Medeni FERHO
Haraketa Azadiya Kurd, çar parçeyên Kurdistanê kirine dibîstan. Dersa mezin; evîna mezin e, encam qonaxek nû ye..
Kûrd ne Kûrdên berê ne, êdî wateya xwe dibîne: Kurd êdî ne kor in, dora xwe jî, cîhanê jî dibînin.
Zanebûn, îrade ye!…Ji bo vê sê tişt lazim in, xwe naskirin, xwe naskirin naskirina dijmin e, naskirina dijmin naskirina welat e, naskirina welat eşqa mezin e.
Ocalan dibêje, “min mirin kuşt”. Kuştina mirinê li Kurdistanê, parçekirina gora betonî ye!…
“Di darîstanek sinsilî û tarî de meş”; ev gotina Ocalan e. Ocalan her dem di cihên bilind re meşiye, meşa di cihên bilind de, pêkanîna rîtm û ahengiya orkestra jiyanê ye.
“Şêwaza karkirina me jî, wek bi derziyê kolana çalekê ye”; ev gotina Ocalan, tê wateya têkoşîna dijwar ya li Kurdistanê û meşa di pêpelûkên jiyana azad de, dîrokî ye!…
Dîrok mamoste ye, ders yek; her lîderê Kurd mecbur e bibe baqek ronahî… Ders du, ti lîderên Kurd nebûne hemû Kurdistan… Ders sê, Ocalan hemû Kurdîstan e!…
Dema Kurd dibêjin, azadî, heq, hiquq û maf, ne jin, ne keç, çekên dewleta Turk-î îslamî dilîlênin. El heq; bêyî êrîşa li dijî kozik û çeperên dagirkeran, azadî nayê bidestxstin.
Sernavê helbesta Selma Gulî, “Qendîl, di dilê salê de” ye. Dawî, “Li kê pîroz bikin vê kale-salê? / Li Şingalê, yan lî Qendîlê,” mînel ders!…
Ocalan, bi gotina “em dikarin bibin Kurd”, yekemîn dersa KURDÎTOPYA a. 15ê Tebaxê, neştera li bedena KURDITOPYA li ser kevirê teneşîrê ye!… Heftanîn wê bibe neştera dawî ya li KURDÎTOPYA!…
Aşq û şer, destdûbirakên hev in. Di şer de hin dibine aşiqê dijminê xwe, hin dibine bedena gel. Kesên dibine beden serdikevin. Cûdatiya PKKê û PDKê ev e!…
Li Tirkiyê faşîzm bi beden bûye; l i Kûrdîstanê dîrok bi beden bûye… Encam, li Tirkiyê şerm, li Kurdistanê rûmet û serbilindî heye!…
Siyaseta qeyûm, zûbûk-nameya Ezîz Nesîn e; berxwedana HDPê, navê pirtûka Benjamîn Barber, “Demokrasiya Bi Hêz”e!…
Mele Ehmedê Koyî dibêje, “helbesta Kurdî agir e”, Kurd Bîrahîmên di agir de ne. Ev xezeba Nemrûd e. Nemrûd di dîrokê de kelaş e. Encam sahîh e, piştî çil salî, ne çîrokên travoto, destan derketin holê.
“Ez gula di kevir de me”, ev gula di kevir de, di meşa Ocalan’de bû; “ez militan im”. Van gotinan, evîna mezin afirand.
Mihemed Şêxo welat kiriye gul, Ocalan, ji bo gulê bûye bilbil; lewma dengê wî, bû dengê sedsalê.
Faşîzm hibra sor e, Komara Tirkiyê, nasnameyên Kurdên Bakur bi hibra sor mohr dikirin. Faşîzm mirovan dike kêzik. Divê hemû mirovên li Tirkiyê pirtûka Kafka, “Veguherîn-Kêzik” bixwênin û xwe bibînin.
AKP û REÎS ji Kurdan û dîrokê ditirsin… Ji tirsa Kurdan sîstema tecrîd û qeyum ava kirin, ji tirsa dîrokê Mutabaqata Dolmabahçe îmze kirin û piştre tifa xwe alîstin.
Josepf Nyary, di pirtûka ARAS de dibêje; Mirina bajaran jî wek ya mirovan cûda ye… Faşîzma Tirk xwest bajarên Kurdan bikuje, Kurdan berdêl dan, sendrom, li ferhenga Turk-î Îslam zêde kirin.
Sendrom, darbeya li şahdamar e; Heftanîn sendroma dawî ya Turk-î Îslam e!..
Mirov gotin e, gotin berpirsiyarî ye, dîrok têgihiştina vê berpirsiyariyê ye!…
Ji bo Kurdan berpirsiyarî mecburiyet e, di mecburiyetê de welatparêzî heye, reva ji vê “Kurdê mirî” ye. dijmin hej ji Kûrdên mirî dike!…
Di nava min de agireki bi rimi heye, mêjiyê min ronî dike, şîroveya wê, ah mînel aşq!…
Rewşenbîrên Kurd ji “ah minel eşq” dûr in, tirsonekên dîtin û baweriya xwe ne!…
Rewşenbîr, aqilê xwe dike mertal, pênûsa xwe dike şûr û têkoşînê dike.
………………….
Aforîzma; cewherê gotinê…. Kin , rastî, bi wate û bi aheng gotin e.






