Jiyan BOZO/Ronahî-Qamişlo
Dîrok wiha ye; yan tuyê bi ser bikevî, yan tuyê tine bibî. 60 sal di ser şewata sînemaya Amûdê re derbas dibin. Zordar mezin û piçûkan nas nakin. Li Amûdê 13ê Mijdara 1960î, ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê 500 xwendakarên dibistana Xezalî ya seretayî berê xwe dan Sînema Şehrezad. Lê 283 xwendekar di nava şewata di sînemayê de derketî de bûn xwelî û yên din jî birîndar bûn. Gelo hina şewat derxist, yan ji ber xwe derket? Bersiva vê pirsê hê nehatiye dayîn.
NIFŞEK JI PAŞROJA AMÛDÊ HAT TINEKIRIN
Têkildarî vê mijara biêş welatiyê bajarê Amûdê Mihemed Emîn Ebduselam ji rojnameya me re wiha axivî: “Sala 1960î ez xwendekarê refa şeşan bûm. Ji bo Cezayirê berpirsê dibistanê alîkarî ji me xwest. Ez bi karta kurê xalê xwe çûm sînamayê. Wê rojê xwendekar tev hatibûn. Sînema xaniyekî ji axê û bêkursî bû. Her çend zarokan li ser maseyekê rûniştibûn, yên mezin jî li erdê bûn. Herwiha dikeke ji dar û depan hebû. Derdora sînemayê jî tev bi çewalên boyaxkirî hatibû pêçan. Ew nîv saet bû fîlm dest pê kirî. Hevalekî jê re digotin Şiwêş, da ber qîran, got agir bi sînemayê ket. Her kes ber bi derî ve çû. Lê derî hatibû girtin, ti kesî nikarî veke. Di hundir de dikanek hebû, min û gelek hevalên xwe di wir de xwe veşart. Bi gurbûna agir re ban hilweşiya. Derî jî hinekî vebû. Hevalekî min baz da xwe xilas kir. Min jî da dûv. Di wê navê de ez ketim. Dest û lingê min bi giranî şewitîn û ji ser hişê xwe çûm. Ji ber şewatê heta demke dirêj êşiyam. Heta hestiyê lingê min xuya dikir.”
Mihemed Emîn Ebduselam axaftina xwe wiha qedand: “Mirov nikare wê rojê bîne ziman. Zarokekî bi şewatê were ber mirinê pir zor e. Me bi çavê xwe didît ka çawa agir bi bedena zarokan dikeve. Zarokekî bi navê Îbrahîm hebû. Ji bo derxistina wî ji nava agir me pir hewl da. Lê mixabin me nikarî, di dawiyê de ban bi ser de hilweşiya û şehîd bû. Di şewata Sînema Amûdê de nifşek ji paşroja wê hat tinekirin. Bi pêmana wê rojê ez ji mabatên qurbanan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwezim. Kesî me Kurdan nine, em û hêza xwe ne. Ji bo parastina xwe û nehêlin careke din bûyereke wiha were serê me, dive em yekîtiya xwe ya neteweyî çêkin.”
JI ZAROKÊN XWE RE WELATEKÎ AZAD AVA BIKIN
Herwiha welatiyê bajarê Amûdê Mihemed Cemîl Mihemed jî li ser mijarê ev agahî dan: “Wê demê ez di 15 saliya xwe de bûm. Dema sînema şewitî ez ne dihundir de bûm. Ji nava bajêr dûman rabû û qîr bi her kesî ketibû. Min jî weke her kesî berê xwe da Sînemayê. Her der dişewtî. Qîra zarokên di nava agir de dilê mirovan dişewitand. Ti kesî nikarî nêz bibe. Di wê demê de Mihmedê Seîd Axa yê Deqorî li qehwexaneyê bû. Bi deng re ew jî hat. Kurê wî Fehed jî di nava zarokan de bû. Bi mêrxasî û bi ruhekî fedayî derbasî hûndir bû bi dehan zarok xelas kirin. Lê mixabin di dema derdixistina zarokan de ban bi ser de hilweşiya û şehîd bû. Ji wê rojê heta roja me ya îro Amûdê bi qehremaniya wî tê nasîn. Wê şewatê gelek nirxên me tine kirin. Gelek ji wan zarokan wê niha bijîşk, mamoste û parêzer bûna. Paşroja Amûdê li ber çavê şêniyên wê şewitî. Banga min ji gelê Kurd tevî re heye; êş û keder bes e, ma êş para me tenê ye? Li hev xwedî derkevin. Yek bin û ji zarokên xwe re welatekî azad ava bikin.”
Di wê “ROJA REŞ” de seranserê Amûdê reş girê dabû. Qîrînên dayîkan ezman dihejandin. Lê ew qîrîn ji erdnîgariya Amûdê derbas nebûn. 60 sal di ser wê êşa giran re derbas dibin. Gelo Ereban, yan jî Cezayira ku 500 zarokên Kurd ji bo piştgiriya wê çûn sînemayê û ji wan 283 firîşte şehîd bûn û yên din jî birîndar bûn, navê Amûdê bihîstine?