Derwêş M. Ferho
Gelek sedemên bindestbûna me heta roja îro hene. Lê ji bo min giringtirîn sedemên mayina me ya bindestê vê demê nebûna hişmendî û hişyariya muşterek ya gelê Kurd e.
Em dîroka xwe baş nizanin, pirsgirêka kêmasiya hişmendiyê, yan jî dizanîbûn lê zû ji bîr dikin, pirsgirêka hişyariyê. Ew jî dibe sedema ku em xeletî û şaşiyên mîna hev di pêvajoya dîrokê de çendîn caran zêde dikin. Heta niha ev nexweşî û kêmasî di nav me de heye û gelek ji me tê naghin ku qedera me bi pirranî ji vê sedemê xerab diçe. Yên hember me jî vê kêmasiya me baş bi kar tînin û her roja diçe dep û dolabên xwe li ser serê me bi awayekî xurt digerînin.
Ev malxerabî di nav her qada civaka me de heye. Pirraniya partî, sazî, komele, dezgeh, kesayetî û ji bîr nekin eşîr, xwe ji vê nexweşiya xerab paqij nekirine. Mêjiyê ku dibêje: yan ez yan ne tu kes, yan ji min re yan ne ji tu kesî re. Mezintirîn sedemên bindestbûna me heta roja îro, welatê me yê di bin nîrê dijminê bêbext de ne.
Em neçin dîroka kevn. Li çend salên dawîn binêrin. Dema hêrîşên dijmin li Bakur çûn ser herêm, bajar yan gunden me bertek çi bûn. Her bi çi awayî be bila bibe me çawa bersiv da. Mînakên Cizîrê, Şirnexê, Nisêbîn, Sur û Geverê tên bîra her kesî. Li aliyekî şerr dibû, li aliyekî din dawet û şahî dibûn. Beşek ji Kurdan piştgiriya berxwedanê li gor derfetên xwe dikir. Lê hin derdor jî hebûn ku bi rexne di hember berxwedêran de dikir. Û bi zanebûn yan na, dagirkeriya dewletê dipejirandin. Ev mînak li Rojava jî bûn, li Rojhilat jî û li Başur jî. Nehate têgihiştin ku hundakirina têkoşîna berxwedêrên Kurd temenê bindestiyê hê dirêjtir dike.
Dema Referanduma li ser esasê maddeya 140 li Iraq pêk hat gelek kes û alî ev maf ji Kurdan re nedît. Ne wextê wê ye, hêza me têr nake, gelo dewletên mezin çi dibêjin? Û gelek gotinên din yên vala. Eger berê û paşê referandumê bi yek dengî gotina xwe bida zanîn, paş encaman jî bi yek dengê lê xwedî derketibane rewş weha nedibû.
Dema siyasetmedarên me tên kuştin, diavêjin zîndanê, tên sirgomkirin, bertekek gelerî naqewime. Tek tûk bertek jî tiştekî bi dest naxe.
Berî demekê di medya civakî de hat ragihandin ku yek ji mazintirîn mamosteyên Kurd ji aliye dezgeha lê kar dike ji sedema şîkayeta çend kesan bi awayekî ne xweş hatiye dûrxistin. Xebat û Lêkolînên wî di nava Kurdolojiyê de referansên gellekî girîng in û bi kesayetî û dilsoziya xwe ya kurdî ve ji aliyê herkesî ve tê hezkirin û bûye nirxekî gelê kurd.
Bê delil, ji sedema şîkayeteke çend kesan biryareke bi vî awayî ne di rê de ye. Ji ber vê jî em, du Enstituyên Kurdî yên li Ewropa mamosteyê Kurd xwedî derketin. Me li rêgez û îhtîrama hiqûqî pirsî.
Çi û kî li pey van şîkayetan heye? Çima weha bi hêsanî, bêyî delîlên heşkere û dezgehek Ewropî vê birayrê distîne? Hiqûq li ku ma? Mafên parastinê ku hiqûqê Ewropa li ser hatiye avakirin çima ji vî mamosteyê Kurd re nîne? Gelo hin hêzên tarî, hin xêrnexwazên ziman û hebûna Kurdî li pey van kiryaran nebe? Heta di vê mijarê de delil nebin yek rê li ber me heye. Li hev xwedîderketin.





