Mihemed ŞAHÎN
Piştî desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan civakên Tirkiyeyê di her warî de bi welateke rûxandî û aboriyeke têkçûyî re rûbirû ne.
Vîrusa pandemiyê covîd-19 rizîbûn û têkçûyina pergala desthilatdariya AKP’ê yek kesî bi awayeke zelal raxist ber çavan. Qaşo bi mehan ji bo perwerdehiya onlaîne amadekarî kiribûn, qaşo plansaziyên xwe yên alternatîf a,b,c amade kiribûn. Lê bi destpêkirina perwerdehiyê ve derket holê ku qet tiştek nekirine. Plansaziyên ku qaşo amade kiribûn kêrî tiştek nehatin, hemû yek bi yek têk çûn. Diyar bû ku pergala înternetê ya “Tirkiyeya mezin, dewlemend û hêzdar” bi qasî ya Bulgurîstanê jî xurt nîne. Derket holê ku dewleta ku Erdogan her tim qala mezin bûn û dewlemendiya wê dikê muhtacê alîkariya 10 tl ya hemwelatiyê xwe ye.
Hikumeta AKP’ê heta çend roj berê ji bo dolar û ewro zêde nebin hemû derfetên xwe seferber kirin, nêzîkê 120 milyar dolar rezervên bankeya xwe ya navendî ji bo astengkirina bilindbûna dolarê xerç kirin lê nakarîn pêşî li bilindbûna dolarê bigrin. Neçar man teslîm bibin û li bilindbûna dolar tenê temaşe bikin. Neçarî û bêzariya xwe jî wekî guherîna polîtîkayê pênase kirin. Bi kurtahî pandemiyê di her warî de têkçûyin û rizîbûna desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan raxist ber çavan.
Bi hinceta pandemiyê civîn, kongre, kombexat û hemû aktîvîteyên muxalîfan qedexe ne, lê ji bo AKP’ê û alîgirên wan ew qedexe derbasdar nînin. Serokomarê tirk bi nasnameya xwe ya serokê AKP’ê daketiya qadan û yekbiyek beşdarê kongreyên partiya xwe dibe. Erdogan di axaftinên kongreyên xweyên Meletî, Keyserî û Wanê de nîşan da ku berdewama desthilatdariya xwe tenê di şer û di bilindkirina hestên nîjadperest û olperestiyê de dibîne.
Diyare ku dê şerê Erdogan tenê bi Ewropayê ve sînordar nemine. Heta ji destê wî were dê eniya şer fireh bike. Dê hewl bide Emerîka û Rûsyayê jî tavilê vê eniyê bike. Bi vî rêbazî dixwaze têkçûyina AKP’ê asteng bike, eniya alîgirên xwe yên nîjadperest û olperest xurt bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.
Tiştê ku serokê AKP’ê Erdogan sernavê hikumeta xwe bide civakê nemaye. Êdî nikare civakê bi hêvî û bendewariyên vala eware bike û bixapîne. Di diyarkirina rojevê de jî zehmetiyan dikşîne. Tam di pêvajoyeke wisa de serdegirtina Camî ya li Elmanyayê û karîkatorê ku careke din li Fransayê tê rojevê û pêve girêdayî nirxandina Macron a li ser îslamiyetê digihîjin hewara Erdogan. Ji bo bilindkirina eniya şer û ji bo bilindkirina hestên eniya nîjadperest û olperestên alîgirin xwe ev fersendeke mezin bû. Weke ku xeynê wî tu kes nikare parazvaniya îslamê bike şûrê kişandiye û daketiye qadê. Tu heqaret neman ku li serok dewletê Fransayê Macron nekiribe. Cara yekemîn berê tîrên xwe dan Merkela dostê xwe jî. Ew bi faşîzmê û şopdariya hişmendiya Hîtler û Nazî tewanbar kirin. Bêguman ev hevokên tewanbarker ji bo kesên Ewropayî heqaretên gelek giran in.
Xwiya dike ku Erdogan çikasî têkçûyina desthilatdariya xwe bibîne dê ewqasî êrîşkar tevbigere. Dê êrîşên xwe yên li dijî civaka kurd û li dijî dewletan jî bilind bike. Hevokên wî yên ku ji Emerîkayê re dibêje “Tu nîzanî bi kî re direqisî, biryarên te yên ambargoyê çine qet dereng nemîne, demildest têxe meriyetê” nîşan didin ku dê di firehkirina eniya şerde sînor nasnake.
Bi kurtahî Erdogan di van kongreyan de dirûşmeya hikumeta AKP-MHP’ê ya nû diyar kir. “Ji bo bekaya deshilatdariya yek kesî, li hundir şer, li derve şer”






