Mihemed ŞAHÎN
Ji destpêka pandemiyê vir ve desthilatdariya Erdogan hewl dida li ser derewan ji xwe re çîroka serkeftinê biafirîne û vê çîroka xwe bi herkesî bide qebûlkirin. Lê her ku pêvajo dirêj bû nixûmandina heqîqetê zehmet bû û çîroka serkeftina wan a derewîn ji dîwarên heqîqetê vegeriya.
Hebûna pandemiya covîd-19 di 11 Adarê de hat qebûlkirin. Ji wê rojê vir ve ye hikumeta Erdogan her roj encamên pandemiyê bi raya gîştî re parve dike û dibêje rewşeke neerênî tune ye û pandemî di bin qontrola me de ye. Di çapemeniya hewzê ya girêdayî xwe de rojê 24 saet propogandaya çîroka serkeftina xwe dikirin. Li gorî gotinên wan di têkoşîna li dijî pandemiyê de di cîhanê de hikumeta herî serketî hikumeta Erdogan bû.
Çîroka serkeftina xwe li ser îdiayeke bêbingeh a ku di cîhanê de mînaka wê tune ye nivîsandin. Ji bo hêjmara kesên bi pandemiyê ketine kêm nîşan bidin pênaseye nû ya ku di lîteratora zanistê de qet cihê wê tune ye afirandin. Gotin; “yên ku bi pandemiyê ketine hemû nexweş nînin, lewre em hêjamara hemû yan nadin, tenê yên ku ji ber pandemiyê diêşin û di nexweşxaneyan de tên derman kirin em tenê wan didin”
Rewşenbîr, zanyar, bijîşk, pispor, rojnamevan û saziyên ku bi şik û guman nêzikê vê serkeftina derewîn bûn û gotin heqîqet ne wisaye bi “terorîst û xayiniya welat” hatin tewanbarkirin û doz li wan hatin vekirin. Ji wan yek û ya herî girîng Odeya Bijişkên Tirkiyeyê (TTB) bû. Odeya bijîşkan berpirsiyariya xwe dianî cih û digot; “ wezîrê tenduristiyê rastiyan nabêje, daneyên ku bi raya giştî re parve dike ji heqîqetê dûrin, daneyên ku li ber destên me ne qatbiqat ji yên wezîr zêdetirin û rewş xeternake, hewceye hikumet tevdiran bigre” ji ber van agahiyan odeya bijîşkan bi êrîşên Bahçelî yên bi tewanbariyên “terorîst, xayin, fesat û fitnekariyê” re rûbirû ma û nîqaşên girtina wê xistin rojevê.
Di vê pêvajoya dawîn de şaredarê Stenbolê Îmamoglu jî got êdî bese, ez temsîlkarê vîna gelim û neçarim rastiyan bi gel re parve bikim û rojane daneyên Stenbolê bi raya giştî re parve kir. Daneyên ku Îmamoglu tenê ji bo Stenbolê bi raya giştî re parve kirin ji yên wezîrê tenduristiyên ku ji bo Tirkiyeyê hemû parvedikir qatbiqat zêdetir bûn. Roja ku wezîrê tenduristiyê hêjmara miriyan ji bo Tirkiyeyê hemû got 92 kes, Îmamoglu tenê ji bo Stenbolê got 142 kes, roja ku wezîrê tenduristiyê ji bo Tirkiyeyê hemû got 103 kes mirî hene, Îmamoglu got tenê li Stenbolê ji 210 kesî zêdetir mirî hene. Bê guman Îmamoglu jî weke hemû kesî bi êrîşên Bahçelî û çapemeniya hewzê re rûbirû ma.
Hewldanên odeya bijîşkan û şaredarên muxalîf ên parvekirina daneyên di derbarê pandemiyê de çîroka serkeftina derewîn a hikumeta cumhûr serobino kir. Baweriya tu kesî bi wan nema. Êdî nekarîn li dijî van rastiyan di çîroka xwe ya serkeftina derewîn de israr bikin û heqîqetê ji gel veşêrin. Neçar man kêm be jî rastiyan bi gel re parve bikin. Hêjmara kesên mirî gav bi gav di nava 2-3 rojan de derxistin 7 hezarî, hêjamara kesên bi pandemiyê ketine jî derxistin 30 hezar kesî. Li gorî odeya bijîşkan ev dane jî ne rast bûn û hêjmara rast bi qasî du qatan zêdetirin. Her çiqasî daneyên ku parve kirin tam rastiyê venebêjin jî terî têkçûyina çîroka serkeftinê wan a derewîn kir. Hikumeta Erdogan a “herî serketî” ji nişkeve bû hikumeta herî binketî. Di hêjmara kesên nexweş de di cîhanê de piştî Emerîka û Hîndîstanê bû sêyemîn, li Ewropayê bû yekemîn.
Di heman demê de diyar bû daneyên ku odeya bijîşkan û şaredarên muxalîf dane hemû rastin. Yê derewker wezîrê tenduristiyê bixwe ye. Hikumeta Erdogan 9 mehe bi derewan 83 milyon hemwelatiyên xwe xapandine û jiyana wan xistiye metirsiyê. Rayedarên hikumetê ketibûn tatêla aboriya xwe û bang li turîstan dikirin ku werin Tirkiyeyê. Lewre hikumeta Erdogan tenê jiyana hemwelatiyên xwe nexistiye metirsiyê jiyana turîstên ku hatine Tirkiyeyê û jiyana hemû cîhanê xistiye metirsiyê. Bêguman ev sûceke mezin e û yê ku hesab bipirse gel bixwe ye.
Duh çîroka derewîn a serkeftina aboriyê têk çû, îro çîroka derewîn a serkeftina pandemiyê têk çû, bi hêviya têkçûna hemû çîrokên wanên derewîn û çîroka hebûna wan.






