Ahmet AKTAŞ
Şoreşa ROJAVA, berî 1 ê Mijdarê dest pê kiribû, belê di 1 ê MIJDARÊ de, bi berxwedana mezin a destanî ya KOBANÊ, Şoreşa Rojava tacîdar bû. Êdî ev îradeya gelê me, ne bi tenê ji bo kurdan û gelên herêmê, belê ji bo hemû gelên cihanê bû hêvî û curet. Her wiha weke sembola îradeya xweser û azad a gelê me, ji aliyê cihanê ve jî hate pejirandin.
Taybetmendiyên resen ên Kobanê, mirov dikare hinekan ji wan yên sereke bi kurtayî wisa destnîşan bike.
• Rêber APO, cara despêkê di Kobanê re derbasî Rojava û Rojhilata Navîn bû.
• Despêka Şoreşa Rojava, di roja 19.7.2012 de li Kobanê bi pêşengiya pêkhat. Roja piştî wê derbasî Efrînê û li pey hev bajarên din ên Rojava bûn.
• DAIŞ, ji aliyê hêzên hegemon ên cîhanî û bi taybetî di bin fermandariya R.T.Erdogan ve hat damezrandin û armanc; têkşikandina Şoreşa Rojava-yekem jî Kobanê bû. Bê gûman divê hevkariya PDK’ê neyê jibîrkirin.
• Ji bo bandora heybet û tirsa DAIŞ’ê mezintir bikin, di 8.6.2014 de Mûsil bê şer xistin destê DAIŞ’ê. Di 3.8.2014 de êrîşî Şingalê kirin(fermana 73). Di 15.9.2014 de DAIŞ gihandin KOBANÊ û li dijî wê êrîşa hovane, wê berxwedana dîrokî despêkir!
• Di 22.9.2014 de Rêber APO hişyarî da û got ”eger Kobanê bişkê, hemû Kurdistan dişkê”!
• Li dijî vê hişyariyê, R.Erdogan, hema bi lez di 7.10.2014 de, çû ber sînor(Dîlokê) û jehra dilê xwe verşiya û got “Kobanê ket, an hema dikeve”!
• Hêzên YPG-YPJ, di heman van rojan de hişyariya Rêber APO ji xwe re bingeh girtin û pêşenga şoreşger Arîn MÎRXAN, li gel 14 jinên leheng dest bi çalakiyên canbexşane kirin.
Bi vê berxwedana ewqas qehremane, serberz û canbexşane ve, KOBANÊ him bû sembola pêşengtiya jinên şoreşger ên Kurdistanî û him weke sembola Şoreşa Rojava jî xwe bi mezlûm û gelên cîhanê da qebûlkirin.
Li vira bi şikestina DAIŞ’ê re, him kevneperestiya cîhanê derbe xwar û him jî bi taybetî R.Erdoganê fermandarê vê wahşeta li ser Kurdan û herêmê derbeya mezin xwar. Esas plana wan, ji Mûsilê heta Kobanê û Efrinê hemû Rojava bixin bin destê xwe. Ew rehîngirtina Yilmaz Ozturk ê Balyozê wan ê Mûsilê jî senaryoya wan bû. Ji xwe 5 rojan piştî êrîşa DAIŞ’ê ya ser Kobanê, wî li gel 49 personelê wî tînin di ber Kobanê re derbasî Tirkiyeyê dikin. Ew û Parêzgerê Mûsilê Esîl Nuceyfi bi hev re tên Tirkiyeyê!
Lewma mirov dikare bi zelalî bêje, li himber vê êrîşa ewqas mezin a qirker a navdewletî, ev xweragirtin û ruhê berxwedêr, ji hemû kes, kom, gel û civakên bindest ên cîhanê re bû hêvî, wêrekî, rohnayî û bi kurtayî bû hêz û ev Şoreş bû şoreşek cîhanî ya navnetewayî.
Li ser vê bingehê “1 Mijdar Roja Cihaniya Kobanê” hat pejirandin û ragihandin. Li gelê me û mirovatiya cîhanê pîroz be!






