Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PDK çi kir û çi nekir?

16/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Rastiya Barzaniyan di dawiya Komara Kurdistanê de zelal bû. Her tişt, dema ku Mele Mistefa Barzanî tevî 500 peşmergeyan Komara Kurdistanê di nava lepên Îranê de hişt û ket ser rêya Rusyayê dest pê kir. Dema di Tirkiyê re derbas dibûn, bi dewleta Tirk re peymana “dostaniyê û neêrîşkirinê” îmze kir.
Li gorî lihevkirina vê peymanê tevgeriyan. Mele Mistefa Barzanî wasiyetek waha hiştibû;
“Komara Tirkiyê dostê min e. Destûr nedin ku yek fîşekek jî li dijî Tirkan were bikaranîn.”
Zarokên wî jî ev wesiyeta wî yek bi yek pêk anîn û îro jî li gorî vê yekê tevdigerin.
PDKê çi kir?
Di 1968’an de li Rojhilatê Kurdistanê Silêman Muîmî dema ku xwest şerê gerîla bide destpêkirin, di 15’ê Gulana 1968’an de ew kuştin û cesedê wî radestî Îranê kirin.
PDKê çi kir?
Li Bakûrê Kurdistanê Saît Kirmizitoprak û Saît Elçî, PDK-Tirkiye avakirin. Dr. Saît Kirmizitoprak dixwest şerê çekdarî bide destpêkirin. Dewleta Tirk ji PDK’ê rê li ber vê yekê bigire, wan jî vê daxwazê pêk anîn. PDK, di 1961’an de herdu Saît’an kuşt.
PDKê çi kir?
Di 1979’an de 700 peşmergeyên YNK, yên di bin fermandariya Alî Esker de, li herêma Behdînan ketin kemîna peşmergeyên PDK’ê. Pêşmergeyên PDK’ê ku di bin fermandariya Samî Abdûrehman de bûn, 600 peşmergeyên Elî Esker qetil kirin û Elî Eskerê birîndar bi moşekê kuştin.
PDKê çi kir?
PKK di 1984’an de dest bi şerê çekdarî kir. Piştî şerê çekdarî PDK peymana ku di 1983’yan de bi PKKê re îmze kir, yekalî betal kir. Soz dabûn dewleta Tirk û li ser vê soza xwe jî digotin;
“Ji îro pê ve em qebûl nakin ku PKK li heremên di bin kontrola me de bimînin.”
Di 1992’yan de şerê Başûr dest pê kir. Pêşmergeyên PDK’ê li kêleka artêşa Tirk êrîşî PKK’ê kirin
PDKê çi kir?
Di 14’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê êrîşî birîndarên PKK’ê yên li nexweşxaneyê kirin. Bi dehan şervanên birîndar şehîd bûn. Ev êrîş bi navê “komkujiya Hewlêrê” dederbasî nav rûpelê dîrokê bû. Dewleta Tirk xwest, Barzaniyan jî pêkanîn.
PDKê çi kir?
Di 2020’an de, bi taybeti pişti serdanên di hikûmeta Tirk û hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê zêde bûn, PDK’ê şerê li dijî PKK’ê xist rojeva xwe. Piştî demekê jî dîsa li ser daxwaza dewleta Tirk, PDK’ê li Garê û Metina pêşmerge û çekên giran bicih kir û amadekariya şerek mezin dike. Bi vî awayî Dewleta Tirk dixwaze PDK’ê li dijî PKK’ê bikar bîne.
PDK çi nekir?
Piştî sînorên herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin, biryar da ku ji bo statuya hin hereman jî bi xala 140’an refarandûmek pêk bînin. Derfetên dîrokî di destê Barzaniyan de bûn, lê wan ev yek pêk neanîn.
PDKê çi nekir?
Di 2014an de li Hewlêrê Konferansa Yekitiya Netewî hat lidar xistin. Ber bi kongreya netewî ve diçûn. Lê PDK, tevlî vê xebata ku wê xeyalên Kurdan yên sedsalan pêk bihata, nebû.
PDKê çi nekir?
Di 2014an de dema ku DAÎŞ êrişî Şengal û Mexmûrê kir, hêzên xwe paşve vekişand û bajêr neparast.
PDKê çi nekir?
Di 2017’an de piştî refaradumê hêzên dagirker êrişî Kerkuk û heremên din kirin, 52 ji sedî axa Kurdistanê neparast û ji dest da.
PDKê çi nekir?
Îroj li her deverî deng bilind dibin û ev bang li PDK’ê dikin; Dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde, lê PDK vê bangê nabihîze.
Heger PDK di vê helwesta xwe de bi israr be, dive Kurd jî, wan li derveyî xebatên yekitiyê bihêlin û yekitiya netewî ava bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.