Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“QUÎSLÎNG”EN KURD YEN ERDOGAN

23/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HEFTEYA LEHENGIYÊ Û SADÎZMA FAŞÎZMA DEWŞIRME
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Cîhan di aliyê kultura teknîkî û şaristaniya teknîkî de di nava pêşbaziyê de ye, Kurd jî, di mercên guhertina hişmendiya civakî de, hê jî xwe bi giştî ji bo demê amade nekirine û beşekî baş ji Kurdan li ber deriyê dijmin e.
Vê jî, cîhana Kurdan kiriye nava rewşek dehşetengîz.
Kurd bûne kurmê kurdan û em ê rewşa kurdên bûne kurmê kurdan. Lewma hin lîderên Kurd bûne “quîslîng”. Me jî ev gotin li ferhenga Kurdî zêdekir.
Di demeke ku Kurd di nava “kansera psîkolojîk” û berxwedanê de bûne du parçe, ev gotin giring e. Divê, Kurd bi balkêşî li ser “kansêra psîkolojîk” jî rawestin. Ji ber ku ev nexweşî sendroma tunebûn û bê-îradebûnê ye.
Min beriya niha gotina sendromê, ji bo du tiştan bikar anîbû; sendorma Heftanînê û sendroma PKKê!…
Ez, gotina “kansêra psîkolojîk”, li du sendroman zêde dikim. Ji ber ku sendroma PKKê, di nava beşekî Kurdan de wek nexweşiyekê pêşketiye. Loqman Hekîm û derman jî yekîtî ye!
Abdullah Ocalan û PKKe jib o yekîtiyê gelek hewl da, PDK jî got û nekir, îro jî li cihekî cûda ye!..
Ez bi hevokekê vekim:Rayedarên PDKe, di van rojan de, bi MÎTa Tirk û nunerên artêşa Baxdayê re civînan çêdikin, bi “îdealîstîyek paşverû” dixwazin, birakujiyê bidin dest pê kirin û taqên zafernameyan ji bo Tirkiyê ava bikin.
Kurd baş zanin, mîhwera dema homejen îro ye û em bixwazin nexwazin, paşeroj û bi taybetî pêşeroj di xizmeta îro de be. Ev qanuna xwezayî ye!.. Îro dîrok e, Kurd di dîrokê de dijîn, yan wê sedsalî din di gora betonî de metfûn bimînin, yan wê di civata pêşverû ya cîhanê de cihê xwe bi rûmetdarî bigirin. Riya duyemîn nine, riya sêyemîn tezek sedsalî ye û rizgarî ye!..
Hişmendiya civakê, bi mercên civakê tê bidestxistin û em di rewşa Kurdan de dibînin ku, di nava Kurdan de du enî hene; ev normal e, lê eniya bi îdealîstiya paşverûti tevdigere, bûye tilbêtê dijmin.
Erdogan, xwe weke lîderê cîhana îslamê û cîhana “Tûrkofon” dibîne, gelo ya lîderên Kurdan çiye? Bersiva pirsê, wateya gotina “quisling” hinekî vedike.
Başûrê Kurdistanê, wek Şingal û Rojavayê Kurdistanê di hedefa “fûtûhata” Erdogan de ye. Ev hevok jî, wê hinekî din wateya gotina “qûîstîng”ê bide fêhm kirin.
Erdogan, ji bo futuhata welatan, artêşa dewşirme, li 15 welatan, Afganistan, Arnavutluk, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Irak-Başûrê Kurdistanê, Katar, Kosova, Bakurê Kıbrıs, Libya, Lûbnan, Mali, Komara Afrîka Navîn, Suriye, Somali, Sudan bi cih kiriye. Dema dixwaze, çeteyên dewşirme jî dibê wan welatan!..
Guman dikin hê baştir, wetaya “qûîsîng”ê û payeya Kurdên di vê kategoriyê de hate fêhmkirin.
Erdogan, ji bo ku bigihê armanca xwe, ligel hêza çakdarî, hêza siyasî û dîplomasî jî baş bikar tine û ji bo kedîkirina “lîderên tilbêt”, kursiyê desthilatdariyê bikar tine.. Ev kedî kirin jî, tenê bi “vîrûsa kanserê” çêbibe.
Erdogan, ew Erdoganê dema referanduma li Başûrê Kurdistanê ye, îro jî Kurdan ber bi birakujiyê daf dide. PDKe jî bûye hevkarê Erdogan yê “futuhat”a Başûr û amadekariya birakujiyê dike.
Dî, navê lîderên PDKe, bi gotina Quislingên Erdogan têne dikirandin.
Quisling çiye û çima dive di ferhanga Kurdî de cih bigire?
Di literature siyasî ya navneteweyî de, ev nav û gotin, ji bo desthilatdarên ku bi hêzên welatê wan dagir dikin re hevkariyê dikin tê bikar anîn. Tê wateya xayin!…
Di serdema Hîtler de, dema ku hêzên Nazî Norweç dagir kirin, gel û Qral Haakon VII. Li dijî Naziyan şer kirin; (1940), Serokê Partiya Faşîst ya Norweç Vidkun Quisling, bi Naziyan re hevkarî kir, piştî dagirkeriyê bû serokwezîrê Norweç û sîstemek faşîst ava kir.
Piştî ku Norweç hate rizgar kirin, Quîslîng xayîn hate îlan kirin û hate dardekirin.
Piştî dardekirina Quîslîng, di lîterura siyasî ya cîhanê de, kesên ku bi dagirkerên welatê xwe re hevkarî kirin, bi nave “quislîng” hatin binavkirin.
Dewşîrme Erdogan, li Kurdistanê tofanek dehşetengîz rakiriye û wahşetê dike. Bakur bi temamî dagirkiriye, lê bakurî kuşûmat li dijî dagirkeriyê têkoşînê dikin; beşek ji Rojava dagir kiriye, reveberiya xweser, hemû gel û gelên cûda, li dijî dagirkeriyê têkoşînê dikin, li dijî Başûrê Kurdistanê jî êrîşên dagirkeriyê dane dest pê kirin û tevahiya Başûr kiriye cihê tirata MÎTê, biqasî 30 baragehên artêşa dewşirme ava kirine; mixabin desthilatdarî û rayedarên PDKê ligel dewleta dagirker cih girtine.
Kesên ku di dagirkeriya parçeyên Kurdistanê de, ligel futuhata Tûrk-î Îslam cih digirin, gelo ne Quisling’ên Erdogan in?
Erdogan, di riya Îttîhadiyên dewşirme de, bi rêbaza Hîtler, bi “cûr’et”ek mezin Kurdistanêdagir dike, kesên hevkariya wî dikin, xas û zelal û safî Quisling’în.
Ev nav, ne rêza lîderên Kurdan e û kesên ketine wê kategoriyê dive demildest û bêyî dereng bimînin xwe ji vê qirêjiyê rizgar bikin!.,.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.