Sîpan Şînda
Ol, weke pergaleke civakî, bi saya serê oldaran di nava civakê de belav dibe û di jiyana wê de ciyê xwe digire. Bîrdoziya olan, jiyaneke nû, nirx û nêrîtên nû, rîtûel û baweriyek nû pêşkêşî bawermendan dike. Ev yek ji li ser bingehê bîrdoziya olî tête avakirin. Heçîke ol in, xwe dispêrin hêzên nediyar. Ango hêzên ji aliyê mirovan ve nikarin bêne dîtin û çawaniya wan jî ji aliyê bawermendan ve divê neyê pirsîn. Ew ji xwedayên ola nin. Divê bawermend tu carî û bi tu şiklî nebêje ka kî ye xwediyê vî olî û li kûderê ye ku em bibînin; çima xwe nîşanî me nade û çima ew xwe ji me vedişêre. Ev yek bi taybetî jî ji bû ol ên semawî derbasdar e. Hinga bawermend ev yeka henê kir, wê ew ji aliyê serdestên olî ve bi kafirî û ji olî derketinê bê tewanbar kirin û recimandin. Jiber wê ye ku olan ji xwe re pergalek ava kirine û dema bawermend bixwaze ji nava rêgezên bîrdoziya olî derbikeve, ewî/ê têxin di nava davên pergala xwe de. Ev pergala henê ji bawermend dorpêç dike û wî/ê bê hêz dike. Pergal şûna xwediyê olî, serdestan têxe dewrê de û êdî bawermendên ku şig ji baweriya xwe anîne dikevin di nava lepên serdest û desthilatdaran de. Ango ew kesên ku hikumdariyê dikin di heman demê de xwe wekî xwediyê olî ji dibînin û li ser navê xwedayî bawermendan têxin di bin emrê xwe de. Li gorî wan yên bê emiriya wan bikin, rasterast bê emiriya xweda dikin û divê ew bê ciza ji nemînin. Jixwe werîs ji di vir de bi van îşkan diqete. Oldarê ku heta hingê bi baweriyeke xas û jidil ji ol û xwedayê xwe bawer kirî û li ser eqîda baweriya xwe jiyayî, êdî dibîne ku ol ji rêgezên xwe yên bingehîn dûrketiye. Lê ya rast pirrê oldaran ji bi vê yekê nahesin. Ew desthilatdarên ku dibêjin em oldarin û olî dikin qajikê devê xwe, olî tenê ji bû berjewendiyên xwe bikar tînin û ol ji dilê wan derketiye, tenê mayê li ser zimanê wan. Ango ol bûye alavê seltenetê wan. Oldarê rebenê ku ji dilê xwe yê saf bawerî bi olî û bîrdoziya alî aniye ji hêj di nava wê dilsaxiya xwe de li pey vir ên “rêber/desthilatdar” ê olî diçin. Lê mixabin êdî rewş hatiye asteke welê ku oldar û bawermend ji ketine di nava davên wê pergalê de û êdî ew nikarin bi eqilê selîm bihizirin. Ango ew nikarin riyeke bi eqilane ji xwe re bibijêrin. Ew bi awayekî korîtî û çavsorî li pey wan zirzoç û zirçovên xwe weke rêber û rêzanê ol didin pêş diçin. Ev yeka henê ji him olî di çavên civakê û kesî de reş dike û him ji oldar û bawermendan bê extûbar dike. Dema rêberên olî ji rêgezên bîrdoziya olî dûrketin û bi awayekî qurnazî ol ji xwe re kirin alavê desthilatdariya xwe, wê demê divê oldar ji li pey wan neçin. Na heke oldar ji li pey desthilatdarî çûn, wê demê armanc ne ol û oldarî ye, armanc hîle û hîlebazî ye. Yê olî xurt dike oldar e û yê olî têk ji dike her dîsa oldar e.






