Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkilîyên Rûsya û Tirkiyê têk diçin!

19/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Bi giranî guman ew e ku “dostayiya” Putin û Receb êdî ber bi têkçûnê ve diçe. Jixwe ne ti dostayî bû, weke gotina kurdî,”mîna dîwarê xerabe bû”, an jî “weke biratiya qulung û rovî bû”. Wisa diyar dibe ku êdî her du jî bi dek û dolabên hevdu baş hesiyan e û dostaya wanber bi qonaxa dawiyê diçe!
Hêrsbûna wan, ji Idlibê despêkir, li Libyayê pêşve ket, mezin bû û li Qerebaxê ber bi dawiyê diçe.
Li gorî şîrovekaran û bi taybetî jî şîrovekarê pisporê Rusyayê Kerim Xas, bi ber firehî behsa nakokiyên navbêna wan dike. Dibêje bi xurtî çapemeniya Rusyayê, nerazîbûna xwe li dijî Tirkiyeyê dide der û bi hûrgilî bahsa hewldanên Tirkiye yên ji bo Azerbeycanê êrîşî ser Ermenistanê bike dike.
Weke mînak, analîzên rojnameya Kommersant’ê nîşan dide û dûr û dirêj bahsa amadekariyên Tirkiyeyê, yên ji bo şerê navbêna Azerbeycanê û Ermenistanê dike.
Dema tetbîqata hevpar a Tirkiye û Azerbeycanê ya di Tîrmeh-Tebaxê de pêkhat, Wezîrê Bergirî H.Akar û Serokê Leşkerî General Umit Dundar jî beşdar dibin. Piştî TETBÎQATÊ, 600 personelên pisporê leşkerî li Azerbeycanê, deverên stratejî bi cih dikin. Hijmarek mezin çeteyan û perwerdekiriyên şîrketa SADAT’a ewlekeriyê ya taybet a Receb jî dikişînin devera şer. Rojekê piştî şer, di 28’ê Îlonê de H.Akar û U.Dundar dîsa diçin Azerbeycanê û heta 30’ê Îlonê jî li wir dimînin!
Van agahiyên wisa yên çapemeniya Rûsyayê, wê dema ku her du firokeyên Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû xistin tînin bîr mirovan. Di wê demê de jî rayederên Rusyayê gelek hêrs bûbûn, hinek kiryarên qirêj ên Tirkiyeyê, weke mînak; têkiliyên germ ên Receb û DAIŞ’ê, çawa petrolê bi rêya DAIŞ’ê difroşîn û hwd.çawa têr û tije û şênbêr, bi dîmenan didan çapemeniyê û medya cîhanê!
Hilbet van agahîna hemû ji aliyê Rûsyayê ve bi detay tên zanîn. Him ji van hewldanên dijberî polîtîkaya Rûsyayê, him ji gelek hewldanên din yên Receb, Rûsyayê-Putin gelek hêrs dike.
Di Sibatê de Receb çûbû Kievê. Her wiha di 15.10.2020 de Serokê Ukranyayê V.Zelenski jî hatibû Enqereyê. Daxwiyaniyên wan Rusya gelek nerihet kiri ye.
Di encama dijwarbûna van nakokîyan de, li gel ku Aliyev israr jî kiribû, Putîn, Receb ne vexwend ser maseya agirbestê û bazara navbêna Azerbeycan û Ermenistanê! Lavrov jî got “Tirkiye ne hevalbendê me yê stratejik e”!
Rûsya û Misir, bi hevre tetbîqatek mezin li Deryaya Reş çêdikin û ew ê heta dawiya vê salê bi domîne.
Xerabûna van “dostayî-biratiyên” sixte, gûmana meşandina wan projeyên qirêj yên hevpar ên li ser Rojava jî lawaz dibe.
Her wiha mijara Rojava-Rêveberiya Xweseriya Demokratî, dibe ku hinek bêhtir pozitif bikeve rojeva cîhanê. Weke mînak, heyetek ji Swêd a wezareta derve li Rojava û li gel Rêveberiya Xweser fermî danstnadin pêkanîn.
Çendîn serdestiya dewleta Tirka lawaz bibe, ewqas li Kurdistanê û hemû herêmê pêşkeftinên bi rûmet ên azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê xurtir dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.