Medeni FERHO
Her mirin ne qedera Xwedê ye, her mirin ne fizîkî ye û kirina gorê ye.
Mirina bi saxî jî heye!…
Du rengên mirina bi saxî jî hene; yek bi destên xwe, ya din jî bi destê dijmin kuştina bi saxî ye!…
Em bi gotina, tecrûbe, dîrok û pêşketinên di roja me de tixubên aqil derbas nakin û dibêjin; ji rêveberên PKKê Murad Karayilan ku bang li Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî kir û xwest mudaxeleyî helwesta PDKê ya li dijî Kurdan û hevkariya bi dijmin re bike.
Mesûd Barzanî jî, weke bersiv daxuyaniyek da û mohra xwe li trajediyeke nû ya sedsalê da!
Ne tenê trajedî, wek Dantê, dojehek heft qatî ji bo gelê Kurd ava kir.
Baş e, PDK çi dike? Pirs dîrokî ye û di demeke ku tevahiya Gelê Kurd li benda daxuyaniyeke xêrê bû, Mesûd Barzanî bi gotinên cotstandardî, tejî “tenaquz”, “riya” û reşkirinê dengê xwe bilind kir.
Teqez e, daxuyaniya Mesûd Barzanî, berhemê MÎTa Tirk e.
Nirxandina vê jî: MÎTA Tirk, bi destê Mesud Barzanî gora wî kola û ew sax kire gorê.
Ey gelê mazlum, ku bi destên lîderên xwe û planên dijmin, sed sal in xizan û neçar maye, gotinên min wek haqaret nebînin, ez haqareta li lîderên Kurdan zul dibînim.
Mesud Barzanî weke lîderekî Kurd haraket nekir. Got; “kuştina Kurdan li me haram e”, lê xwîna Gerilla, ciwanên Kurd, ku di şerê li dijî DAÎŞê de hate rijandin înkar kir. Ev “şîrk”e!.. Du; cerdevandiya PDKe û desthilatdariya herêma Başûr, ji bo dewleta Erdogan qebûl kir.
PDKe, êdî bûye hêzeke Erdogan û dixwaze herêmê bike parçeyek ji Erdoganland!…
Di demeke ku li tevahiya cîhanê, erozyona ahlak û nirxên mirovaniyê heye, Tirkiyê ji vê rewşa erozyonê sûde digire, di riya emperyal de, dixwaze Kurdan kişûmat tune bike, PDKe hevkariya wan dike.
Di demeke ku, li hemberî erozyona ahlak û nirxên mirovaniyê, Kurdan li Rojava hêviyek afirand, deriyên asoyên çareseriya pirsgirêkên gelan vekirin, bi siyasetên xwedî nirx û normên ademî û demokratîk, di arêna siyasî de rûniştiye, daxuyaniya Mesud Barzanî, enerjiya civaka Kurd dînamît kir, dilê Kurdan dax da, dilê dijmin xweş kir û degel kirin.
Futuhata Başûrê Kurdistanê meşrû kir.
Osmaniyan, berê hevkarên xwe yên Kurd, bi “madalya” xelat dikirin. Xayinên Kurdan, her dem bi “madalya” radeya sêyemîn, “mecîdî” xelatgîr dikirin.
Mesut Barzanî jî, bi daxuyaniya ku “futuhata” Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê meşrû kir, wê layîqî “madalya” radeya sêyemîn “mecîdî” bibînin.
Ji ber ku, Mesud Barzanî, ligel Nêçîrvan Barzanî û kurê xwe Mesrur Barzanî, bi dijminê sereke re, fîîlî û cepheyî de, li dijî gelê Kurd cih girt.
Hevkariya bi dijminre, di Qur’anê de, ayetên dîrekt nebin jî, “şîrk” heye û cih girtina di qirkirina gelê xwe yê misilman de, ayeta “Maide, 5/33” û “Hucurât, 49/9”,hene. Xayin têne ceza kirin. Cenabê Muhammed jî, kesên li dijî misilmanan şer dikin, layikî cezayê herî zû “bağy” dibîne.
Mesud Barzanî, bi daxuyaniya xwe, darbeyek xedar li dînamîzma Kurd da, ji ola rast, misilmantiya Kurdan derket, daxilî misilmantiya dewşîrme ya du-rayî, ku wek misilmantiya Muawiye tê naskirin bû; ligel vî sucî, bi “meşrû kirina dagirkeriya Başûrê Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd, di dîwana Xewedayê mezin de, biqasî “şîrk”ê suc kir û layikî cezayê “baxy” ye.
Helwesta ku Mesud Barzanî danî holê, li dijî normên civakî, li dijî qanunên herêmê, li dijî desturnameya Iraqê, li dijî normên mekanîk û static, li dijî qanunên ademî û xwezayî ye.
Hê dereng nine, eger Mesud Barzanî azad û hîna ne saxê mirî be, di destên MÎTa Tirk û dewleta Tirk zincîr û lelekirî nebe, dikare bi daxuyaniyeke duyemîn vegerê ser ola rast ya misilmantiya Kurdan.
Daxwaza gel, parek ji riya îlahî ye û gelê Başûrê Kurdistanê, Tirkiye li Başûr naxwazin,
Eger vê neke, ezê gotineke nû, li dîtin û nirxandina Dr Qasimlo ku kiryarên PDK û îxaneta li dijî rayedarên PDK-Î kiriye, zêde bikim.
PDKe manîfestoya îxaneta li dijî Kurdan e.
Gotina duyemîn; Eger Mesud Barzanî di şerê li dijî Kurdan de vegerê neke, ew weke partiyek Kurd nayê dîtin, wek parçeyek ji hêzên dewleta Tirkiyê dagirker were dîtin û destîniya PDK û malbata Barzanî, wê ji ya Quîstîngê Norweçî û mallbata Sokmen’ên Hatayê cûdatir nebe.






