de fena tajiyan dimirin û difetisin. Çiqas gotin giran be, lê mixabin rastiya li ser erdê ev e. Ger ne wisa be, gelo çi karê Sûryeyiyan li Lîbya, çolistana Sîna, Afrîqya û Qoqazê heye? Ango; çi karê heft fesîleyên bi navê kurdan di nav êrişên li ser Efrînê  û Serêkaniyê de hebû? Yan jî îro çi karê Gedo li Efrînê û hevalbendên wî li dora Garê, Qendîl û Şengalê heye? Eger ev kar ne normalîzekirina cehşîtiyê û tekûzkirina dagirkeriyê be, gelo kî dikare navekî din lê bike?

Dagirkerî hewl dide bi rêya aktîvkirina sîstema cehşîtiyê xwe ji qeyrana bayê guherînê biparêze ku bi kêmanî tiştek bi dest neket, tiştên heyî ji dest nede. Lê xinizên ortê ku bi hişmendiya bazirganê her tiştî ji kirîn-firotinê re mubah dike, tev digerin, bê guman wê bi babelîska guherîner re di nav lingan de bixeniqin. Pêşiyan vale vale ne gotine; teyrê ku li derveyê refa xwe bifire zû dikeve. Ango “qaz bi refa xwe re baz e”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.