Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Geştiya Erdogan îmdat (SOS) dike

23/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma li ser kavilan
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Pergala yek kesî ya ku di referandûma 2017’an de weke dermanê hemû pirsigrêkan bi civakê dan qebûlkirin piştî 2 salan rûxiya. Erdogan û hevalên xwe di bin kavilan de îmdat (SOS) dikin.

Erdogan keseke pragmatîst e. Berjewendiyên xwe û ya desthilatdariya hikumeta xwe bi ser her tiştî re digre. Di pêvajoya desthilatdariya xwe ya 18 salan de her tim tenê yek hesabeke Erdogan hebû. Ew jî dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe bû. Ji bo desthilatdariya xwe winde neke tiştê ku neke tune ye. Lewre siyaseta wî ji fetl û fêtan pêk tê. Tiştê ku îro bike dibe ku sibê sedî sed bervejaiyê wê tevbigere, tiştê ku îro bibêje dikare sibê sedî sed bervajiyê wê tiştan bibêje.

Mutabaqata dîrokî ya dolmabahçeyê ku pêşeroja Tirkiyeyê rizgar dikir kir qurbaniyê wan hesabên xwe yên biçûk. Bêguman fetl û fêtên wî tenê ji siyasetê pêk nayên, di heman demê de dikare dost û hevalên xwe jî yek bi yek ji desthilatdariya xwe re bike qurbanî. Lewre dost û hevalên wî yên ku 18 sal berê bi wî re bûn îro xeynî 1-2 kesî kes pêre tune ye.

Redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê û şerê topyekunê 5 salan ê li dijî civaka kurd geştiya desthilatdariya Erdogan a ku 18 sale di oxira wî de gelek tişt feda kiriye îro noqî avê kiriye. Ji hêla siyasî û aboriyê ve bi têkçûyineke mezin re rûbirû hiştiye. Erdogan êdî dibîne ku têkçûyina berxwedana kurd nepêkane û bi bilindkirina hestên nîjadperestiyê jî êdî nikare desthilatdariya xwe biparêze. Lewre, ji bo rizgarkirina desthilatdariya xwe ketiye nava hewldanên cûrbicûr. Bi lavelav îmdat (SOS) dike, hewar dike lê tu kes dengê wî nabihîze. Hemû rê û derî yek bi yek li rûye wî têne girtin. Tu kes qedir û kîmetek nade wî, ti rûmetek jêre nemaye û kes bawerî pê nayne.

Erdogan neçar ma careke din bang li Ewropayê bike û bibêje; “Em pêşeroja xwe di Ewropayê de dibînin, emê bi nirx û pîvanên pergala we ya kapitalîst ve girêdayî bimînin, emê vegerin ser nirx û pîvanên demokrasiyê û di warê hiqûq û aboriyê de reforman çêbikin û bi her awayî sermayeya we ya li Tirkieyeyê biparêzin” Pişt re wezîrê Edaletê jî qîr kir û piştgirî da hewara Erdogan.

Belê Erdogan ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe dikare ji nişkeve berê siyaseta xwe 180 derece bizivîrîne lê îro weke berê bi tena serê xwe nîne û vegera wî weke her carî nehêsan e. Şirîkê wî yên desthilatdariyê yên weke MHP û Ergenekoniyên nîjadperest û faşîst hene û mehkûmê wan e. Ew nikarin wekî Erdogan berê siyaseta xwe 180 derece bizivirînin û dê destûr nedin Erdogan jî wisa bi hêsanî berê siyaseta xwe bizivirîne û ji xeta siyaseta wan a faşîst û qirker dûr bikeve.

Piştî di 11 û 14’yê mehê de Erdogan û di 13’yê mehê de wezîrê Edaletê qala reform, hiqûq û demokrasiyê kirin geşedanên ji wan rojan vir ve rûdidin nîşan didin ku pêkhatina reform, edalet û dempokrasiyê li vî welatî nepêkan e.

Di nava van çend rojan de ji bo şaredarên muxalîf yê Stenbolê lêprisîn dan destpêkirin, ji bo yê Îzmîrê giştînameya bêdengkirinê derxistin. Hemwelatiyên ku li kolanan desthilatdariya wan rexne kirin avêtin zindanê. Serok çeteyê mafyayê yê ku bi efûya wan a taybet ji zindanê derketibû bi şêvazeke herî bêexlaq serokê partiya muxalîf a herî mezin tehdît kir û gef lê xwarin û bi serde şirîkê Erdoganê biçûk Bahçelî ew parast. Ya herî girîng jî weke ku ji Erdogan re bibêjin me li ser qirkirina kurdan li hevkiribû, heke reform hebe jî hewceye di wê reformê de ji bo kurdan tiştek tune be û dê qirkirina kurdan berdewam bike û di 20’ê mijdarê de jê 32 parêzer biryara girtina 101 kurdî dan.

Kurtahî bi van hewldanên xwe ji Erdogan re gotin em destûr nadin reform û guherînan. Heke tu peymana me bin pê bikî û ji xeta me dûr bikevî emê desthilatdariya te tine bikin. Erdogan neçar ma ji du vebjêrkan yekî qebûl bike. An desthilatdarî, an reform.

Di axaftina kongreyên partiya xwe yên 22’yê mijdarê de Erdogan biryara xwe eşkere kir. Ji bo berdewama desthilatdariya xwe ji şirîkên xwe lêborîn xwe xwest û spasiya xwe ji wan re kir û got, ez sedî sed bi peymana di navbera me de girêdayî me, derûdoran têgeha reformê şaş fêm kirine, qet meraq nekin ez tu caran têkçûna xwe ya li Kobanê jibîr nakim, dê qirkrina kurdan berdewam bike, berdana S.Demîrtaş û O.Kavala nepêkane.

Diyare ku çûna Erdogan a ser xeta faşîst a qirker hêsan bû lê dûrketina wî dê ewqasî nehêsan be. Erdogan bi destê xwe dûvika xwe daye dest wan, heta geştiya wî noqî avê nekin û heta wî nexeniqînin dê ber nedin.

Mezinên me belesebeb negotine derdê ku mirov bîne serê xwe derman jêre tune ye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.