SERDEM SILO
Dema ku em tevgerên leşkerî yên bi serkêşiya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û dewleta Tirk û hin aliyên xwefiroş li ser sînorê di navbera Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê de dibînin, diyar dibe ku her du alî ji bo pêkanîna pilanên qirêj ên li dijî destkeftiyên Kurdan di van salên dawî de tev digerin.
Ji 24’ê Cotmehê ve, PDK’ê hêz, çek û alavên xwe yên leşkerî li derdora çiyayê Garê belav dike û hin hêzên xwe li devera Dînartê û deşta Nehle ya girêdayî Akrê, her wiha li deverên (Zîbarî, Bamernê, Îmadîyê, Batûfa û Biroşke) û li derdora Zaxo bi cih dike.
Ev hemû dever jî li nêzî sînorê di navbera başûr û bakurê Kurdistanê dikevin û weke devera Herêmên Parastinê Yên Medya (deverên di binê serweriya Gerîlla de ne) tên naskirin. Li hemberî van deveran li aliyê bakurê Kurdistanê bajarên weke Şirnax, Silopî û Şemzînan in.
Ev tevgera leşkerî ya PDK’ê û dewleta Tirk, ne tenê li devera sînorî ne, lê belê PDK’ê di van demên dawî de xalên leşkerî yên nû li nêzî sînorê di navbera Rojava û Başûrê kurdistanê de ava dike, ango li deverên nêzî Pîşxabûr û Dêrikê. Ev tevgera leşkerî ya PDK’ê û Tirkiyê di sêkoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê de zêde bûye, ev yek jî gumanan li ba şopîner û siyasetmedaran û şopînerên rewşa giştî ya Kurdistanê çê dike.
Armanca PDK’ê û dewleta Tirk ji van tevgera ewe ku tevgera Gerîlla asteng bike, bi taybet piştî ku artêşa dagirker a Tirkiyê ziyanên mezin di şerê Heftanînê de dîtin. Nemaze çalakiyên leşkerî yên Gerîlla li gelek deverên sînorî li dijî artêşa Tirkiyê.
Evan çalakiyên Gerîlla hişt ku dewleta Tirk derbasî çiravekê bibe, û avakirina PDK’ê ji xalên leşkerî yên nû re li deverên di bin serweriya Gerîlla de armanca wê ewe ku rê li pêşiya çalakiyên Gerîlla bigire, nemaze li ser daxwaza dewleta Tirk pêk tên.
Her wiha hemû welatiyên van gundên nêzî sînor ên Behdînan û Şehadizê bi îdîaya ku alîkariya Partiya Karkerên Kurdistanê dikin rastî girtinê tên û hê jî bi dehan çalakvan di girtîgehên PDK’ê de ne.
Ev tevgera leşkerî ya PDK’ê û dewleta Tirk piştî ku KCK’ê beriya çend mehan daxwaniyek da têde metirsiya dewleta Tirk li ser gelek dozen netewî esker kir, pêk tê.
Civaka Kurdistanê tekez dike ku pêwîste hevgirtina li hemberî van metirsiyan pêk were, her wiha hişyarî li hemberî xeta xiyanetê da û bang li hemû aliyan kir ku jê dûr bikevin, da ku serkeftin di vê şerê çarenûsî de pêk were.
Lê diyar e PDK’ê xeta xiyanetê hilbijartiye û guh nade daxwayaniya KCK’ê ya ji bo hevgirtina partiyên Kurdistanê.
Tevî tevgera leşkerî ya PDK’ê û paşguhkirina banga KCK’ê, Herêma Başûrê Kurdistanê hevkariya xwe ya aborî bi Tirkiyê re zêde dike. Di civîna Mêrsînê ya havîna borî de ku têde gelek kesayetên Başûrê Kurdistanê û ji wan parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhok beşdar bibûn, nîşaya vê yekê ye.
Pilanên dewleta Tirk û PDK’ê ne tenê hevkariya aborî bû, lê belê PDK’ê hewl dide rewatiya xwe bi riya hevpeymana di navbera Hewlêr û Bexdadê de ya girêdayî Şengalê ya 9’ê vê cotmehê pêk bîne. Ev roja ku rastî salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê, her wiha salvegera xiyaneta salên 1990’an a sedsala borî dema ku PDK’ê li rex dewleta Tirk di cotmeha sala 1992’an de êrîşî deverên Gerîlla kir.
Li gel vê yekê parêzgehê Nînewa Necim El-Cebûrî di Îlona borî de eşkere kir ku xebata avakirina riya hesin di navbera Mûsil û tirkiyeyê de dê were destpêkirin û tîmên endezyarî pîşeyî jî hemû ji aliyê şerîketên Tirkiyeyê ne.
Ev projeya behsa mijarê wekî derbeyekê li dijî rêveberiya xweser a Şengalê û girêdayî hevpeyama dawî ya di navbera Bexdad û Hewlêrê de ye, nameze ji ber ku rêveberiya xweser a Şengalê li hemberî van pilanên qirêj ên Tirkiye û PDK’ê girêkeke.
Armanca Tirkiyê ji van pilanên bi PDK’ê re ew ku derbeyekê li Rêveberiya Şengalê bide û di heman demê de destdirêjiya xwe di Îraqê de zêde bike û hewl bide aboriya Tirkiyê ku li ber hilweşandinê ye biparêze. Nameze her kes dizane ku Tirkiye dixwaze hêzên xwe di Îraqê de mayinde bike.
Tirkiyeyê bi vê yekê bes nekir, diyar e tevger û partiyên Turkmenan li Îraqê tevgera xwe zêde dikin û hêzeke xwe ya leşkerî di bin sîwana Tirkiyê de ava dikin. Evan hêz jî li parêzgehên Kerkûk û Mûsilê bi awayekî eşkere tevdigerin, her wiha biloka Turkmenan di parlemana Îraqê de her car daxwazin ku devera Tillefer bikin parêzegeh.
Bê guman ev daxwaza van partiyên Turkmenan li ser daxwaza Tirkiyeyê ye da ku bingeheke dagirkeriyê li Mûsil û Kerkûkê pêk bîne, li gorî Mîsaqa Millî ya ku Erdogan behsa wê dike ku pêwîst dibîne evan herdu parêzgeh bi Tirkiyeyê ve bêne girêdan.
Eşkere ye ku ev pilan ji aliyên hêzên hegemon ên cîhanê ve hatine danîn û bi destên dewleta Tirk û PDK’ê û hin aliyên xwefiroş ve yên herêmê tên meşandin. Ev yek jî di hevpeymanên di navbera Tirkiye û PDK’ê û hin aliyên Îraqî yên din de eşkere dibe.
Em dibînin ku evan hemû pilanên di navbera van aliyan de hatine meşandin, bê beşdarbûna partiyên Başûrê Kurdistanê ne û di serî de partiya duyemîn a herêma Kurdistanê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), ev yek jî li hemberî armancên dewleta Tirk û PDK’ê gumanan çêdike. Ev yek jî di hevpeymana petorlê ya 50 salî ya di navbera PDK’ê û dewleta Tirkiyê de û hevpeymana dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdadê de eşkere dike. Her wiha bi dehan hevpeyman din yên nehatine eşkerekirin, vê mijarê zelal dikin.






