Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarenûsa 3 xanedanan!

16/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Di pir medya û malperan de, ev xanedanan bûn mijjara gotinê; xanedana Trump, Receb û Berzanî.
Bi giranî di van salên dawî de, hema hema ji her alî ve van malbatan/xanewadenan, qedera xwe bi hev ve girê daye û di her warî de; îdarî, siyasî, aborî, civakî û hwd. jiyana wan şibiyan hev.
Her çendî Trump, bi navê modernîteyê an jî modernîta kapîtalîst û fermî weke Reis/Serok tevgeriya, lê Receb û Berzanî, di radeya feodalî, olî û eşîretî, lê wan jî li goreyî xwe yasa û fermiyet bi darê zorê û sixtekarî Reis/Seroktiya xwe ragihandin.
Her ku dijberiya wan bi hêz bû, wan jî erkê desthilatiyê tengtir kirin. Di van her du salên dawî de, hevalbendên(hevrêyên) xwe yên despêkê, yek bi yek ji desthilatiyê dûr xistin, mirovên ji malbatê xistin desthilatiyê; şwîna wan. Ji xwe di dema dawî de hema hema desthilatî bi temamî kirin yekdestî; ew û kurê xwe û zavayê xwe!
Mirov bala xwe dide her sê Reîsan, weke ku ji hev kopya kiribin; Trump û zavayê xwe Kushner, Receb û zavayê xwe Berat(Selçuk jî heye, xwedanê IHA û SIHA) û kurê xwe Bilal , Mesûd û zavayê(him birazayê)xwe Neçîr û kurê xwe Mesrûr. Em mafê Trump nexwin, piştî têkçûna hilbijartinan, kurê wî yê mezin Ji. derket holê û xwedê giravî xwe ji bo Reistiya 2024’a a Emrîka amade dike.
De kerem bike vê sedsala 21’ê! Çi modernîte, çi şaristanî! Civak avêtine hêlekê, radestî ûjdanê Coronavîrus kirine, ji bo parastin û temendirêjiya desthilatî û jiyana xwe ya takekesî jî, çi siyaseta gemar, bê ûjdanî, bê exlaqî û bê edaletî hebe didin meşandin.
Bi zanebûn dibêjim takekesî-ji xwe civak û mirovahî ne xema wan e- lewma nabêjim malbatî jî, ji ber ku zihniyeta wan, di encamê de rizgarkirina jiyana takekesî ye, xema wan ew bi tenê ye, ne malbate û ne civak e.
Lê wisa diyar e, êdî çendîn xwedanê derfet û hêza dewletî bin jî, nema dikarin temendirêj bin. Ji aliyê naskirina sixtekarî û derewkeriya wan ve zêde pirsgrêk nemaye, civak bi giranî êdî wan baştir nas dikin û desthilatiya wan naxwazin.
Bi tenê di destê van reîsên zalim de, bi karanîna hêza zordestiyê, kotekiyê maye. Bi vêna civakê û gelan ditirsîne. Ji ber ku civak û gel, li devera ku têra xwe bi rêxistin nebûne bandora tirsê heye. Lê deverên ku gel û civak xwe lê bi rêxistin kirine û bûne xwedî îrade, ev zaliman pir jê ditirsin û lewma bi hemû hêza hevbeş êrîşî ser wê îradeyê dikin.
Nuha ew êrîşên bi giştî yên li ser gelê me û Tevgêra Azadiya me û Rêberiya gelê me, bi taybetî jî hewldanên pêkanîna şerê navxweyî yen li her çar parçeyên Kurdistanê jî encamê vê tirsa wan e.
Wa ye reisê reisan Trump’ê wan têkçû, têkçûna hevçarenûsên wî Receb û Berzanî jî nêztir dibe!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.