Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê qada lîstika Erdogan teng bibe

09/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Hilbijartina Emerîka qediya. Namzetê Demokratan Joe Beiden bû serokê Emerîka. Ka wê siyasta Emerîka ya derve û pirsgirêkên hundir çawa bên nirxandin em nizanin. Bendewariya ku guhertinên radîkal çêbin ne rast e. Di encamê de Emerîka hêza pêşeng ya kapîtalîzmê ye. Lê yên weke Trump rewşa dinyayê aloztir dikir. Piştî hilweşîna Sovyetan kapîtalîzmê serkeftina xwe ragihandibû. Lê di demeke kurt de diyar bû ku nikare pirsgirêkeke tenê jî ya mirovayiyê çareser bike. Weke din diyar bû ku kapîtalîzim sîstemeke afirandina qeyranan e.
Planên Emerîka yên dîzaynkirina diyayê yên weke “sîstema dinyayê ya nû,” “Projeya Rojhilata Navî ya Mezin”, sirf şerên nû û qeyran afirandin. Rojhilata Navî ku bûye weke gêra xwînê mînaka li ber çavan e. Saziyên weke NY jî li gorî bere bêbandortir in. Li serekî dinyayê Putîn li serê din Trump rûniştibû. Vê rewşê xeter tevlîhevtir dikir. Ihtimala çûna Putîn tinebû. Lê Emerîka mûsaid bû ku Trump bişîne û di vê hilbijartinê de birin. Li Emerîka çapemenî bibandor bû. Dadwerî dixebitî. Kongre û Meclisa Gel nehatibûn bêbandorkirin.
Trump û Putîn dinya dixistin xetereke mezintir. Berhemê vê siyasetê yê herî bixeter T. Erdogan yê faşîst û dagîrker derket. Erdogan Sûriye xist gereke bixwîn. Bi navê koçberiyê bi milyonan mirov birin herêmên di binê kontrola xwe de. Ev mirovên ji ber şer reviyayîn pir xerab bi kar anîn. Li milekî li hemberî Ewropa kirin amûrên şantajê, lê milekî jî kirin karekên erzan û ji xwe re xebitandin.
Erdogan di serî de bi rêxistinên weke DAIŞê û El Nusra re itîfaq kir. Digel vê Rûsya bi Erdogan re hevkarî kir. Di encama wê de Efrîn hat dagîrkirin. Pişt re bi lihevkirina bi Trump re Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin. Li van herêman li hemberî Kurdan qirkirina neteweyî kir û sûcên şer yên giran kirin.
Digel welatên erebî dinyayê destê xwe ji rêxistinên weke DAIŞê û El Qaîdeyê kişand. Lê Erdogan tev di binê sîwana xwe de kom kirin. Di binê navên cuda de bi dehhezaran mirov xistin rewşekê ku wan bi kar bîne. Bi giranî mirovên ji Ereban kom kirîn li hemberî gelê Ereb û welatên wan bi kar anîn. Bi hezaran şandin Libya û ji bo armanca xwe bi kar anîn. Li hemberî rêveberiya Sûriyê û gelên wê dan şerkirin. Niha jî wan dişîne Azerbeycanê. Weke din li Sûriyê li herêmên dagîr kirîn ji bo rêxistinên weke DAIŞê qadên ewle çêdike. Li Rojhilata Navî ciyê ku herî zêde DAIŞ xwe bi rêxistin dike herêmên di binê kontrola Tirkiyê de ne. Heta ku Tirkiye di dagîrkeriyê de dewam bike û çeteyan di binê sîwana xwe de kom bike dinya ji belaya DAIŞê xelas nabe. Jixwe dîsa li Ewropa serjêkirin û komkujiyan dest pê kir.
Tirkiye çawa dikare lîstikên wiha bixeter bilîze? Vê hêzê ji kû tîne. Li milekî pişta xwe dide NATO. Dibêje, çawa be ez endama NATO me, Emerîka û Ewropa dev ji min berdanin. Li mile din jî dema dikeve tengiyê dibeze cem Putîn. Dibêje çawa be wê li hemberî NATO û Emerîka destekê bide min. Çawa ku bi lihevkirina bi Rûsya re Efrîn dagîr kir. Emerîka jî çavê xwe jê re girt. Lê ji bo rojhilatê Firatê desteka Rûsya têrê nedikir. Lewre Emerîka li wir bû û qada hewayî di destê wê de bû. Vê carê jî bi xwespartina Trump dagîrkerî pêk anî.
Eger em bala xwe bidinê Tirkiye bi hêza xwe tenê nikare li Sûriyê wiha bibandor bibe. Tişta li Idlibê jî dike bi desteka Emerîka dike. Êrişa ser başûrê Kurdistanê jî bi desteke Emerîka dike. Ku bi Trump nebe bi Putîn, ku bi Putîn nebe bi Trump re li hev dike û lîstika belavkirina aloziyê û şer dilîze. Ji nakokiyên van hêzan baş fêm kir û baş bi kar tîne. Bi van hevsengiyan wiha li ser piyan ma.
Bi hilbijartina Emerîka hindik jî be ev hevsengî xerab bû. Erdogan êdî wê nikaribe tişta bi Trump dest pê kirî bi rêveberiya nû re bibe serî. Gelo wê Emerîka dev ji Tirkiyê berde? Na. NATO û Ewropa jî wisa. Lê mirov dikare bêje ku wê Erdogan nikaribe ewqas bêpakî tev bigere. Di hevsengiya di navbera Emerîka û Rûsya de bi guherîneke piçûk jî hem li Tirkiyê, hem li Sûriyê hem li Rojhilata Navî wê Erdogan pirtir bikeve tengiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.