Zekî BEDRAN
Bakur-rojhilatê Sûriyê li hemberî bedelên giran hat rizgarkirin. Rojhilata Navî di nava krîzeke kûr de bû. Dewlet-netewe, rêveberiyên navendî bêhn li gelan çikandibûn. Piştî 2010’an gera gelan û serhildanên wan rejimên heyîn hejandin. Serhildanên civakî ku tê gotin Bihara Ereban” hin rêveberî ji ciyê wan rakirin. Lê li Sûriyê pêvajo ber bi şerekî navxweyî ve çû. Din ava vê krîza giran de ku em jê re dibêjin şerê cîhanê yê 3. Bakur-rojhilatê Sûriyê weke mûcîzeyekê derket holê.
DAIŞ, li Iraq û Sûriyê bilez pêş ve çû. Herêmên fireh xistin destê xwe. Artêşên her du welatan jî nikarîn li pêşiyê bisekinin. DAIŞê jî bi cesareta ji vê girtî êrişî deverên weke Kobanê kir. Dixwest kelemên li pêşiya xwe tevan rake. Bi rênîşandana Tirkiyê bi taybetî dijminiya Kurdan kir. Lê Kurdan bi fedakariyeke mezin ev xeter şkand. Kurd bi bernameyeke demokraktîk karî gelên Sûriyê tevan himbêz bike û tev de tev bigerin. Bi hevkariya Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmenan DAIŞ ji Reqa û Dêrezorê derxistin. Li van herêman rêveberiya Şamê nemabû. Jixwe ji ber şerê li herêmê hêzên rejimê paş ve kişiyabûn. Li bakur-rojhilatê Sûriyê li deverên hatîn rizgarkirin gelan bi hev re rêveberiyên demokratîk ava kirin. Bi avakirina komîn û meclisan dest bi rêvebirina xwe kirin. Teqlîda modela dewletan nekirin. Rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin. Ne li Sûriyê tene li Rojhilata Navî gelek tiştên nû anîn. Jinan bi tevlîbûna xwe rengê xwe da şoreşê. Ji bo wê ji vê şoreşê re hat gotin şoreşa jinê.
Ev serkeftin tev din ava şer de û di binê dorpêçê de çêbûn. Li Sûriyê pirsgirêk çareser nebûne neketine binê ewlekariya destûrê. Ji ber wê herêmên rizgarkirî hê di binê xeterê de ne. Emerîka, Rûsya û hêzên herî bibandor yên dinyaê ketine Sûriyê. Dewleta tirkî ya faşîst jî beşeke girîng ya erdê Sûriyê dagîr kiriye. Lê bi dagîrkirinê tenê nemaye, dixwaze herêmên dagîrkirî fireh bike. Bi taybetî dixwaze gelê Kurd ji meydanê rake. DAIŞ, El Nusra û çeteyên din li dora xwe kom kirine. Van hêzên çekdar hem li hemberî dewletên erebî, hem li hemberî gelên Sûriyê bi kar tîne. Ciwanên Ereb li hemberî çend dolaran ji Libya heta Azerbeycanê di binê fermana xwe de dide şerkirin.
Dewleta Tirkî xwe li gorî şer bi cî kiriye. Bi taybetî Erdoganê Faşîst nikare bê şer li desthilatdariyê bimîne. Aboriyê Tirkiyê xelas kiriye, bêhn li gel çikandiye û qezencên demokratîk ji holê radike. Dixebite bi şer li ser desthilatdariyê bimîne. Rêveberiya Şamê jî di hişmendiya xwe de ti guhertin çênekirine. Ji bo wê rêveberiyên xweser ji bo xwe xeter dibîne. Ji bo rakirina herêmên xweser di serî de Tirkiye gelek hêz di nava xebatê de ne. Amadekariya dagîrkirinê û tehdîd dewam dikin. Bi taybetî ji bo êrişa ser deverên weke Til Rifet li firsetan diğere. Di vê mijarê de bi Rûsya û Emerîka re bazarê dike. Saeta li hev bikin wê êriş bike. Lê li ciyê xwe jî nesekinîne. Li gelek eniyan bênavber êrişên xwe didomînin.
Ji bo xerabkirina gelekî û belavkirina yekîtiya wî belavkirina madeyên hişbir û fihûş bes e. Di vê mijarê de dewlet pir bitecrûbe ne. Derfetên wan hene, personelên wan yên pispor hene. Li hemberî van polîtîkayên qirêj tedbîra herî bibandor ew e ku gel bibin xwediyên zanebûna şoreşgerî û hestên welatperweriyê. Divê ti mirov qebûl nekin ku bi çend dolaran ku xwe û gelê xwe bifiroşe. Eger li hemberî dijmin kîn û nefret xurt nebe wê hevkariya bi dijmin re pêş bikeve. Niha dijmin dixebite li herêmên xweser karê sîxuriyê pêş bixe û tevlîhev bike. Divê rêveberî şiyar bin û tedbîrên xwe bistînin. Divê gel zana bikin û lîstikên dijmin bêbandor bikin. Gel jî ne ku ji dijminê xwe re xizmetê bike, ka wê çawa bêbandor bike divê li ser wê bixebite. Divê bê zanîn ku xiyanet sûcekî pir giran e.






