Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo R.Erdogan Dixwaze Çi Bike?

30/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Desthilatdariya Receb û Bahçeli, weke erdhejê dilerize. Hilweşandina faşîzma wan nêzîk dibe. Ji bo xwe li ser piya ragirin û temenê xwe dirêj bikin, çavê wan li hinek lîstokan e.
Lê ji bo him li hundur û him li derve bi tevayî temenê xwe dirêj bikin, bi taybetî li dijî tevgêra kurdan, bi lezgînî ketine nava hewldanan.
Li gor agahiyên çapemeniyê û hinek şîrovegeran, ew heyeta leşkerî ya Rûsyayê ya ku di 13-14 Mijdarê de hatibû Tirikiyê û li gel şanda leşkeriya tirkan rûniştin, ne bi tenê ji bo pirsgrêkên Qerebaxê, bi piranî li ser Idlib û Rojava axivîne û gûmana xurt heye ku li ser hinek planên qirej li hev kirine. Ji ber ku li ser van danstandinên wan ên du rojan, ti daxwiyanî nedan çapemeniyê.
Li gor saloxan, hema piştî hevdîtinan, bi lez nûnerên şanda Rûsî çûye Şamê û li ser vê çûnê jî ti daxwiyanî nehatiye dayîn. Belê piştî van hevdîtinan û geryanan, liv û tevgêrek ber bi çav, him li Idlibê û him li Rojavayê bi giştî despê kiriye.
Li aliyê din liv û tevgêra bi heman şêweyî û paralelî vêna li Başûr heye. Ji xwe li ser Peymana Şingalê gelek şîrove hatin kirin. Wisa tê xuyakirin ku li goreyî wê peymanê, di bin koordînasyona Receb de, desthilatdarên Bexda û Hewlêrê kar li hev par kirine û ketine ser rêya fermana qirkirinê!
Weke tê zanîn ev biryara vê peyman û fermanê berî hilbijartinên DYA bi îmzeya Jeffreyy hatibû dayîn. Lê di wan rojên germaya hilbijartinan de û bi diyarbûna serkeftina Biden re hinek sar bûbû. Belê ev nêzî deh rojan e, liv û tevgêr ji berê jî germtir bûye. Ya balkêş jî ev e!
Ji bo vêna jî, tê gotin ku Receb, dixwaze ji vê valatiya ku hêj Trump desthilatî radestî Biden nekiriye, bi lezgîn hinek êrîşan bibe ser Şingalê, Mexmûrê, Herêmên Parastina Medya, Rojava, Idlib û hwd! Ji xwe êrîşên li Bakur her bê navber dewam dike. Bêgûman li vira piştgriyê ji Putîn jî distîne.
Jixwe desthilatdariya Receb hemû li ser derew, lîstok û provakasyonên qirêj hatiya avakirin û lewma ti lome jê nayê kirin.
Bi tenê lome û daxwaz ji hevalbend û hevkarên wî yên Kurdistanî heye. Her wiha divê yên xwe welatparêz û dilsozê azadî û aştî û demokrasiyê dibînîn jî, xwe li hêviya rahma ti hêzên biyanî ranegrin, her baweriya me bi gel û tevgêra me be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.