Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kula Turkiyê û Azerbeycan: Nagorno-Karabach

19/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ez Kurd im, Kurdî dixwazim
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Pirsgirêka Nagorno-Karabax kuleke sedsal e ku li ser dilê Azerî û Ermeniyan çareser nebûye. Yekîtiya Sovyetê jî durûtî kiriye û ev pirs bê çare hiştiye. Çawa Sovyet ji hev belav bû ev agir li wê herêmê dest pê kir. Dewleta Turk jî, bi serokatiya Erdogan benzînê diavêje ser vî agirî û gurr dike. Bi hêza xwe ya leşkerî, çek û şerrê psîkolojîk, ji nava Turkiyê û Suriyê çeteyên Îslamî dişîne herêmê ku şerrê Ermeniyan bikin.
Azeriyên demek dirêj wek Tatar dihatin binav kirin her tim bi Ermeniyan re di şerr de bûne. Ji bîr nekin ku li Bakû, Nagorno-Karabax û Êrîvan di 1905-1906 de bi hezaran Ermenî hatin kuştin.
Di 1918 de Ermenîstan xwes serbixwe be, lê bi gomana erîşen Turkan xwe bi Sovyetê re girêda. Jenosîda 1915 taze bûbû. Pêdiviya wan bi hevalbendiya hêzeke xurt hebû. Lê komunîstên Sovyetê, bi serokatiya Lenîn, ne dixwestin Turkan ji xwe bixeyidînin. Ev yek ji sedemên ku Lenîn di 1920 de Konferansa Gelên Rojhilat li Bakû pêk anî. Xuya bû ku Lenîn di bin tesîra Sultan Galiev, navdarê xwediyê “Komûnîzma Neteweyî” ku ji misilmanan re derî vedikir bû.
Di navbera 1923-1929 de li herêmê Kurdistana Sor ava dibe. Laçîn serbajar e. Du bajarên din Qubadlî û Kelbajar civakeke Kurd mezin heye. Di nivîseke din de bi berferehî li ser vê mijarê radiwestin.
Baweriya Ermeniyan ji Turkan şikestibû. Herçend e dema Osmaniyan sadiqê împaratoriyetê bûn jî, ji jenosîdê xelas nebûn. Di 1894 de 300.000 Ermenî hatin kuştin. Di 1915 jenosîd domand û dîsa 1 500 000 kes hat kuştin. Ev jenosîd heta îrojî bi awayên cuda pêk tê.
Di 1920 de Sovyetê biryar stend ku Nagorno-Karabax, ku ji sedî 95 Ermenî ne bi Ermenîstan ve were girêdan. Lê ev salek bû ku Azeriyan nêçîra Ermeniyan dikir û bi qasî 600 kes kuştin.
Sovyet ne durust e û ji bo dilê Turka xweş bike di 1921 de herêma Naxçîvanê teslîmê Azerbeycanê kir. 50 000 Ermenî koç ber bûn. Di 1923 de Nagorno-Karabax jî dane Azerbeycan. Ermeniyên herêmê di 1965 de ji Sovyetê xwestin ku Nagorno-Karabach vegere ser Ermenîstan. Di 1988 parlementoya wê herêmê biryar stend ku tev Ermenîstan bibin. Ne Moskowê ne jî Bakû ev yek pejirand. Ev bû sedema şerrekî taze. Ermeniyan Nagorno-Karabax di şerr de stend.
Encama şerr 30 000 kuştî ji her du aliyan. Lê şerr neqeda. Pirsgirêk çareser nebû.
Haydar Aliev, serokê Azerbeycan û bi peywendiyên xwe yên xurt di 1994 de bi hêza petrolê ku bi xeta Zeryaya Mazandaran, Gurcistan heta Ceyhanê (Turkiyê) rewş ji bo xwe da guhertin. Li Ermenîstan jî hikûmet bi skandalên ruşwet û diziyê bi nav hev ketibûn.
Rayedarên Azerbeycan di vê navberê de hêza xwe ya leşkerî xurt kirin. Ilham Aliyev, ji 2009 het 2018 bi 17 milyar euro çek kirrî. Turkiye û Îsraîl alîkariyê didomînin. Lê Ermenî ji Rusya bi goman in. Dibînin ku Turk li Zeryaya Spî, Suriyê, Libya û Kafkasê çi dikin û dîsa çavê xwe li Turkan digrin. Weha xuya ye ku Rus naxwazin dilê Turkan ji xwe bişkînin. Rus jî û dinya din jî dizane ku çeteyên Daişê her meh di navbera 1200 û 2000 dolar ji dewleta Turk mûçe distînin. Lê bêdengî û bêbextî didome.
Şerrê li Nagorno Karabax dom dike. Rewşa Ermeniyan jî baş xuya nake. Eger Ermeniyên diyaspora, Raya giştî, Ewropa, YDA dengê xwe bilind nekin jenosîdên din li pêş Ermeniyan in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.