Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êdî Bes E Ji Te Re..!

20/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Dibe ku Luna Alşibil ‘qizmîş’ bibe û hinek postên xwe avêtibin. Lê nameyên wê seynala qonaxeke nû ji aloziya Sûriyê ne. Diyare serdana Elmemlûk gihaye hinek lihevkirinên nepenî û ne weke ku di ragihandinê de hatiye gotin. Bêguman ji peyvên Alşibil tê fêmkirin ku lihevkirinên nijadperest li dijî îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Belî ye dê piştî itîfaqa radestiyê ya Karabaxê, bi koordîneya Rûsyayê û hevkariya Trumpê binketî re, hinek konseptên qirêj li dijî vîna gelan bên meşandin. Daxuyaniyên Erdogan û civînên Rûsya-Tirkiyê yên vê dawiyê li Enqerê, vê yekê piştrast dikin. Lê ya girîng ku pêwîste bête zanîn ew e ku wê ev konsepta xiniz tenê di çarçoveya sînorên Sûriyê de nemîne, liv û tevgerên PDK li Başûrê Kurdistanê û dorlêgirtina li herêmên parastina medya, nîşaneyên konseptek topyakûn in. Ango ew xeta ji sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di nav de sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê heya deryaya Spî wê bibe xetek ji agir.
Faşîzma Tirk çawa ku li Efrînê kir li Karabaxê jî kir. Heman aliyên lihevkerên Efrînê îro li Erdsaxê jî li hev kirine û bûn sedema koçberkirina bi dehhezaran şêniyên wê herêmê. Rûsya bi van siyasetên xwe yên emperyal li şûna dostanî, pileya dijminatiya gelan li xwe zêde dike. Li her derê ku destwerdan kiriye bi Tirkiyê re li hev kiriye û li dijî vîna gelan şer kiriye. Wê encama vê yekê li ser dirustiya Rûsya ya siyasî xirab be û wê tenatiya siyasî jî bijî. Lê ya faşîzma ku pala xwe daye hêzên eşîr, partî, nûker û xwefiroşan, perelelî kirîzên siyasî, aborî û exlaqî yên hundirîn, hilweşîn encamek misoger e. Wê Trumpê binketî jî nikaribe tu destekekê bidê. Ji lew re berê xwe daye hêzên fena çeteyên DAIŞ, Elnusra, Elceyiş Elwetenî, hêzên teybet ên PDK’ê, Gulan, Roj û vê dawiyê çeteyên Afrîqyayê. Lê liv û tevgera navneteweyî jî diyar dike ku li hemberî keysbazî û qebedaytiya Erdogan û gurên wî, bloka “êdî bes e ji te re” tê avakirin. DYE û YE jî di wê ferqê de ne ku Erdogan sînorên jê re hatine xêzkirin derbas kirine û pêwîste şeqamek li rûyê wî bikeve ku bi ser xwe ve were. Daxuyaniyên Baydin yên di qonaxa hilbijartinê de, her wiha helwestên Fransa, Almanya û Holanda diyar dikin ku tova bloka li dijî siyasetên zordest ên Erdoxan hatine çandin. Her wiha xeta sor a ku Misrê li Lîbyayê jê re xêz kiriye jî hîna sor e. Ji xwe hemû hewldanên xwe yên li Somalê ku piştgiriya Etyobya li dijî Misrê dike deşîfre bûne û li wir jî bloka Afîrqya ya Misir, Sûdan û Lîbyayê hatiye avakirin.
Ji bo vala derxistina konseptên ku xatûna şêwirmend Luna Alşibil qalê kirine, pêwîste li Rojava îro berî sibê yekîtiya gelan li gorî hevpeymanên civakî ku hemû heyînan bigire nava xwe bête îlankirin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê pêwîste derhal hêzên ku vîna xwe li gorî hinek peymanên neft û gazê radest faşîzmê kirine, dev ji wê xeta kurtêlxwar berdin û berê xwe bidin cebheya hundirîn a ku gel dispêre nava xwe. Ji xwe Luna û cemaeta wê ewqas bê sinc bûne ku li ser xwîna gelên Sûriyê bazarên qirêj dikin. Ya ku rê li ber vê konseptê bigire; li şûna siyasetên xizmetî siyaseta faşîzmê, siyaseteke neteweyî bête avakirin. Di vê derbarê de PDK û hêzên bi ser wê de hewceyî lixwevegereke cidî ne. Wisa nebe, pêşeroja destkeftiyên Başûr ne dûrî yên Efrîn û Karabaxê ne. Kerkûk ne dûr e!.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.