Derwêş M Ferho
Bihara 2008 e. Li Başûr bingehê federalîzmê ava dibe. Li Bakur û Rojhilat têkoşîna dijî dagirkeriya dewletên Turk û Îranê her roja diçe xurttir dibe. Li Rojava bingehê Xweseriyê ava dibe. Li Ewropa xebata Kurdan, bi hemû kêmasiyên xwe ve didome.
Enstituya Kurdî ya Brukselê bi piştgiriya wezîrê kultûrê Bert Anciaux û Mala Wêjeyê Passa Porta-Het Beschrijf 12 nivîskarên Kurd vexwendibûn Brukselê. Navê projê Nêrînek li Wêjeya Kurdî ye. Kovara wêjeyê Deus ex Machina jî bijarteyên berhemên van nivîskaran di hêjamarek xwe de weşandibû. Li ser daxwaza Enstîtuyê nameyek hat nivîsandin û bi rêya wezîr ji Komîserê berpirsiyarê Kultûrê yê Ewropa Jan Figel re di roja, 18/04/2008 de hat şandin. Bê şîrove name li jêr e.
——————————-
Rêzdar Figel, Komîser,
Ne trajediyek e dema rê li ber zarokê were girtin ku ew bi zimanê dayika xwe binivîse “Dayê, ez ji te hez dikim?” Ne trajediyek e ku li dibistanê ji zarokê re qedexe be bi zimanê xwe biaxive?”
Di demek de ku em mafên masiyan diparêzin û pê serbilind in, wêneyên Marsê dikşînin, bedewiya derfetên pirrzimanî diaxivin, lê mafên milyonan merivan ji destê wan tê girtin ku ew bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin bê deng dimînin. Zimanê vî gelê tê înkarkirin, azadiya wan hatiye qedexekirin. Ev gel û welatê wî ku roleke mezin di şahristaniya Rojhilat de lîstiye, di nav çar dewletan de hatiye parkirin û parçekirin.
Şiddet, zordestî û neheqî li Rojhilata Navîn pirraniya caran li dijî cudahiyên etnîkî û olî de pêk tên. Lê, rêzgirtina mafên gelan û pêkhatiyên cuda ne bes rêbazeke ji bo çareseriya pirsgirêkan lê her weha garantiyeke ji bo dewleta huquqê.
Em, nivîskarên Kurd ji herêmên cuda, ji hikûmetên Ewropa hêvî dikin ku hemû hêza xwe ya dîplomatîk bi kar bînin ji bo Turkiye, Îran, Iraq û Suriye îhtîrama mafên merovan û gelên cuda, bi taybetî yên Kurdan, di nav sînorên xwe de bigrin û di çarçeweya qanûnî de ev pirsgirêk çareser bibe. Weke li Iraq nuka dibe, em hêvî dikin li Turkiyê, Îran û li Suriyê jî zimanê Kurdî fermî were naskirin. Derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê, medya û weşan werin peydakirin.
Ewropa dikare bi curreyên cuda bibe piştevanê parastina nasname, pêşketina kultûra zengîn û civaka Kurdî.
Çend pêşniyaz:
• Peywendiyan bi hikûmetên Turkiye, Îran, Iraq û Suriyê re pêk bîne û ji bo mijara mafê jiyana bi zimanê Kurdî li herêmên Kurdan lêkolînên zanyarî di bin sîwana Yekîtiya Ewropa de werin kirin.
• Alîkariya kursên zimanê Kurdî, peydakirina metodên pedagojîk ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li welatên Ewropa û Rojhilata Navîn. Alîkariya amadekirin û belavkirina weşan û materyalên perwerdê.
• Roleke giring ji bo derfetên televîzyonên weşana satelît (li Ewropa) da ku ji bo jîndekirina ziman û kultûra Kurdî xurt bike bilize.
• Bi awayekî aktîf neheqî û guhertinên dijî Kurdan li Turkiyê, Îran, Iraq û Suriyê bişopîne. Serkêşiya projeyeke çareseriyê bike.
• Li herêmên civakên Kurd hene (YE) piştgiriya derfetên pêkanîna kurs û perwerdeya zimanê Kurdî bike.
• Piştgiriya projeyên wergerên wêjeyî ber bi zimanê Kurdî û ji zimanê Kurdî bo zimanên din bike.
• Piştgiriya proje, xebat û pêkanîna civîn, konfeans û lêkolînan di navbera nivîskar û hunermendên Kurd û Ewropî de bike.
Azadiya zimanê Kurdî, rêya ji bo pêşxistina kultûra Kurdî ye. Ew rê jî wesîleya aştî û demokrasiyeke mayinde ye.
Khairi Bozani, (Kurdistan/Iraq) , Konê Res, (Kurdistan/Suriye), Sahînê Bekirê Soreklî, (Kurdistan/Suriye), Hêvi Berwarî, (Kurdistan/Iraq), Helîm Yûsiv, (Kurdistan/Suriye), Hasan Silevani (Kurdistan/Iraq), Ibrahim Selman, (Kurdistan/Iraq), Abdal Nouri (Kurdistan/Iraq).






