Medenî FERHO
Em di rojên taybet re derbas dibin.
Ji bo Kurdan, îstîfakirina zavayê Erdogan Berat Albayrak û têkçûna Serokkomarê Emerîka Donald Trump jî, bi qasî şerê navbera Kurdan ne girîng in.
Mîna her mirovî, Yezdan aqil daye Kurdan jî, ev aqil jî ne emanat e û ji bo cûdatiya navbera başî û nebaşî, qencî û xerabiyê bibînin daye. Ji bo ku Kurd jî, weke her gelî, bi îdealên azadî û xweşiya paşerojên zarokên xwe haraket bikin û di nava civakên cîhanê de cihê xwe bi rûmetdarî bigirin daye.
Balam û heyhat kî; bi saya aqilê Kurdan, pêşketinên ku vaqanivîsên Kurdan jî şerm dikin binivîsin, li Başûrê Kurdistanê derdikevine holê.
Erê, ez behsa şerê Kurdan bi Kurdan re dikim!…
Akademîsyen Kamran Berwarî, di bersiva pirsên Ajansa Mezpotamya da dibêje; “Ji sala 1964an û vir ve di şerê birakujiya li Başûr de, zêdetir 40 hezar Pêşmergeyan şehîd bûn.” Ev blanço; mirov mecbur dike bêje; esaleta pederşahî û welatparêziya bi vî rengî, guman, tirs, heyhat û lorandina dilojarê bi hev re biqîrê ye.
Bi gotinek ji daxwaza dilê mirov dûr: Partiyên Başûrî, xaka Başûrê Kurdistanê kirina arêma gladyatoran. Zarokên Kurdan, ji bo Sezar û Neronên serdemê bi hev didine kuştin.
Lê em dibînin, lîderên Başûrê Kurdistanê ne Sezar in, wek Neron bajar û gundên xwe dişewîtînin.
Sezar, siyasetek qirêj, dagirker dimeşand, gladyator jî, ji bo mijulkirina komên xelkê û serxweşiya bi xwîna mirovan arena ava kiribû. Lîderên Başûr jî ne Sezar’in, lê zarokên gelê Başûr, ji bo kursî, berjewendî û dijmin bi hev didine kuştin.
Niha jî PDK, îro dixwaz e bi heman rolê rabe.
Mixabin û bibexişînin; lîderên Başûrê Kurdistanê, ne di dema şer de bûne lîder, ne di dema aştiyê de, bûne lîder.
Belkî nexweşî ye. Lîderên Kurd di nava xwe de binakok in, li hemberî fors û difre, kûbarî û quretiya pifdayî ya dijmin, şikestî ne. Aşiqbûna kujerên xwe ne, zaafiyeta xeşîmî, îradî û biçûkdîtinê dijîn. Xeşîmî mezin e û nikarin sosyolojî û dîrokê têkildarî hev bikin e.
Di nava lîderên Kurd de, tenê Ocalan, soyolojî û dîrok têkildarî hev kir û nexweşeyek siyasî ya nû danî holê.
Fikrên Ocalan, dermanê nexweşiya lîderên kurd e… Li Rojava û li Bakurê Kurdistanê, birînên lîderên Kurd hatine dermankirin û bêyî ku zaafiyetê nîşan bidin têkoşîna li dijî dijmin didomînin. Rastî ev e!…
Rastî çiye? Ti pariyên Kurd, di şerê neteweyî de nikare bi dijminên dagirker re bibe yek û li dijî partiyên Kurdan, kabên qumarê biavêje û bêje, “ev kûçê” te û cengê bixwaze. Dema ku statu hebe, desthilatdarî heye û dîse jî, partî nikarin bi serê xwe û bi dijminre bibin yek û êrîşî patiyeke Kurd bikin.
Divê qarîşkeşiya partiyên Kurdan, bi dijmin re be.
Ez dubare dibêjim; partiyên Kurdan, ne gihane radeya ku sosyolojî ber bi zanistêve bibin û encameke erênî derbixin holê. Ev jî bûye sedema ku ji zanista dîrokê sûd negirin, di neynika firazeya xwe de, rastiya xwe nabînin. Xwe wek dêwên du-serî dîbînin. Ev jî hişmendiya efsûni ya sedsala navîn e. Lewma partiyên Kurdan, ji rastiya demê, ji ciddîyeta siyasî û disîplîna edebî dûr mane..
Dema siyaset, ji disîplîna edebî dûr dikeve, bê ahlak dibe. Dibe şikeftek tarî, dibê kûneke reş, enerjiya civakê û ronahiya cîhanê didize.
Siyaset zanist e, ji sosyolojî û dîrokê xwe xwedî dike. Her dem di nava lêgerînê de ye û hemû pêşketinên civakî parzûn dike, encamekê derdixe û daxwaz û pêdiviyên civakan dibîne û dibe bersiva van daxwazan.
Erê rast e, pirsgirêka Kurd giran e, barê partiyên Kurdan jî giran e, helbet, berpirsiyariya lîderên partiyan jî dubare giran e. Lê lîdertî hem dayine fikir e, hem standina fikir e; bi vê danûstandinan jîr û şareza dibin, barhilgirê pêkanîn daxwazên gel dibin.
Rast e; gelê Kurd di geliyekî kûr û bi efsûnan dagirtî re derbas dibe. Lê gihane qonaxekê û bi têkoşîna xwe, dijmin şepirze kirine, riya gihiştina asoyên azadiyê nêzîk kirine: Dijmin bi fen û dek û dolaban, dixwaze Kurdan li dijî hev bide şer kirin. Lewma û di vê qonaxê de, rola lîderên partiyan giring e û dîrokî ye.
Kerhen û sehwen nikarin şaşiyan bikin.
Kerhen û sehwen nikarin peymanên li dijî gelê xwe û bi dijmin re imze bikin.
Kerhen û sehwen nikarin li dijî partiyeke din ya Kurd, şerê çekdarî bikin.
Eger ev bibe, kerhen û sewhen ji holê radibin, qestî, nokerî xayintî dest pê dike; Başûr û Kurdistan wê bibe arena gladyatorên ji bo Sezarên serdemê. Ev jî tofan e…
Gotina dawî, eger lîderên Kurd, dîrok nexwendibin, pêwiste li stranên Kurdî guhdarî bikin. Di stranên Kurdî de hêz û dîrok veşartî ye.






