Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi durişma “Welat yek e, çand regîn in, em yekdest bin” xebata Mihrîcana Sema ya Govenda Gelêrî didomîne.
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ji bo parastina mîrasa çandê û nasandina çandên rengîn yên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û ji bo veguhestina tecrûbeyên hunerî di warê govendên gelêrî de, amadekariya lidarxistina Mihrîcana 3. ya Sema ya Govenda Gelêrî li kantona Şehbayê dike.
Mihrîcan cara yekê li kantona Efrînê sala 2013`an bi tevlîbûna gelek tîmên hunerî yên navçe û bajarokên herêmê li dar ket.
Li gorî komîteya amadekar, di mihrîcana îsal de 12 tîmên govendê yên ji Heleb û kantona Şehba amade dibin. Tê payîn ku mihrîcan di 25`ê Cotmehê, di salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de dest pê bike û wê 2 rojan dewam bike.
Tîmên ku dê tev li mîhrîcanê bibin ev in: Çiyayê Hawar, Şehîd Ronahî, Çiyayê Kurmênc, Şehîd Berçem, Şehîd Ronahî ya taybet a jinan, Rojava, Şehîd Serhed, Stêrk Efrîn, Şehîd Dilşêr Kefer Nasih, Şehîd Wezan û Deştê Cumê.
Mihrîcan di heman demê de pêşbirk e. Juriya ku ji 5 kesan ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê pêk tê, wê asta pêşkêşkirina her tîmê binirxîne û wê tîmên serkeftî diyar bikin.