Farûk SAKIK
Berî ku DAÎŞ di 15’ê Îlona 2014’an de erişî Kobanê bike, haya ti kesî ji vî bajarê biçûk tunebû. DAÎŞ wê rojê bi vê êrişa xwe, di heman demê de dest bi pêvajoya bidawîanîna xwe kir.
Kobanê, deriyê ku wê çeteyên DAÎŞ derbasî Tirkiyê bibin û ji wêderê jî derbasî çar aliyên cîhanê bibin. Kordînatên vî deriyî Erdogan dabû DAÎŞ’ê. Erdogan şefê orkestraya şerê çeteyan bû.
Lê DAIŞ piştî şerên dijwar di dawiya meha çileyê de, ji Kobanê hat derxistin û ev bû destpêka prosesa têkçûna wê.
Di pêvajoya vê berxwedanê de cîhan bû şahidê lehengiya şervanên kurd. Cîhan bawerî anî ku şervanên YPG û YPJ mirovahiyê ji bobelatên mezin rizgar kirin. Wan baş dizanibû ku kurdan ne tenê bajarê xwe parastine û rizgar kirine, di heman demê de pêşî li teqînênên terorî yên navendên Ewrupa jî girtine.
Di pêvajoya berxwedanê de li cîhanê dostên kurdan roj bi roj zêdedibûn. Rojek hat biryar girtin û 1 Mijdarê weke roja Kobanê ya Cîhanê ragihandin. Wê rojê li çar aliyên cîhanê bi milyonan kes daketin qadan û mînetdariya xwe ji bo berxwedana Kobanê anîn ziman.
Rojnamevan û Nivîskar Veysî Sarisozen digot; “êdî dema ku pirsbikin, Şam li kuderê ye? wê bêjin li başûrê Kobanê ye.”
Kobanê êdî ji bo her kesî cîhekî pîroz bû. Kobanê bû wijdana mirovahiyê. Dema ku Amerîka û Rûsya bi dewleta Tirk re bazara dagirkirina Serêkaniyê pejirandin, mercê wan jî parastina Kobanê bû. Amerîka û Rûsya jî ji wijdana mirovahiyê ditirsiyan.
Niha jî Erdogan, her roj di axaftinê xwe de dîsa gefxwarina dagirkeriyê dike. Dîsa bi dewletan re di nava danûstandinê dîplomasiyê de ye. Ji bo dagirkirina Kobanê destûrê dixwaze. Gendelî parçeyek van xebatên dîplomasiya wan e. Bi şîrketên çekan re lihevdikin û ev lihevkirin jî girêzê bi devê wan dewletên xwediyê şîrketa dixe. Ji bo Tirkiyê bê sînor destûr hebû ku kîjan devera axa Kurdistan bixwaze dikare dagir bike.
Dema ku ew di nava van danûsandinên bêexlaqî de bûn, li welatê wan dostên kurdan û hin saziyên civakî li kêleka kurdan cîh digirtin hebûn. Ev kes û sazî tevlî pêngava ku KCK’ê dayî destpêkirin, bûn. Li hin deveran jî ji bo azadiya Rêber Ocalan dest bi kampanya kirin.
Di pêvajoyeke ku hilbijartinên Amerîka di rojevê de ne, Erdogan û dewleta Tirk a dagirker dixwazin di vê valahiyê de êrişî Kurdistanê bikin. Di armanca wan de 3 herem hene. Şengal, Qandîl û Rojava. Di destpêkê de her carê êrişî heremekê dikir, lê niha di her aliyî de êrîş dike.
i aliyekî li Heftanîn, Xakurk û Garê bi pêşengiya KDP’ê amadekarya êrîşan heye û li aliyekî jî dewleta Tirk li ser sînorê rojava di nava liv û tevgerê de ye.
Di xeyalên Erdogan de ji Efrînê heta Merîwan, tevahiya heremê dagir bike. Lê Kobanê wê weke gravekê di nav de bihêle. Li gorî planên wan di ser Eyn Îsa re ber bi Firatê ve dest bi êrişekê bikin û kantona Kobanê bi temamî îzole bikin.
Lê jibîrdikin ku ev yek wê ne wisa hêsan be. Di pengava nû ya ku
kurdan dayî destpêkirin de, gerîlayên azdiyê jî cîh girtine.
Gerîla li kuderê, çawa û bi sitratejiyek çawa wê bersivê bidin em jî nizanin. Lê em pratîk û lehengiya gerîla ya cenga Heftanînê baş dizanin.






