Jinên Ciwan yên Têkoşer wê pêşbirka wêjeyî bidin destpêkirin. Pêşbirka ku wê jin tenê beşdar bibin, divê heta 30’ê mijdarê berhemên xwe bişînin.
Jinên Ciwan yên Têkoşer yên Herêma Raperînê, ji bo jinan pêşbirkeke wêjeyî ji bo jinên Binarê Qendîl, Qeladiz û Ranya li dar dixe. Derbarê mijarê de daxuyaniyek da û banga tevlîbûna pêşbirkê kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi taybetî jin dikarin bi çîrok, helbest û gotaran tevlî pêşbirkê bibin.
Kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin dikarin heta 30’ê Mijdara 2020’an berhemên xwe pêşkêşî komîteya amadekar bikin. Divê temenê jinên tevlî pêşbirkê bibin, di navbera 16-28an de be.
Şertên tevlîbûna pêşbirkê;
Kesên tevlî bibin, divê bi berhemên xwe re kurtejiyana xwe jî bişînin.
Pêwîst e heta 30’ê Mijdara 2020’an berhem amade bin.
Tê payîn ku merasima xelatdayînê 1’ê kanunan 2020’an saet 10:00’an li Raperîn bê lidarxistin.
Hûn dikarin bi navnîşanên li jêrê berhemên xwe bişînin û pêywendiyê daynin: