Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP dixwaze vegere rûpoşa xwe ya 2002’yan

16/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedan rûmetdar dike
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

AKP di sala 2002’an de piştî encama qeyrana aboriyê bi rûpoşa xwe ya parazvaniya heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê hatibû ser kar. Piştî bidestxistina pergala dewletê û qayimkirina desthilatadariya xwe totalîter rôpoşa xwe danî û rûyê xwe yê faşîst û şerûd derxist holê.

Desthilatdariya AKP’ê bi saya wê rûpoşa xwe ya parazvaniya heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê hetanî sala 2012’yan lîberal û beşek demokrat jî di navde ji piraniya civakê piştgirî girt. Hemû dewlet, sazî û bankeyên cîhanê kaniyên xwe yên pereyan ji bo AKP’ê vekiribûn. Bi saya wan pereyan aboriya Tirkiyeyê di serdema xwe ya herî baş de jiya.

Piştî bi destxistina pergala dewletê û qayimbûna desthilatdariyê û hatina pereyên zêde yên ji derveyê welat desthilatdariya AKP’ê qanih bû ku êdî hewcedariya wan bi rûpoşê nemaye. Ji 2012’an şûn ve rûpoşa xwe danîn ruyê xwe yê faşîst û şerûd ê pîvan nenas, heq-hiqûq û edalet nenas ê dijminê demokrasiyê derxistin holê.

Bi danîna rûpoşê re li hundir hemû muxalîfên xwe dijmin îlan kirin, sazî û rêxsitnên derve yên navneteweyiyên ku heta wê rojê piştgiriya wan dikirin û pere ji wan re dişandin hemû weke hêzên derve yên ku dixwazin bi destwerdanê desthilatdariya wan tasfiye bikin nîşan dan.

Ji 2012’an vir ve ew sermayeya siyasî û aboriya ku ji 2002’yan heta 2012’yan dibin wê rûpoşê de ji hundir û ji derve komkiribûn dixwin. Lê ew sermayeya siyasî û aboriya ku wan pişta xwe dabûn ê û bawer nedikirin dê biqede qediya. Ji hêla siyasî ve di qada navneteweyî de tecrîd bûn û bi tena serê xwe man, jê hêla aboriyê ve bi trajediya qurbandayina zava Berat Albayrak re rûbirû man. Ya herî girîng dîtin ku heke di faşîzma xwe de israr bikin qurban dayina zava dê wan xelas neke û dê ew bixwe jî bi aqûbeta hevalbendê xwe Trump re rûbirû bimînin.

Piştî ku di her warî de bi têkçûyineke mezin re rûbirû man û xezîneya dewletê ket bin sifirê û rojên reş xwiya kirin weke ku ji jor ve kevirek hatibe li orta serê wan ketibe û mêjûya wan çeliqî be heq, hiqûq, edalet, nirx, pîvan û demokrasîya ku 8 sale qet nediket bîra wan ji nişkeve bibîr anîn.

Weke ku 18 sale ew nedesthilatdar bin, weke ku wan heq, hiqûq, edalet qetil nekiribe, weke ku wan bi hezaran kesên bêsûc bêguneh nekiribe zindanê, weke ku wan bin navê pergala qeyûm de vîna civaka kurd desteser nekiribe, weke ku pergala Îmraliyê ya îşkenceyê negirêdayî wan be, weke ku wan xezîneya Tirkiyeyê li xwe û li rantxwirên xwe parve nekiribe, weke ku wan bi desthilatdariya xwe ya totolîter û faşîst a yek kesî kêmdemokrasiya heyî tune nekiribe, dixwazin careke din bi rûpoşa xwe ya 2002’an raya giştiya Tirkiyeyê û cîhanê bixapînin.

Erdoganê ku heta 10’ê mijdarê di hemû axaftinên xwe de hemû hêzên derve dijminên dewleta tirk îlan kiribû û sedema têkçûyina aboriya xwe ew nîşan didan di axaftina komcivîna partiya xwe ya 10’ê mijdarê de hemû gotin û îdayên xwe yên berê pûç kirin û bi lavelav destê xwe dirêjî wan kir. Erdogan di axaftina xwe de got ; “ Emê di pergala aborî, dadmendî û demokrasiyê de pêvajoya seferberiya reforman bidin destpêkirin.” Ev li xwe mikûr hatina têkçûyina aborî û tinebûna edaletê bû. Ew jî dizane ku di bingeha têkçûyina aboriyê de tunebûna heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê heye. Bi kurtahî got ji bo hatina sermayeyê çi pêwist be emê bikin. Diyar bû ku ji hêla aboriyê ve di tengasiyeke mezinde dijîn û xelasiya aboriya xwe û desthilatdariya xwe di hatina pereyên ji derve de dibînin. Lewre ji bo hatina pereyan qala reformên lezgîn dikin.

Piştî Erdogan wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul weke ku bi salane ew ne wezîrê Edaletê be û di serdema wî de edalet nehatibe qetilkirin wiha got; “Bihêlin bila edalet were cih piştre dixwaze bila qiyamet rabe. Daxwaza me ji dadger û dozgeran ev e. Hewceye dadger û dozger goh nedin hinek kesan û derûdoran. Tenê makezagonê esas bigrin û goh bidin wijdana xwe. Em bang li dager û dozgeran dikin ku bi sekneke xurt piştgiriya pergaleke adilane bikin. Bila neyê jibîrkirin ku ji bom e daraza bêgirtin esase.”

Piştrejî lijneya bilind a dozger û dadgeran (HSK) a ku wezîr Gul bi xwe serokê wê ye lîsteya dozger û dadgerên ku heta niha bi biryara xwe Osman Kavala di zîndanê de hiştine dixwaze.

Mirov bêhemdê xwe dibêje hela hela. Gelo ew dadgehên ku bi salane kesên weke Selahettin Demîrtaş, Fîgen Yüksekdag, Osman Kavala û bi hezaran muxalîfan bê sûc bê guneh di zîndanan de digirin û biryarên Dageha Bilind a Tirkiyeyê û DMM a Ewropayê nasnakin negirêdayî vî wezîrî ne.

Wisa xwiya dike ku di wan raformên ku qal dikin de ji bo hemwaletiyên Tirkiyeyê, bi taybet ji bo civaka kurd dê tiştek tune be. Reform tenê ji bo sermeydarên ku ji derve pere bînin re pêk tên. Heq, hiqûq, edalet û demokrasiya ku Serokomar û Wezîrê Edaletê qal dikin ji bo hemwelatiyan ne derbasdarin. Tenê ji bo sermayedarên ku ji derve de pere bînin re derbasdar in.

Heta ku xespkirina şaredariyan, derhiqûqiyên qayûman, bêsûc bêguneh girtina bi hezaran muxalîf û siyasetmedaran, mexdûrkirina di biryarên di hukmê qanûn de (KHK’yan) dewam bike pêk anîna reforman bêwateye. Tenê û tenê weke her carî xepandine.

2002’yan de yên ku ruyê AKP yê rast nedîbûn baweriya xwe bi rûpoşa wan anîn û rêya desthilatdariyê li wan vekirin. Lê niha hemû kesî ruyê wanê rast ê faşîst û dîktator dîtiye. Lewre hewldanên wanên careke din bi rûpoşa 2002’yan xapandina civakê dê bisernekevin.

Hasilî kelam, heta hişmendî heman hişmendî be bi hezaran reform çêbibin jî bêwate ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.