Faruk SAKİK
Di 26’ê Mijdara 1978’an de dema ku 22 kes ji Amedê û ji hin deverên din ber bi gundê Fîsê bi rê ketin, haya tu kesî ji vî gundî tune bû. Di nav van 22 kesan de bi tenê 2 jin hebûn û yek ji wan Sakîne Cansiz bû. Ew roj biryara partîbûnê hat dayîn û nav jî wek “Partiya Karkerên Kurdistan” hat destnîşankirin. Lê diviya ev nav heta demekî nehata eşkerekirin. Li benda çalakiya Sîweregê bûn.
Piştî salek dema ku partîbûna Apociyan a bi navê PKK’ê hat deklerekirin, êdî tu kesî bi çavê gundekî ji rêzê li Fîsê nenêrî. Fîs êdî weke navendeke pîroz bû. Navendeke heviyê bû. Sîwana netewek bû. Hêvî hatibû afirandin û ji her deverên Kurdistanê kurdistanî li dora vê hêviyê kom dibûn.
42 sal e li ser Fîsê nivîs tên nivîsandin, di axaftin û dokumanteran de tê tarîfkirin. Lê disa jî kêm tê tarîfkirin. An 42 salên berî Fîsê an jî 42 salên piştî Fîsê kêm tê vegotin.
Em dîsa her tiştî deynin aliyekî û ji pencereyeke nû li Fîsê binêrin. Di 27’ê Mijdarê de li Fîsê, li mala Zogurluyan atmosferek çawa hebû. Li diwarê vê malê çi daliqandibûn? Çi kilîm û xalî raxistîbûn? Rêber Apo li ser kîjan kursiyî rûniştibû? Çi xwarin û vexwarin hebû? Ew sihanên wan xwarinan li ku derê ne? Roj were Kurdistan azad be, em ê van giradan li ku derê bibînin da ku bînin li Muzeya Dîroka PKK’ê de bi cîh bikin.
Rast e, Partiya Karkerên Kurdistan-PKK hatibû avakirin. Maratona azadiya Kurdistan bêsekin û bênavber dest pê kiribû. Lê, hêviya ku li Fîsê dest pê kiribû ji bo kurdan ne bi tenê hêvî bû. Ev hêvî di destpêkê de li Tirkiyê û piştre li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan bû hêvî. Hêviyeke wisa bû, bi qasî gelan keyfxweş kiribû ewqas jî dijminên gelan zikreş kiribû.
Dema ku di Şerê Cîhanê Sêyem de eniya Rojhilata Navîn de şer dest pê kir, li pêşiya wan hêza herî mezin, bi tenê PKK hebû. Êrişî vê hêzê, rêber û vî gelî kirin. Ev êriş, êrişeke îdeolojîk bû. Ramanên Ocalan ên ku roj bi roj li cîhanê belav dibûn û bersiv didîtin, wan tirsandibû.
PKK partiyeke wisa bû; bi 3 tîpan “P-K-K” dihat nivîsandin lê ev tenê kurtenavek nebû. Îroj derkevin kolanan ji nifşa nû bipirsin, PKK tê çi wateyê? Gelek kes wê bersiva ‘Partiya Karkerên Kurdistan’ nedin. Di nav civakê de ewqas hêvî afirandiye ku tu kesî li 3 tîpên P-K-K nenêriye. Kesî pirs nekir çima ‘Karkerên Kurdistan’ . Bi aliyê têkoşîna PKK’ê ewqas bawerî anîbûn, nizanibûn ku PKK çi ye jî. Lê em baş dizanin wê hin bersivê wiha jî bidin: PKK azadî ye, têkoşîna li dijî dagirkeran e, azadiya jinê ye, kelemê çavê dijmina ye, şoreşa gelan e û gelek tiştên din e.
42 sal piştî Fîsê PKK bû destaneke vejînê. Bû vejîna neteweyî. Têkoşîna ji 42 salan kir ku gelê kurd bibe gelekî ji bo jiyaneke azad û demokratîk têbikoşe. Ji çar aliyê Kurdistanê hatin wek gerîla di bin sîwana ku li Fîsê vebûye de kom bûn. Ji bo welatekî azad şer kirin.
Sîwana ku li Fîsê vebû, bû bingeha yekitiya netewî jî. Kurd hatin di bin wê sîwanê de yekitiya xwe ava kirin. Û di vê têkoşîna 42 salî de gundek, kolanek, taxek, bajarokek, bajarek nema ku ranebû ser piyan. Ji bo Kurdistaneke azad gelek tişt bi dest xistin.
Di roja me de jî êrişên li ser sîwana Fîsê bênavber dewam dikin. Êrişî destketiyên Rojava, Şengal, Mexmûr û Qendîlê dikin. Lê ruhê baweriya ku li Fîsê hatî afirandin vê sîwanê diparêze.






