Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êdî ne bes e?

09/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di HDP’ê de vîna Kurdê azad dibînin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Beriya bûyîna Hz Îsa di salên 550’yan de bi îxaneta Harpagos rêveberiya Konfederasyona MED’an derbasî destê Darîusê persî dibe.

Jî wê rojê vir ve ye kurd bûne mehkûmê îxanetê. Ji wê rojê vir ve ye kurd bi destê kurd tên şikandin, kurd bi destê kurd tên têkbirin, kurd bi destê kurd tên qetilkirin.

Weke ku kurd di neolîtîkê de asê mane wisa di xeta îxaneta Harpagosde jî asê mane. 2.500 sale dagirkerên Kurdistanê xeta îxanetê weke qedera reş li ser kurdan didin ferzkirin.

Em dîroka hezar salan bihêlin li milekî, tenê dîroka 200 salên dawîn têrî vegotin û fêmkirina dijwariya xeta îxanêtê ya kambax dike.

Piştî mudaxaleya desthilatdariya osmaniyan a pergala xweseriya civaka kurd ji serhildana Mîr Evdirehmanê Babanî yê 1806’an vir ve 214 sale kurd li dijî desthilatdarên tirk li berxwe didin. Di 214 salên dawîn de nêzîkê 70 serhildanên kurdan pêk hatine. Ev 70 serhildan hemû bi destê xeta îxaneta kurd bi têkçûnê re rûbirû mane.

Ji wan serhildanan çend serhildanên sereke û îxanetên pêk hatîne wihane;

Di sala 1806’de li herêma bajarê Silêmanî Mîr Evdirehmanê Babanî li dijî desthilatdariya tirk serî hildide. Bi îxaneta birayê xwe Xalit Beg re rûbirû dimîne.

Di sala 1812’de kurê Mîr Evdirehman Ahmed Beg serî hildide. Hetanî Bexdayê heremeke dorfireh bidest dixe. Ew jî bi îxanetên pismamên xwe re rûbirû dimîne.

Di sala 1837’an de Mîr Mihemedê Rewandizî li herêma soran serî hildide. Bi îxaneta Mele Hadî (Bapîrê Barzaniyan) re rûbirû dimîne. Di heman demî de Mirê Botanê Bedirxan Beg jî piştgirê osmaniyan e.

Di sala 1846’an de Mîrê Botan Bedirxan Beg serî hildide. Bi îxaneta birarziyê xwe Yezdan Îzedîn Şêr re rûbirû dimîne.

Di sala 1880’yan de Şêx Ubeydullahê Nehrî li dijî Îran û Osmaniyan serî hildide. Bi îxaneta eşîra Celalî re rûbirû dimîne.

Di sala 1907’an de Şêx Evdilselam (birayê mezin ê Mele Mistefa Barzanî ye, yek ji pêşengên Terîqata Neqşîbendî ye) serî hildide. Bi îxaneta Sofî Evdila re rûbirû dimîne. Di sala 1914’yan de bi destê waliyê Mûsilê Silêman Nazîf ê kurd tê dardekirin.

Di sala 1925’an de Şêx Seîd serî hildide. Bi îxaneta xizmê xwe Serdar Kasim (Bînbaşı Kasim) re rûbirû dimîne.

Di sala 1927’an de di pêşengiya rêxsitina Xoybûnê de serhildana Agirî dest pê dike. Bi îxaneta eşîra Keskoyî û tîma mîlîsên Emîrxan re rûbirû dimîne.

Di sala 1937’an de di pêşengiya Seyîd Riza de berxwedana Dêrsimê dest pê dike. Pêşeng û aqilmendên berxwedanê Elîşêr û hevsera xwe Zarîfe bi destê Rêberê birarziyê Seyîd Riza hatin qetilkirin. Yek ji pêşengên berxwedanê yê herî girîng Şahîn Axa bi destê birarziyê xwe ve tê qetilkirin.

Ez bawer dikim trajediyeke wisa di cîhanê de tune ye. Ji ber îxanetên navxweyî piraniya van serhildanan dem kurt in. An çend meh, an jî 1-2 sal dewam kirine.

Weke ku di van mînakan de jî em dibînin dijminê kurdan ê herî mezin xeta îxaneta kurd e. Yanî kurmê darê ye. Dîsa em dibînin ku piraniya mîr, beg û axayên kurdan bi dagirkeran re di nava hevkariyê de bûne û ji xeta îxanetê re xizmet kirine. Di şûna berjewendiyên neteweyî de berjewendiyên xwe yên şexsî, yê malabatî û eşîrî esas girtine. Hevkariya wan a bi serdestan re nehiştiye tifaqa neteweyî pêk were. Bêtifaqî jî bûye bingeha têkçûyina civaka kurd.

Gelo haya malabata Barzaniyan ji vê dîroka kambax tune ye, gelo bi vê heqîqeta dilsoj nizan in. Ez bawer dikim ji me hemûyan baştir dizanin. Nexwe çima di xeta îxanetê de ji kujerê bav û kalên xwe re xizmetê dikin. Yek sedemek heye, ew jî weke ku em di karektera piraniya axa û began de dibînin berjewendiya şexsî, malbatî û eşîriye. Weke her carî berjewendiya netewa kurd a 50 mîlyonî ji berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrî re dikin qurbanî.

Di 15’ê tebaxa sala 1984’an de di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan de Tevgera Azadiya Kurd bi zanistiya vê heqîqetê dest bi serhildanê kir. Lewre fişeka xwe ya yekemîn li dijî xeta îxanetkar teqand. Ji ber wê ye ku li gel hemû dek û dolabên dagirkeran, li gel pêkanîna hemû cureyên îxantan nekarîn Tevgera Aazadiya Kurd tasfiye bikin. Di dîrokê de cara yekemîne ku serhildaneke kurd 40 sale bê navber li berxwe dide. Ev li ser dilê dagirkeran bûye kul. Dê îxaneta Barzaniyan jî têrî neke wî kulî ji dilê wan derixîne.

Hêvîdarim şereke navxweyî pêk neyê. Lê li gel hemû hişyariyan heke PDK di helwesta xwe ya şer de israr bike dê ev şer şerê xeta îxanetê û ya xeta azadiyê be.

Di pêşengiya bîrdoziya Rêber Apo de 50 milyon kurd dê destûr nede careke din serkeftina xeta îxanetê weke qedera reş li ser kurdan bê ferzkirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.