Medenî FERHO
Faşîzma dewşîrmeyên Îttîhad û Terakî, ji destpêkê û heta îro, di rengê çete û kontra de kar dikin.
Beriya darbeya li Bab-i Alî, ji Selanîk û deverên cûda çete şiyandin Stembolê, kuştina, karsaz, siyasetmedar û rojnamevanan dane dest pê kirin.
Di dema darbeya li Bab-i Alî de sadrazam kuştin û pêvejoya anarşiya li kolanan jî berhemê Îttîhadiyan e.
Mîratzadeyên paşayên dewşirme, ji serdema damezrandina komarê û heta îro, serokwezîr, siyastemedar, feylesof û rewşenbîran dikujin. Li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê jî siyasetmedar kuştin. Niha li Başûrê Kurdistanê kuştinê dikin û dest bi bêbextî, teşqele, fitne û fesadiyê kirine.
Îttîhadiy]n dewşrime, di karên pîs, gemarî û çepel de, di komplo, davik, kemîn, bêbextî û kuştinê de, di tevlîhevî, parçekirin û di karanîna li dijî hev de pirr hosta ne.
Tirkiyê, bi Baxdayê re flortê dike, Hewlêr t’ tesl’m mgirtiye, dema dixwaze jî li dijî hev bikar tine.
Erdogan, di asta Hîtler’de gavan diavêje û bi sergerdeyên ji çar aliyên cîhanê li hev kom dike asta Hîtlar jî derbas kiriye.
Cîhan, bi taybetî Ewropa, piştî bûyera li Frensa ku îslamîstekî mamostayek li kolanê serjêkir, nedixwestin rastiya faşîzma Turk-î Îslam bibînin.
Mixabin beşek ji Kurdan jî, nexeşeya ku herî zêde ji bo dahatuya Kurdan metirsiyek mezin e û her diçe hinekî din cûretkar dibe nabîne. Faşîzma dewşirme, Başûrê Kurdistanê di aliyê eskerî, aborî û siyasî de dagir kiriye. Mirovan dikuje, dike stuyê Kurdan û dixwaze Kurdan bi hev bide kuştin.
Erdogan, faşîzmê îxrac dike; Li Rojava serneket, lê li Başûrê Kurdistanê, gav bi gav faşîzmê rêxistinî dike û dixwaze darbeyek mezin li destketiyên Kurdan bide.
Darbeya li destketiyên Başûrê Kurdistanê, bêguman wê bandorek neyînî û mezin li tevahiya Kurdan bike. Eger Kurd werin pêşberî hev, ew ê bi destên xwe xwe tune bikin.
Ya balkêş, Erdogan û desthilatdariya wî li cîhanê îzole bûye., lê li Başûrê Kurdistanê bûye desthilatdar. Mîrekê Qatarê, serokê “Rabita” ye û cîhana îslamê temsîl dike, di heman demê de dostê Erdogan e, lê di nakokiya Fransa û Tirkiyê de, Erdogan destek nekir.
Lê li Başûr, ji bilî Partiya Azadi, rayedarên Başûrê Kurdistanê bûne tilbêtê Erodgan.
PDKe jî, fîîlen û direkt hevkariya Tirkiyê û dagirkeriya Başûr dike.
Gelo PDKe, dixwaze bi hevkariya Tikriyê, li Başûr bibe xwedî îra?
Eger welatê mirov dagirkirî be, hêzên leşkerî, îstîxbarat û dîplomatên wî welatî di her karî de xwedî gotin bin, wek mînaka Igîlîstan û Hindistanê, îrade did estên hêêzn dgairker de ye. li Hindistanê Gandhy hebû, li Başûr ew jî nine!…
Sahihe ku îradeya desthilatdariya Başûr, Erdogan e.
Di du mijarande, gelê Kurd, rêxistinên, civakî û siyasî yên Kurd, bang li partiyên siyasî, bi taybetî bang li PDKê dikin:
Yek… Nebin amurê dijmin û birakujiyê nedin dest pê kirin. Divê hêzên we, li gel Gerilla xaka Başûr biparêzin û nebin amurê dagirkeriyê.
Di vê mijarê de, daxwaz dikin ku Birêz Masud Barzanî rola xwe bilîze û li gotina ku got; “Heta ez saxim, desturê nadim birakujiyê” xwedî derkeve.
Eger Birêz Mesud Barzanî, li vê soza xwe xwedî dernekevê, tê wateya ku ew bi saxî hatiye kuştin. Kê ew bi saxî kuştiye, dive were lêkolîn kirin!…
Du; Mijara Dadgehên Hewlêrê, ku 2 ciwanên Kurd Mazlum Dag û Abdurrahman Er, bi cezayê dardekirinê ceza kirine.
Sahîh e : Dadgehên Hewlêrê ne li gorî qanunên herêmê, li gorî qanunên Tirkiyê 2 ciwanên Kurd ceza kirine.
Em vekin: Qanunên ti welatan dagirkeriyê qebûl nakin û dagirkeran sucdar dibînin. Li welatekî dibin dagirkeriyê de, hêzên dagirker komkujiyan bikin, ciwanan, siyasetmedaran bikujin, kiryarên bêpîvan yên faşîzan li ser gel bimeşînin, kesên ku li dijî wan dijman têkoşînê bikin, çalekiyan bikin nayên ceza kirin.
Ew têkoşer û berxwedêr, li gorî qanunên wî welatî, li dijî dagirkeran şer dikin, çalekiyan dikin. Ew şervanên wî welatî ne. Tu welat şervanên xwe, têkoşerên xwe yên azadiyê ceza nakin. Wajî wê xelat dikin.
Hê jî, ne hatiye îspat kirin ku Mazlum Dag û Abdurrehman Er endamê MÎTa Tirk kuştine. Belkî bi êşkencê dabin erê kirin, ev jî di hiquq de nabe delîl.
Saddam, Elî Kîmyewî ku Helepce kimyabaran kir û bi hezaran mirov kuştin ceza nekir. Lê Leyla Qasim darve kir.
Gelo cûdatiya Leyla Qasim û Mazlum Dağ û Abdurrahman Er çiye?
Dadgehên Hewlêrê, gelo dikarin Leyla Qasim bi cezayê dardekirinê ceza bikin? Eger bersiv “na” be, şandeyên Dadgehên Hewlêr, li gorî qanunên Tirkiyê û daxwaza Erdogan û MÎTa Tirk biryar dane.
Vêce, li Herêma Başûr îrade kî ye?
Lewma, sernivîsa me jî xwedî wateyek ku mirov bi îşareta pirs û balkêşî binivîsê ye !,?…






