Derwêş M. FERHO
Ev çil û du sal e li Beljîka xebat ji bo doza Kurdî dibe. Berî vê demê karekî rêxistinkirî nebû. Di sala 1977 KSSE (liqê Beljîka) ava bûbû lê di ne fermî bû. Yekemîn komela hate avakirin di 1978 de bû. Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka-Têkoşer.
Di wê demê de jî Turkiyê û Britanya grevên mezin yên sendîqeyên karkeran li dibûn. Li her du welatan daxwaza şertên baştir, aborî û jiyanek mirhovane dikirin. Li Başûrê Kurdistan têşkoîna azadiyê di hember rejîma Baas de bi hemû dijwariyên xwe diçû. Xelk di nav zor û zilmê de belengaz, tî û birçî dijî. Di qada navneteweyî de ji bo têkoîna sendîqeyên karkeran xebateke alîkar heye. Lê ji bo zilma li ser Kurdan dinya kerr û lal e.
Li Bruksel û gelek bajarên din komele û hevkarên partiyên çep ji Turkiyê aktîf in. Di gelek waran de bi hevra hin kar û çalakiyan dikin. Di demek weha de ji Têkoşer re jî vexwendinek hat. Ez û hevalekî din ji Başûr beşdarî civînê bûn (1978). Daxwaz û rojeva civînê: grevên li Turkiyê û li Brîtanya ye. “Em çawa dikarin bi tevgera van her du welatan bikin”. Min di destpêka civînê de daxwaza xaleke din kir ku em têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Başûr (wê demê Kurdistana Iraq dihat gotin) li rojevê zêde bikin.
Li aliyê din min daxwaz kir ku rewşa Turkiyê û Bakur (di wê demê de Kurdistana Turkiyê dihat gotin) ber bi çav bigrin. Ji ber rejîma faşîst ya leşkerî paş darbeya 1971 jiyan li Turkiyê û Kurditsan kiriye zîndan. Di hember rêxistina DDKO de ku di 1969 de ava bûbû û TIPê de doza girtinê vebûye. TIP û DDKO ji aliyê rejîma Turkiyê têne girtin (1971). Endam û berpirsiyarên wan, bi taybetî û pirranî yên DDKO bi deh salan tên cezakirin. Bê goman endam û berpirsiyarên din jî hebûn ku ji heman sedemê xistin zîndanan. “Gelo em ji bo vê pirsgirêkê jî dengê xwe bikin çawa ye?”
Paş vê daxwaza min di civînê de pêşî bêdengiyek, pey re rûçikên qermiçî peyda bûn. Ji nûnerên INFO-TÜRK (Dogan Özgüden û Incî Tugsavul) pê de her kesê din ev pêşniyarên min ne di cî de dît. Komeleyên beşdar, bê îstîsna çep bûn. Berteka wan “Em hatine di vê civînê de alîkariya tevgera karkeran bi pêşengiya du sendîqeyên sosyalîst bikin. Ne ku em seperatîzmê (bölücülük) bikin. Em internasyonalîst in. Ne nasyonalîst. Rejîma Turkiyê jî faşîst e ne faşîst e ciyê munaqeşê ye (Nûnerên TKP, TSP)”.
Xuya bû, bi tu awayî doza azadiya Kurdan di nava internasyonalîzma wan de cî negirtiye. “Hûn behsa internasyonalîzmê dikin, bi tevgera sendîqeyên karkeran li Turkiyê û Brîtanya re dixwazin bibin alîkar, lê ji cîranê we Kurd re ku di hember rejîmeke dîktator, faşîst de bi salan e têkoşîn dikin bê xem in. Qêrîna girtiyên di bin êşkenceyên di zîndana Amedê de (wê demê Diyarbekir dihat gotin) têne heta bi vir û hûn naxwazin bibihîzin, çi ji we û internasyonalîzma we re bêjim. Bi baweriya min ya we ne internasyonalîzm e, lê sextekarîzm e”. Û em rabûn.
Bi mehan paş ve yek ji nûnerên TKP ji yek ji hevalên me dipirse “dost, hûn nikarin ji wî pê de kesekî din ku ne weha tuj be bişînin civînên me?” Hevalê me jî dikene û dibêje “mixabin, kes naxwaze xwe bixapîne û were xapandin”.






