Sazî û yekîtiyên çandî, helbestvan Cegerxwîn di salvegera 36’an ya wefata wî de li ser gora wî bîr anîn.
22’yê Cotmehê salvegera 36’an ya wefata helbestvanê Kurd yê navdar Cegerxwîn bû. Bi wê pêmanê merasimeke bîranînê li ser gora wî ya li mala wî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê-Sûriyê beşdarî bîranînê bûn.
Piştî gul li ser gora wî hatin danîn, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku helbestvan Cegerxwîn banga yekitiyê li kurdan kir û bi pênûsa xwe li hemberî pergalên desthilatdar ên ku hewl didan nasnameya kurdî tune bikin sekinî.
Di axaftinan de bang li hemû nivîskar û gelê Kurd hate kirin ku xeta helbestvan Cegerxwîn bişopînin.