Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Na! Ev ne şerê Birakûjî ye

06/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk SAKİK

Di nivîseke xwe de, min ev mînak dabû, lê ezê dîsa dubare bikim.
Di dema Împaratorya Persan û di dawiya şerê Peloponnessosê de Qral Daryîosê duyem dimire. Piştî mirina wî, di navbera her du kurên wî Artakserkses û Kyros de ji bo desthilatdariyê şer dest pê dike. Kyros diçe ji rojhilatê Anatoliya, li herêma Grek artêşek bi pere kom dike, tîne û li dijî birayê xwe dide şerkirin. Ev şer di dîrokê de wek şerê birakujiyê tê pênasekirin. Heger birayek ji derve hin hêz anîbe û li dijî birayê xwe şer kiribe jî vê yekê naguherîne. Lê heger artêşa Artakserkses bi Grekan re şer bikira û Kyros jî biçûya li kêleka Greka şer bikira ev jî di bû ‘şerê xiyanetê’.
Wek vê mînakê, tiştên îroj li Başûr diqewimin jî şerê birakûjiyê nîn e. PKK û PDK şer nakin. Heger şer bikirina birakujî bû, lê heger dewleta Tirk û PKK şer bikin û PDK jî piştgirî bide dewleta Tirk û bixwaze birayê xwe tune bike, ev nabe şerê birakujiyê civak vê yekê bi awayekî cûda pênase dike: Şerê Xiyanetê.
Di van çend rojan de gelek kesayetên kurd dema daxuyanî didin an jî bang dikin, dibêjin ‘em ‘birakûjiyê’ naxwazin.’ Na ev ne şerê du birayan û ne şerê birakuji ye.
Hin kes jî bang dikin û dibejin; “ Divê her du alî bi baldarî tevbigerin û berjewendiyên netewa xwe esas bigirin.” PKK’ê di vî warî de daxuyanî da û helwesta xwe eşkere kir û got; “midaxale bikin bila kurd xwina kurdan nerijînin. Pêşî li PDK’ê bigirin, bila di şerê me û dewleta Tirk de, li kêleka dijmin cîh negire.”
Civak manîpule kiribûn. Digotin, PKK bû sedem ku dijmin li vê derê ye. Dîsa digotin, armanca Dewleta Tirk, PKK’ê hincet nîşan bide ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Na, îroj di hedefa dewleta Tirk de dagirkirina Başûrê Kurdistan tune ye. Dagirker baş dizanin ku PKK pêşî li dagirkeriya Başûr digire. Di hedefa dijmin de, di destpêkê de tunekirina PKK’ê û piştre jî êrişkirina Başûrê Kurdistanê heye.
Heger dewleta Tirk a dagirker ku bixwaze Başûr dagir bike wê ji Zaxo de bi def û zirne bikeve Başûrê Kurdistanê. Pir jî hêsan e. Mînaka Kerkûkê hebû. Êrişên ser Kerkûkê û bazdana hêzên Başûr ji Kerkûkê, di heman demê de me temaşe kir.
Dewleta Tirk ev yek dîtibû. Û heman dijmin, bibûn şahid ku ji Şengalê çawa bazdabûn. Ji bo vê yekê PKK ne hincet e dema ku bixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin.
Lê dewleta Tirk di heman demê de bûbû şahidê lehengiya gerîlayên kurdan jî. Bûbû şahid ku gerîla çawa li hawara Şengal çûbû û gelên heremê ji çeteyên DAIŞ’ê parastibûn. Ji bo vê yekê dewleta Tirk a dagirker PKK kiriye hedefa xwe ya yekem. Ji bo dewleta Tirk, PKK taştê û Başûrê Kurdistanê jî şîva şevê ye. Heger PKK tune bibe bi zikek têr (bi hêz) wê şîva şevê bixwe.
Heger tu naxwazî bibî şîva şevê, li hemberî dijminê xwe ji bo parastina herêma xwe, li kêleka birayê xwe cîh bigire. Ev yek nebe jî di êrişên wanê sibehê de, li kêleka wan cîh negir û tu derbasî parastina herêma xwe bibe.
An jî, wek ku di sala 1992’yan de Artêşa Tirk li dijî gerîlayên Kurdan şer dikir û hûn jî wek peşmergeyên PDK’ê li gel vê artêşê li hemberî birayên xwe şer kir, civakê negot şerê birakujiyê. Got, “şerê xiyanetê” ye, wê îro jî wisa pênase bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.