Faruk SAKİK
Di havîna 2014an de nûçeyekê mora xwe li rojevê xist. Li gorî nûçeya rojnameya Ozgur Polîtika, roja 1`ê Hizêranê li paytexta Urdun Umanê civîneke veşartî hatiye lidarxistin. Di civînê de nûnerê Emerîka, Israîl, Erebistan Sûdî, Tirkiyê û PDK`ê beşdar bûne.
Û heft roj piştî vê civînê, di 10ê Hezîrana 2014an de ev çeteyên DAÎŞ ketin Mûsilê. Êdî ji bo Kurdistana Başûr tehdîtek nû destpêkiribû. Ev talûke gav bi gav nêzî herêmên Êzidiyan jî dibûn.
Û ew roj hat di 3ê Tebaxa 2014an Çeteyên DAÎŞ Şengal dagirkirin. Komkujiyê destpêkir. Welatiyên ji bajêr direvîn tenê gotinek dihat ser zimanê wan, ew jî ”pêşmergeyan em firotin ”. saat 10.00`an çeteyên DAIŞ`ê bi hêsanî ketin bajarê Şengalê. Di heman demê de bi deh hezaran Şengalî ber bi çiyê ve birêketibûn.
Piştî 4 mehan di meha kanûna sala 2014an de Şengal ji çeteyên DAÎŞ hat rizgarkirin.
Roja 14`ê meha çile 2015 nûnerên gelê êzîdî di civînekê de damezrandina Meclisa avakar a Êzîdiyên Şengalê ragihandin. Li Şengalê meclîs hatin avakirin. Ji bo ewlekariyê hên hêzên çakdarî ku ji cîwanên êzidiyan pêktên hatibûn bi rêxistinkirin.
Ev sîstema rêveberiya xweser di serî de Tirkiye hin aliyan aciz dikir.
Bi referanduma sala 2017an de rêveberiya heremê radestî Heştî Şabî kirin.
Lê rojhat ev jî qîm nekir. Bi du hin planên nû ketin. Li Baxdatê tevgerên dîplomatik destpêkirin.
Di pêvajoya hevdîtinan de ku di navbera rêveberiya Hewlêr û Bexdayê de li ser telîmata Amerîka û Tirkiyê dewam dikirin de, dewleta tirk û PDK jî ji aliyekê ve li ser sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê ya ji Şengalê heya Zaxoyê dest bi kolandina xendekên nû kirin.
Ji aliyekî ve ev xebat dihatin meşandin, ji aliyên din ve jî çavên her kesî li ser civîna rêveberiya PDK’ê ya Hewlêrê ye ku li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re kiribû. Li ser vê hevpeymana ku demek dirêje li ser xebat dihatin meşandin di 9ê Cotmehê de bi encam bû. Yê ku xwestibû ev hevpeyman di bin serweriya Serokwezîrê Iraqê Kazimî de bê kirin Amerîka bû. PDK jî li ser zexta dewleta tirk wekî berdevkê Tirkiyeyê tevlî hevpeymanê bûbû.
Peyman li masayek 3 koşe hatibû îmzekirin. Aliyê sêyem ku li koşa masê nedixuya, herkesî û bi taybet Şengaliyan baş dizanibûn dewleta Tirk a dagirker e.
Di encama civînê de dihat gotin; divê hêzên leşkerî derkevin derveyê bajêr, ewlekariya bajêr ji aliyê polîsên federal ve were danîn. Van hêzan di 3’ê Tebaxê de Şingal radestî DAÎŞ kiribû.
Qeymakamek nû were tayînkirin. Qeymakamê PDK’yî Mehma Xelîl ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de reviyabû.
Wê ji tu hêzekê din re neyê musadekirin. Ew hêz, gerîlayên PKK, şervanên YPG û YPJ bûn. Gelê ezîdîiyan ji DAÎŞ rizgar kiribûn û piştî ewlekarî hat mîsogerkirin herem radestî cîwanên heremê kiribûn û çûbûn.
Piştî vê peymana xiyanetê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bertek nîşan da û gotin, bêyî pêşniyarên gelê Şengalê wê tu tişt neyê qebûlkirin û gotin em dixwazin statuyek mayînde bi dest bixin.
Kurd ji bo vê peymana duyem a xiyanetê vala derxin dest bi têkoşînek bê navber kirin.






