Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyaseta copy ya copy û sîstema bekçîtî-gizîrtiye !….

27/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
LEHENGÊN HEFTANÎNÊ,  EFRUZ-Î  CÎHAN IN
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Demeke dirêj e ku Herêma Başûrê Kurdistanê di rojeva Kurdan de ye. Sedem jî PDKê ye ku bûye şûrê di kalanê dewleta Tirk de.
Her kesî, partî, rêxistinên sifîl, rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û kesayetên serbixwe, banga “îtîdalê”, “aql-i selîm” kirin.
Bersiva rayedarên PKKe jî, ya rayedarên PDKê jî têne zanîn. Di tevahiya şîrove û nirxandinan de, diyalog hate xwestin û daxwaza Yekîtiya Neteweyî hate kirin.
Rastî yek; 20 sal in PDKe ji yekîtiya neteweyî direve. Bi vê reva xwe, PDKe, eşq û heyecana beriya bîst salan ku li Hollanda Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê KNKê, hate avakirin, li ser kevirê teneşîrê dirêj kir.
Dîse jî KNKê, di mercên giran de, li hemberî êrîş, zext û girtinan, 20 sal in, PDKe jî di nav de, ji bo kombûna hemû partiyên Kurdan dibin yek sîwanê de, bê rawestandin kar kir.
Ji bo bûyera naxoş jî, KNKe, şandeyek şiyande Başûrê Kurdistanê û bi hemû partî, saziyên civakî û rewşenbîran re hevdîtin kirin. Lê PDKe, heta îro bersiv nedaye daxwaza hevdîtina şandeya KNKê.
Rastî du: Ev jî despotîzma bêdeng e!…
Herî dawî, bi pêşengiya KNKê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê –KPU civîna şêwrê, ji bo rê girtina şerê Kurd bi Kurdan re hate pêkanîn. Encam jî banga “îtîdal” “aql-i selîm” û rêgirtina li pêşiya şerê navxweyî bû.
Lê xuya dike ku siyaseta PDKê, xwedî kehanetek mezin e, tenê guhdariya xwe dike: Ji gel û i tezên zanistî dûr e. Ev jî, di felsefeya siyasî û zanista sosyolojîk de nine. Ne Machîawellî, ne Nizamulmulk dikarin navekî li vê siyasetê bikin.
Di aliyê îktîsadî de jî Keynes nikare navekî lê bike.
Siyaseta copy ya copy heye û ev siyaset, nikare di civakan de guhertinên sosyolojîk bike.
Soyolojiya gelan, karekî avakirinê ye, yanî mîmariya paşerojan e.
Rastî sê: Kesên ku meşreba dîrokê venexwe, nikare şîraza paşerojan çêbike. Lîderên ku dîrokê nizanibin, nikarin paşerojan ava bikin û ji “sedeqata” civaka xwe dûr in.
30 sal in statuya Herêma Başûrê Kurdistanê heye, lê û mixabin; Yek: Hemû lîderên partiya BAASê, xizmên Saddam Huseyn, kurê Elî Kîmyewî li Hewlêrê ne. Du: dijminê gelê Kurd, Ittihadiyên dewşirme, ku sed sal in, Kurdan înkar û qir dikin, îro jî bi êrîşên dagirkeriyê dixwazin Herêma Başûrê Kurdistanê dagir bikin, baregehên leşkerî, tora sixûriyê avakirine. Sê; desthilatdariya herêmê, nikare mûçeyên mamoste û karmendan bide.

Rastî çar: Li Başûr, rekabeta partiyan di “şehawet”a berjewendiyan de heye. Vê jî partî kirine şûrê di kalanê dijmin de. Bi saya Îttîhadiyên dewşirme ya eslî Tirkiyê û copy BAASê jî sîstema “bekçîtî-gizîrtî”yê derketiye holê.
Di sîstemên bekçî-gizîrtiyê de, lîderên siyasî muxtar in. Vê jî, di nava 30 salî de, li gel sosyolojiyê, “îktîsad”a herêmê jî pûç kiriye.
Rastî pênc; Ev rewş gihiştina sîstema, Sadam, Hîtler û Musollînî nêzîk dike!…
Eger di 30 salî de, heremek xwedî statu be û nikaribe di nexşeya polîtîqeya cîhanê de cih bigire, tê wateya ku li wê herêmê siyaset nine; mîtolojiya gel heye, ya partiyên herêma Başûr nine..
Rastî şeş; Dîrok, zaroka dema xwe ye û li Herêma Başûr dîrokek “muhterîs” heye û bi destê PDKe, bûye mehûya ku zarokên xwe dixwe.
Mînak: Desthilatdariya Herêma Başûr, bi peymanan jî; Yek, peymana petrol ya bi Tirkiyê re… Du, peymana bi Baxdayê re…, li dijî berjewendiyên gelê Kurd e.
Di şerê yekemîn yê cîhanê de, Kurdistanê hate parçeêkirin û 4 dewletên tempon li ser xaka Kurdan hatin ava kirin. Îran ne di nav de, li sê dewletên din, Tirkiyê, Suriye û Iraq, kesên xwedî zihniyeta Ittîhad û Terakî bûne desthilatdar.
Tirkiyê, eslî Îttîhad û Terakî bûn û hîna ew in..
Suriye û Iraq, copy yên Îttîhad û Terakî bûn. Partiya BAASê jî berhemê wê zihniyetê ye.
Piştî ku Herêma Başûrê Kurdistanê, di aliyê fermî de hate erê kirin; A), Lîderên partiyên herêmê xwe di aliyê zanistî de têr nekirin… B) Xeşîmî bû sedema ku, her du partiyên sereke pala xwe bidin dijminên xwe… C) Hişmendiya azadiyê, hêdî cih da zihniyeta BAASê, Baasê copy e, ev jî tê wateya copy ya copy!…
Rastî heşt: Copy ya Copy, bizrekî pûç e wek belge jî nayê qebûl kirin. Lewma lîderên Başûrî nebûne Kurdistanî, herêmî man û nebûne bedena gel.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.