Erdnîgariya Kurdistanê, ji aliyê bîr û baweriyan ve pirr dewlemende. Gelik ol, netew, mezhep, baweriyên cihê di tê de jiyane û dijîn. Herweha erdnîgariyeka birîndare ji. Bi deha caran birînên xedar li vê erdnîgariya wêran hatine vekirin. Ji ber wê, erdnîgariyek wêrane. Coxrafyayek dilşikestiye. Raste hovan gelik dilşikestin êxistine di nava civakê de û gelik qir kirin çêkirîne. Lê ev rastiya vê erdnîgariyê naguhere. Emê îro qala du olan û baweriyek, çandek hevbeş bikin. Di Çiyayê Cûdî de du gund hene. Hesana û Akêt. Hesana dikeve başûrê Cûdî, (alê deştê) û Akêt ji dikeve bakûrê Cûdî. Ev gund her yekê dikevin di nava geliyek kûr de. Du gundên gelik xweş û têr av û dehl bûne. Akêt gundê Misilmana ye. Hesana ji gundê Fileha ye (Xiristiyan). Her dû gund ji di salên 1990 î de ji aliyê dewletê ve hatine xira kirin. Hesanî hemî çûne Ewrûpa. Bes Akêdî li Cizîr, Sirnex, Silopiya mane. Mesela me li ser van her dû gundan ji aliyê bawerî û têkiliyê ve ye. Li Hesana Asûrî, Keldanî di jiyan. Mezhebên wan ji Katolîk-Nastûrî, Protestan bûn. Di Hesana de her mezhebekê Dêra wan hebû. Ji van Dêra yek jê navê wê dibêjin Dêra Marmîşil. Ango Dêra Mûsa Pêximber. Ev dêr ya mezhebê Nastûrî (Katolîk) bû. Dibêjin ev dêrek gelkî kevne. Li gor gundiyan dibe ku dîroka wê ji 2000 salî pitir be. Li gor baweriyê dibêjin ev dêr mişayêxe. Li gor baweriya bawermendên gund, dema yek nexweş biketa, seqet bibûya, falincû yan ji dîn bibûya dibirin li ser vê dêrê. Hege ew kesên nexweş di dêrê de razayan û ew mişayêx bihata xewna wan, ewan kesan ji wê şîfa bidîtiya. Xwediyên nexweş ji di vê navberê de sewalek şerjê dikir û dikirin xêr didan gundiyan. Akêt ji gundek yê Misilmanên Sinî ye. Li Akêt ji mizgevtek heye û dibêjin di nava vê mizgevtê de mişayêxek heye. Ev mizgevt ji gelkî kevne. Dibêjin ev mişayêx di dema Îslam nû li herêmê belav bûyî şehît ketiye. Paşê ji li wir ev mizgevt çêkirine. Herweha li gor baweriya wan ji dema yek nexweşiyên weke falincê, seqetiyê, teb, hal, yan ji dînîtiyê bigihaya wan, bihatan li ser vî mişayêxî wê baş bibîna. Bes diviya nexweş di nava mizgevtê de razaya û ew mişayêx bihata xewna nexweşî/ê û tiştek bidaya nexweşî/ê. Herweha dîsa xwediyên nexweş sewalek şerjê dikirin û dikirin xêr û didan gundiyan. Dîsa jinên zarokên wan ji neçêbiyan dibirin li ser vî mişayêxî da kû Xwidê zarokekê bide wan. Akêdiya ewqas baweriya xwe li vî mişayêxî anîne, dibêjin dema gund ava, hingî sal rojekê serê malê pezek ji bo xêra wî şerjê dikirin. Heta dibêjin heyamekê dema pez şerjê dikirin diviya xwîna wî pezî bavêta taqê mizgevtê. Ev du gundên cida li herêma Botan ji aliyê baweriyê ve me nirxandin. Tişta balkêş, her yekê ji olekê bawer dikin, lê dibêjin misilmanan ji nexweşên xwe dibirin li ser dêrê û filehan ji yên xwe dibirin li ser mizgevtê. Dema mirov berê xwe dide baweriyên wan ango rîtûelên wan yên olî çiqas dişibin hevdû! Ya rast ji aliyê têkiliyên civakî û çandî ve ji her wisa bûye. Têkiliyên Hesaniyan û yên gundên din ji yên Filehan bi gundên Misilmanan re gelik xweş bûne û her tim ser hevde çûne û hatine, dostînî bi hev re danîne. Heya niha ji ev dostanî bi riya teknolojiyê didome.
Sîpan ŞÎNDA