Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îbrahîm Biro û çembera xiyaneta kûr

30/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Avesta bû remza berxwedan û rûmetê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Dewleta tirkî li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd seferên dagîrkerî û tinekirinê didomîne. Dixwaze destkeftiyên Kurdan tevan ji holê rake. Berî çend rojan, Erdogan bixeyd got, pirsgirêka kurdî nîne. Xwe dispêre lîsteya Emerîka û Ewropa ya terorîzmê ku PKK jî xistine navê û ji bo seferên xwe yên komkujî û dagîrkeriyê dike eger. Li Tirkiyê dest datîne ser şaredariyên li gorî qanûnan ketîn destê HDPê. Şaredar û parlamenteran diavêje zindanan. Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bi salan e di zindanê de ne. Dema li ser Kurdan terorê dibarîne wan bi cudakariyê sûcdar dike. Dibêje têkiliya wan bi Qendîl re heye. Dema Rojava dagîr dike, êrişî Şingalê dike û Başûr dagîr dike egera wî her tim PKK ye. Dema tê rexnekirin û tengav dibe dibêje; bi Kurdan re ti pirsgirêka min nîne, ez li dijî terorê têkoşînê dikim. Ka “têkoşîna li hemberî terorê” çi ye dinya dibîne. Li Efrîn û Serê Kaniyê bi sedhezaran Kurd ji erde wan tên derxistin û li ser wan qirkirina neteweyî tê kirin.
Mixabin di nava Kurdan de jî kesên hevalbendên dijmin, li ser xeta rejima tirkî ya faşîst dimeşin û heman gotinan bi kar tînin. Provokatorekî weke Îbrahîm Biro û sîxurê Tirkiyê ku dibêje ez ENKSyî me her tim PKK û Qendîlê sûcdar dike û ji dijmin re dike hedef. Ji bo yekîtiya neteweyî bi salan e Qendîl bangê li ser bangê dike. Ji bo yekîtiya neteweyî ku daxwaziya Kurdan e diyar dike ku amade ye erkê bikeve ser milê wê pêk bîne. Di vê mijarê de diyar dike ku qîmetê dide banga rewşenbîr, hunermend û derdorên welatparêz. Li Kurdistanê gelek derdorên siyasî û partî di mijara yekîtiyê de bixwestek in. Lê BDK û pêşengên wê weke dîwarekî disekinin. Bêdeng in û ji bo yekîtiya neteweyî gavekê naavêjin. Hatina yekîtiyê li aliyekî dijberên xwe yên siyasî weke dijmin nîşan didin. Her roj ku bi dijminekî weke Tirkiyê re hevdîtinan dike, bi Qendîl re hevdîtinê jî nake. Ka kê li hemberî faşîzma tirkî li ber xwe daye û berdêlên giran dane û kê di xwîna rijiyayî de sûdê digire li holê ye. Ev geşedan li ber çavê gelê Kurd dibin. Kurd gelekî wisa ne ku her ku diçe zana dibe, geşedanan dişopîne û daxwaziya wî ya azadiyê pêş dikeve.
Di vê pêvajoya krîtîk û dîrokî de ka wê Kurd yekîtiya xwe çêkin yan wê di binê piyên dagîrkeran de biperçiqin? Pirsgirêka bingehî ev e. Yên weke Îbrahîm Birol i şûna ku têkoşînê bidin, berdêlan bidin û li gorî berjewendiyên gel siyasetê bikin, berjewendiyên şexsî û malbatî li pêşiya her tiştî digirin. Bi devê dewleta tirkî rastiyê berûvajî dike û li dijî kesên ji bo Kurdistanê li ber xwe didin diaxive. Li Şingalê li hemberî DAIŞê kê li ber xwe da? Li Kobanê û li Rojava di şerê li hemberî DAIŞê de kê 11 hezar şehîd dan? Çend şehîdên Îbrahîm Biro û ENKSê hene? Ev kesên wiha çawa ku ti bedel nedane malbatên xwe revandine derve û di destê Tirkan de bûne leyzok. Şikîrên dagîrkerên Efrîn û Serê Kaniyê ne. Îbrahîm Biro û ENKS nahizirin jî ku hesabê vê bidin gelê Kurd. Her tim dibêjin, Rojava, Şingal û bakurê Kurdistanê di kontrola PKKê de ne. Ji ber wê dewleta tirkî çiqas bikuje û dagîr bike mafê wê ye. Komkujiyên dewleta tirkî rewa dikin. Niha jî dibêjin, li pêşiya hevdîtinên ENKS û PYNKê de Qendîl asteng e. Bi rastî ev mirovin rezil in. Emerîkiyên tevlî hevdîtinan dibin şahid in ka kî durist e. Din ava PYNKê de bi dehan partî hene. Heyetên wan hene, nîqaş dikin û biryarê didin. Yên bi zikê xwe û hişê xwe bi Barzanî ve girêdayî nikarin biryarê bidin. Bê Barzanî ENKS nikare yek gavê biavêje. Ka wê tevlî hevdîtinan bibin yan ne û ka wê çi biparêzin çi neparêzin Barzanî diyar dike. Bila bizanin Qendîl çiqas dibine êrişan de be, Tirkiye çiqas dijminiya Kurdan bike bila bike, hin Kurd çiqas di nava teqana xiyanetê de biteqinin bila biteqinin, gelê Kurd dev ji heq, ked û azadiyê bernade.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.