Zekî BEDRAN
Erdoganê dildarê xelîfetî û sultaniyê ne Rojhilata Navî tene bûye bela serê dinyayê tevê. Çawa ku di sedsala 20. de bi derxistina Şerê Cîhanê yê 2. belayeke mezin ji dinyayê re çêkir, Erdogan jî di sedsala 21ê de rêwiyê heman rê ye. Ebubekir El Bexdadî jî di binê navê dîn de xelîfetiya xwe ragihand û xwest bibe hêz. Lê zemînê wî tinebû. Dixwest bi şidet û terorê rê ji xwe re veke. Xelîfetiya wî hinekî bi rêbaza eşqiyayan bû. Lê rewşa Erdogan cuda ye. Pêşiyên wî Osmaniyan bi dagîrkirina Misrê bi darê zorê xelîfetî bi dest xistibûn. Niha jî hêza artêş û dewletê bi kar tîne. Ji bilî wê li Sûriyê hin herêm dagîr kirine. Dixwaze bi çeteyên kom kirîn li ser textê xelîfetiyê rûne.
Çawa ku her kes zane, İttihat Terakki û Mustafa Kemal li ser bingehê miliyetgiriyê xwestin dewleta xwe ava bikin. Ermen, Asur û Rûm qir kirin. Kurd digel ku misilman jî bûn, bûn goriyên dildariya tirkîtiyê û sed sal in di nava pencên qirkitinê de ne. Tirkiye ji bo fetisandina Kurdan artêşa xwe xist Sûriye û Iraqê. Li ciyên dagîr kirîn bi cî dibe. Sîstem, hişmendî û çanda xwe serdest dike. Ya herî zêde bûyî sedama xerabûna Sûriyê û xurtbûna DAIŞê faşîzma Erdogan e. Bi hezaran ji xizanên Ereban çete çêkirin û li Sûriyê, Libya û Azerbeycanê dide şerkirin. Ji bo mayîndekirina dagîrkeriya xwe hem bi Emerîka, hem bi Rûsya re li hev dike. Bi bikaranîna endamtiya xwe ya NATO û koçberên Sûriyê gefan li Ewropa dixwe.
Li herêmên Tirkiyê dagîr kirîn rêxistinên weke DAIŞ û El Nusra bi hêsanî tev digerin û xwe bi rêxistin dikin. Digel ku dinyayê tevê dev ji van rêxistinên bixeter berdaye, Erdogan tevan diparêze. Ji bo ku li hemberî Ewropa, Rûsya û welatên Ereb bi kar bîne wan di destê xwe de digire. Çawa ku di rojên dawî de li Fransa bi awayekî hovane mirov hatin kuştin. Li şûna ku Erdogan şermezar bike gefê li Fransa û welatên erebî dixwe.
Erdogan parçeyek ji NATO, Ewropa û sîstema kapîtalîst e. Ji tevayiya nimetên kapîtalîzmê sûdê digire. Çek û teknolojiya pêşketî ji wan distîne. Lê ji ber ku Fransa li hemberî êrişkariya wî dibe xwedîhelwest, Erdogan êrişî wir dike. Erdogan qaşo li hemberî Emerîka radibe û gotinên giran ji Israîlê re dibêje. Xwe weke dostê Filistîniyan nîşan dide. Lê her kes baş dizane ka çawa melawiyan ji Trump re dike. Her rengê tikiliyan bi Israîlê re didomîne. Li hemberî Rûsya NATO û Emerîka bi kar tîne. Li Idlibê bi El Nusra re itîfaqê dike û li hemberî Rûsya û Sûriyê desteka Emerîka û NATO distîne. Lê weke bere ji welatên ereb piştgiriyê nastîne. Qeter tenê li cem maye.
Yên Erdogan li ser piyan digirin Pûtîn û Trump in. Weke din şansê wî nîne. Xeleka li dorê her ku diçe tengtir dibe. Aboriya Tirkiyê her ku diçe xerabtir dibe. Erdogan dema dikeve tengiyê dibeze cem Trump. Ku bi wî re çareser neke destê xwe li deriyê Pûtîn dide. Eger naokî û desteka van tinebe Erdogan nikare encamê bigire. Êdî ji aliyê gelên dinyayê ve rûyê wî yê rast hatiye dîtin. Kumê keçeliya wî ketiye. Diyar bûye ku xwînxwarekî nijadperest û dîktator e. Bi standina fûzeyên S-400 ji Rûsya dînamît xistine binê NATO. Emerîka û Ewropa plan dikin ka wê vê hêza faşîst çawa bi kar bînin û bisekinînin. Bi taybetî yên herî zêde zerer ji vî dîktarorê faşîst dîtîn gelên Tirkiyê, Sûriye û Rojhilata Navî ne. Ji bo ku ji vî dîktatorê faşîst xelas bibin divê hêzên xwe bikin yek û di demokrasî û berxwedanê de israr bikin. Wê paşroj bibe ya hêzên demokrasiyê û gelan.






